Dr.
Zorab Aloian
«Hûn
navekî lê bikin»
Navê
gotarê ji kurteçîrokeke pirtûka "Penaber" tê. Lehengê vê
kurteçîrokê tika dike, ku navê wî yê rastîn neyê nivîsîn. Zorbeya
penaberan jî weha ne: Bi çendîn nav, nasname û dawayên derew ew jahrê
dixin nav tamarê xwe û gav bi gav ber bi xwetunekirinê ve diçin.
Dînamîka
piraniya kurteçîrokên pirtûkê, kurteçîrokên Rojhilatê, bi taybetî
yên wêjeya erebî ya nûjen, diînin bîra me:
Dîroka
bûyerê (ango tiþtên ku berî bûyera sereke rûdane)
Bûyer
bi xwe (digel hêmanên berbiçav)
Derbasbûna
zû ya bûyera sereke
Dawiya
bê dawî (ango dawiya bê çareseriya derdê leheng yan nivîskar).
Dilbixwîn
Dara bîranînên zaroktiya xwe û yên mîna xwe ji devera Kobaniyê û
penaxwazên Kurd li Almaniyayê bi þêweyekî nû, em bibêjin nûjen, diîne
ber çavên me. Edebiyata qenc, bi giþtî hunera qenc jî wisa ye: Mirov þêweyên
teze, þêweyên ku di rojevê de ne û têne pejirandin wek alav dixebitîne,
ji bo ku hestên kûr û ramanên herherî bi xelkê re parve bike. Li vir têkoþîna
Dilbixwîn Dara tê sêrî.
Þanzdeh
kurteçîrokên pirtûka "Penaber" girî û gazinên wêjeya me ya
devikî di derheqa xerîbiyê, xurbetê, dûriyê de diselimînin. Dilbixwîn
Dara lis er navê penaberan qîrîniya hewarê digihîne me hemûyan û lava
dike, ku Kurd xwe ji axa bav û kalan veneqetînin.
Were
em bicêrbînin, ji pênc-þeþ kurteçîrokên cihêreng têksteke yekgirtî
li ser bedbextiya penaberan ava bikin:
Sê
hefteyan, hema bêjin tî û birçî di piþt kamyonekê, di sandiqeke tarî,
teng û veþartî de mam. Her cara ku em digihiþtin sînorekî û deng ji
polîsên sînoran diket, ez di cihê xwe de ji tirsa dilerizîm û dibûm
kulmek hestî, ruhê min dihat li ber devê min disekinî…
Du
polîs hatin, ji min re îþaret kirin ku ez bidim pêþiya wan, ez birim
odeyekê, berê min dane dîwêr, her du destên min bilind kirin, pantolon
ji min danîn, ez þilf û tazî kirim, min çiqas fedî kir, ji fedîbûnê
rûyê min mîna bacaneke sor bû, ew cara yekemîn bû ku ez xwe li pêþiya
hinekan tazî dikim…
Dema
ku ez gihiþtim vî welatê ku min berê digot belkî buhuþtek be, çiqas
derewên mezin hebûn min kirin, ji ber mezinbûna wan derewan êdî min jî
þerm dikir li îfadeya xwe guhdarî bikim…
Piþtre
min çû ji partiya ku min gotibû ez berpirsyarekî wê me, kaxeteke morkirî
stand û bi hev re teslîmî mehkemê kir. Heya niha fêm nakim, bê çawa wê
partiyê ew kaxet ji min re mor kir û tê de nivîsand ku ez berpirsyarekî
bilind ê partiyê me û bi rastî hêzên ewlekariyê li min digerin û
eger ku min bigirin - haþî we – wê min di qûna kûçikê re derbas
bikin…
Gelek
pirsên din ji min hatin kirin, lê min bersiva hemûyan jî ters da, hûn
ya rast bixwazin min tevlihev kir…
Min
mafê rûniþtinê nestand û ji wê demê heya niha hema bêjin ez qaçax
li vî welatî dimînim. Her sê mehan carekê rûniþtina xwe dirêj dikim
û ne diyar e kengî polîs ewê destên min têxin kelepçê û min li
welatê min vegerînin…
[Ew]
reþ dixebitî, her deqe tehlûke hebû ku xwediyê kar wî ji kar bavêje,
ji ber vê yekê jî xwediyê kar çi bigota ew bêdeng dima. Ew bûbû mîna
hêsîrekî, serê þefaqê ji mal derdiket, bi rojava re li mal vedigeriya.
Nikaribû serê xwe bixurîne, axayên gundên Kurdistanê jî wiha li xulam
û xizmetkarên xwe nedikirin…
Ne
xeweke þêrîn, ne xwarineke xweþ, ne aveke paqij … tiþtekî ku mirov
li wir bihêlîne peyda nabe. Xwarina ku Kamp li penaberên weke min belav
dike kûçik jî naxwin…
Min
hinek karên weke belavkirina rojnameyên reklaman, paqijkirina goristanan,
zeviyan, axurên berazan, komkirina zibil û rêxa çêlekan … çi bibêjim,
di otêlan de min avdestxane jî paqij kirin…
Piþtî
mehekê avukatê wî jê re nameyek þand û jê re got ku penaberiya wî
nehatiye pejirandin û îhtîmaleke mezin heye ku polîs ji niþkê ve wî
bigirin û biþînin Tirkiyê…
Ji
tirsa hatina polîsan nediwêribû rakeve, ne jî diwêribû ji hindir
derkeve. Gelek caran fikirî xwe bikuje, lê gelekî ji xwekuþtinê
ditirsiya…
Duh
dostekî ji min re got ku polîsan ew girtine û niha di zîndanê de ye, wê
wî li welat vegerînin.
Bi
hatina vir meriv êdî carekê xwe dikuje – kuþtina mêjî û dildariyê
pêk tê û jiyaneke din, wek ramangîrê Alman Friedrich Wilhelm Nitzsche
digot, ‘li derveyî qencî û xerabiyê’ destpê dibe. Gelo ev jiyana
din, jiyana kambax ji kîjan rawestgehê bi rê dikeve? Dilbixwîn Dara weha
þirove dike:
Ji
bêkariyê, ji bêmafiyê, ji tenêbû û xerîbiyê, ji hesûdî û
fesadiya heval û dostan, ji derdê filan û bêvanan.
Eger
ne henek û kenên dilteng bûna, mirov hew dikaribû li jiyana Kurdên welêt
û Ewropayê mêze bike. Jê bêhtir jî, mirov nikaribû bi saxî û
silametî di nav Kurdan de bijî. Henek, laqirdî, gelte û lixwerexnegirtinên
Dