Dr. Zorab Aloian

Pêkhatiyên Kovara «Vate»:
Mînaka Hejmara 24an ya Bihara 2005an

[Ev gotar di rojnameya Peyama Kurd de (19.08.2005 û 26.08.2005) hatibû weþandin].

 

Pêþgotin

Xebatkarên kovara çandî “Vate” ji zû de barê standardkirin, bipêþxistin û berfirehkirina bikaranîna Kirmanckî (Kirdkî, Zazakî, Dimilkî) hildane ser milên xwe. Hetha van yekezanayên hêja di jiyana rewþenbîriya kurdî de ber çavan e: Malmîsanij, Munzur Çem, Seyîtxan Kurij, Mehmet Uzun (Selîm), Deniz Gündüz, J. Îhsan Espar, Roþan Lezgîn û yên din. Cihê gotinê ye, ku berî çendekê navenda weþana “Vate”yê derbasî Stenbolê bûye. Li gor agahdariya xebatkarên kovarê , di destpekê de nêzîkî temamiya nivîsan ji aliyê kesên li dervayê welêt dihate amadekirin. Lê îro xwediyên piranîya gotar û reportajan li ser axa bav û kalan dijîn. Bê guman ev yek – hem ji bo kovarê, hem jî ji bo rewþenbîriya kurdî - nîþaneke serbilindiyê ye.

Eger em nivîsên hejmareke kovara “Vate”yê wek mînak li ber çavan bigirin, emê çêtir bikaribin pêvajoya parastin û nûjenkirina zaraveyê Kirmanckî (Kirdkî, Zazakî, Dimilkî) bibînin û binirxînin. Hêjayî gotinê ye, ku di vê nivîsê de wê yek ji van navan - Kirmanckî, Dimilkî yan Zazakî – bê biqelemkirin, lê belê di warê dîrokî de têgîna Kirmanckî kûrtir û dirûsttir e. Ev yek ji aliyê xebatkarên kovarê ve jî tê pejirandin.

Hejmara 4an ya sala 2005an, ya ku hejmara 24an ya kovarê ye, bi kurtenivîseke redaksiyonê ji xwendevanan re destpê dibe. Tê de pêdviya çapkirina gotar û berhemên curbicur ji bo zengînkirina vî zaraveyê kevnare tê destnîþankirin. Bi rastî jî, ev hejmara kovara kulturî (li gor xwebinavkirina “Vate”yê) 176 rûpelî ye û bi nivîsên cihêreng ve xemilandî ye. Bi dîtina min, mirov dikare serecema hejmarê li gor babetan weha dabeþ bike:

 

1. Beþa zimanzanî

Nivîsa destpêkê encamgotara civîna rêk û pêk ya zanistî li Swedê ye, di kîjanê de pisporên ji hemû herêmên Kirmanckîaxiv yên Bakur civiyabûn û pirsên rastnivîsê û hinde tegînan gengeþe kiribûn (“Derheqê Kirmanckî de Kombîyayîþê Hîrêsine”, rûpelên 4-88). Ev ji bo hemû Kurdnas û Îranîstan deryayeke ferhenga Kirmanckî ye. Lê ezê bala berpirsyarên vê kovarê bikiþînim ser pêþdestiyekê: Ji bo ku dewlemendiya vî zaraveyê han bi giþtî û zimanê kurdî bi taybetî diyar bibin, wê baþ bûya, eger li kêleka terîpên (parallelên) tirkî her weha terîpên Kurmanciya Jorîn jî xuya bikirana. Helbet, dil dixwest, ku Kurmanciya Jêrîn û zaraveyê nêzîk yê Hewramî-Goranî jî bihatana bibîranîn û aoya raberzînan firehtir bikirana. Bi çar nimûneyên li jêr ezê têbikoþim, ku mebesta xwe zelal bikim. Peyva veyveke (gelin bi tirkî) bi eþkere bi peyva bûk ya zaraveyên din ve hevkok e (rûpela 29). Mînaka diduyan li ser rûpela 48an tê xuyakirin: kýþlýk (bi tirkî) bi Kirmanckî yi zimistanî  ye. Yan formeya zimistan rastnivîsa zivistan (Kurmanciya Jorîn) û zistan/ zeystan (Kurmanciya Jêrîn) þirove dike, çûnke dibe belgeyeke hevguhartina dîrokî ya dengdêrên m û v/w . Balkêþ e, ku etîmologiya vê peyvê bi van bêjeyan ve girêdayî ye: Zîma (“zivistan” di zimanên Slavî de) û Sommer/Summer (“havîn” di zimanên Germanî de) . Lewma li ser bingeha analîzeke weha meriv dikare formeya zivistan di Kurmanciya Jorîn de wek xwerû bipejirîne. Lê eger em bi tenê kýþlýk bixwînin, rêya zimanzanî dixetime. Mînaka sisiyan ji bona qenciya hevberkirina zaraveyên kurdî: Li ser rûpela 84an e yapmak (bi tirkî) nabêje me, ku lêkerên kerdene (Kirmanckî), kirdin (Kurmanciya Jêrîn) û kirin (Kurmanciya Jorîn) di mayeya xwe de yek in û digihijine lêkerên hemwate di zimanên îranî yên din de. Û mînaka çaran: yýl (bi tirkî) hîç peyewendiyeke digel serre (Kirmanckî) û sal (Kurmancî) nîþan nade. Lê ya hewas li vir ev e, ku di zimanê kurdî yê berê de hevguhastina dengdêrên r û l pêk dihat.

Keresteya din di vê beþê de analîza ferhenga “Türkçe-Dersimce Sözlük” ya Huseyîn Çakmak e. Xwediyê vê analîzê birêz Munzur Çem li ser rûpelên 108-115an li ser cîhanbîniya Huseyîn Cakmak radiweste, yê ku çarçoveya Kirmanckî tengtir dike û navê Dersimce (zimanê Dêrsîmê) bi kar diîne. Bê guman, di van mijaran de encamên dîrok û zanistê ji “qenaatê min o þexsî” (gotina Çakmak) giranbuhatir in. Lê îdeologiya Huseyîn Çakmak xwe di tîpa ð tirkî re bera dike, ya ku ew dewsa tîpa x bi kar diîne. Huseyîn Çakmak bi xwe venaþêre, ku: “Çiqas ke destebera mi ra ame, ez çarçewa alfabeta tirkî de menda” (rûpela 111an ya gotara Munzur Çem û rûpelên 106-107an yên ferhengê). Her weha Munzur Çem li ser kêmasiyên zimanzanî jî radiweste, gelek ji wan lawaziya argumentên amadekarê vê ferhengê diyar dikin. Nimûneyeke berbiçav: Huseyîn Çakmak ji lêkerên kerdene û werdene suffîksa –dene- werdigire û ev yek þaþiyeke gelek mezin e, çunke suffîksa rast –ene- ye û kokên van lêkeran kerd û werd in. Dîsan jî Munzur Çem daxwaz dike, ku her rewþenbîrekî Kirmanc çi ji destê wî tê ji bona vejînkirina Kirmanckî bike.

Gotara Roþan Lezgîn “Terxcume û Averþîyayîþê Ziwanî de Rolê Tercumeyî” hinde pirsên teorî û praktîkî dike mijar  (rûpelên 117-121). Wek mînak, birêz Roþan Lezgîn wergeran agahdar dike, ku ew hevokên tirkî yan farsî bi rengekî mekanîk nekin Kirmanckî û cureyên vegotina kurdî bi qelem bikin: “Adýnýzý lütfeder misiniz?” (bi tirkî), “Êsmê þerîfet?” (bi farsî) û “Nameyê to bi xeyr?” (bi Kirmanckî).

Lêkolîna Ehmedê Dirihî “Kirmanckî de Namedayîþê Nebatan” li ser rûpelên 127-132 berdewama nivîsa wî ji hejmara berê ye. Agahiyên birêz Dirihî bi rastî xezîneyek in ji bona hevberkirina zarave û devokên kurdî. Gava min dît, ku hejmareke mezin ji peyvên Dimilî û bêjeyên devoka Serhedê (devera Qersê) yeksan in, ez pê re heyrîm. Rewa ye, ku beþeke van peyv û têgînan ji bilî Qersê û zaraveyê Kirmanckî di devokên din de nayê bikaranîn.

Gotin û îdiyomên Zazakî bûne mijara du nivîsên din. Serdar Bedirxan di “Tayê Îdyomî” de (rûpelên 148-149) weke 30 îdiyomên balkêþ bi rêz dike û þirove dike. Mehmûd Nêþite jî xwe disipêre jêmayiyên devkî li derdora Licê: “Dorûverê Licê ra Tayê Vateyê Verênan” (rûpelên 157-159).

 

2. Beþa Wêjeyî

Di vê beþa han de wêjeya gel, wêjeya nûjen û werger cih digirin. Ji têkstên tomarkirî mirov dikare bi taybetî van cewherên çandî bi nav bike: “Haci” (ji sedsala çûyî, amadekar H. Giran, rûpelên 160-161),  “Semedê Qiçan a Vateyî” (amadekar Xezala Þarikî, rûpela 163) û “Rîpelê Fiqrayan” (henekên gel ji hêla çendîn kesan ve qeydkirî, rûpelên 166-173). 

Di kurteçîrok û helbestên wêjener û xwendevanên Dimilî re hesreta welêt û diltengiya bi þewat derbas dibin. Mînakeke helbesta ciwan û serkevtî:

Þewa tarî ya

Astarê hê ezman a kay kenî

Bêveng û bêpîyeci.

 

Xeyalan ramit mi ser

Xençeranê yin ra dejî rijênî.

Hûnê kenî aya derdî cîgera min a hare

Hûnê zerrîya min a veþayî

Hurdî-hurdî bermena heta siba.

 

Þewa tarî ya

Astarê hê ezman a kay kenî

Xemî înan ez nîya.

(Helbesta “Xeyalî” ya N. Celalî, rûpela 122).

 

Her carekê ku em berê xwe didine xezîneya wêjeya gel, em mêze dikin, ku tê de hêza hindurîn ya bedewbûnê xwe ditelîne. Ne dûr e, ku berxwedana me ya çandî jê tê:

Kuçey ma der û tengî

Qatlixê Hacî qahwerengî

Heywax, heywax, leminey!

Dayey korey, leminey!

(“Hacî”, rûpela 160).

 

Çawa baþ tê zanîn, yek ji megerên pêþkevtina zimên wergerandina wêjeya biyanî ye. Cihê keyfxweþiyê ye, ku kovara “Vate” pencereya edebiyata cihanê vedike. Wisa, li ser rûpela 156an helbesteke Emily Dickenson (1830-1886) ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi Kirmanckî tê pêþkêþkirin. Ji bilî vê, ji pirtûkên teze, yên ku di dawiya kovarê de têne birêzkirin, wergerandina du berhemên payebilind ser Kirmanckî me dilþad dikin: “Notre-Dame a Parîsî” ya Victor Hugo û “Robinson Crusoe” ya Daniel Defoe. Cihê xweþhaliyê ye, ku ev du berhemên klasîkên ewropî bi piþtgiriya Weqfa Kurdî ya Kulurî li Stockholmê ketine nav pirtûkxaneya me ya neteweyî.

 

3. Beþa Hevpeyvînan

Di vê hejmarê de sê hevpeyvînên watedar jî têne çapkirin. Du heb ji wan bi serhildana Dêrsîmê vê girêdayî ne û ji bo belgeparêziya dîrokê gelek giring in: “Ma uza de qir kerdîme” (reportaja Y. Barî Arslan, rupelên 91-94) û “1938 di Ez Dêrsim di Esker bîyo” (reportaja C. Zerduþt Pîranij, rûpelên 96-106). Sernavê hevpeyvîna sisyan “Çewlîgî ra Seydayo Namedar Mela Silêmanî Sipênî-i” (reportaja W.K. Merdimin, rûpelên 134-146) naveroka xwe belî dike.   

 

4. Beþa Agahî û Nûçeyan

Du wêneyên xerabeyên dêrên Ermeniyan (rûpela 89), agahdarî li ser pirtûkan, ku li jorê jî hatibûn bibîranîn (rûpelên 173 û 176) û hinde tiþtên din dikarin li bi siya vê beþê de bêne bicihkirin. Mixabin, di van rojên dawî de nûçeya dadana (girtina) kursên taybetî yên kurdî li Amedê gihiþtine me. Lewma kurtegotara “Akerdiþê Merasimê Sertîfîkaya Kirmanckî (Zazakî)” (rûpelên 150-151) di rewþa îro de dibe þabûna berwext.

 

Paþgotin

Rêjeya pêkhatiyên vê hejmara “Vate”yê gelek balkêþ e:

-         % 63 cih ji bo keresteyên zimanzanî hatine dayin;

-         % 18 ji bo wêjeyê;

-         % 16 ji bo hevpeyvînan û

-         % 3 ji bo agahî û nûçeyên din.

 

Bi gotineke din, armanca bikaranîna Kirmanckî wek zaraveyê nivîskî li pêþiya her tiþtî ye û ji bo vê yekê xebata zimanzan û wêjeneran bêrawestan e. Têbîniyeke din belkî ne bi dilê rewþenbîran be, lê % 90 ji xwediyên nivîsan mêr in.

Zimanê ku di kovarê de tê xebitandin hêjayî pesn û serfiraziyê ye. Her hevokek li ser asta zanistî ye û her peyvek bi destrastî hatiye çapkirin. Heyf û mixabin, ku kêm kovarên kurdî hene, yên ku têsktên xwe di ber çavên pisporên zimên re didin derbaskirin. Lê xebatkarên kovara “Vate”yê xwe di vî warî de diwestînin û lewma Kurdên, ku bi Kirmanckî neaxivin jî, dikarin mêldariya vê kovarê bikin.

Li vir em têne ser pirsa bingehîn: Gelo rewþa yekgirtina zimanê kurdî wê çawa be? Ev pirseke dûr û dirêj e, lê xalên sereke têne zanîn:

-         Hemû zaraveyên kurdî divêt bi þanazî bêne xebitandin û geþkirin;

-         Cawa Kurmanciya Jêrîn (ango Soranî) êdî hatiye standardkirin, wisa jî divêt standardkirina Kurmanciya Jorîn û Dimlî-Kirmanckî-Zazakî jî (her yek di nav xwe de) bi zanistî biqedin;

-             Yekkirina alfabeta kurdî gerek e bikeve rojevê.

 

Di vê pêvajoya avakirinê de kovara “Vate” rêzaniyê dike. Ji ber vê yekê, ew hêja ye, ku bigihîje destê hemû kesên, ku serê xwe ji bo ziman û çanda kurdî diêþînin. Bi baweriya min, eger di her hejmarekê desê-çar rûpel bi Kurmanciya Jorîn û Kurmanciya Jêrîn bi kurtî basa naverokê bikirana, xwendevanên nû wê bihatana qazanckirin.

 

Ji bo daxwazkirinê:

Vate

Þehit Muhtar Mah.

Nane Sok. No: 5/5 Kat: 3

Beyoðlu/Istanbul

Telefon: (90 212) 244 94 14

E-mail: <butkan@mynet.com> û <espar@bredband.net>

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org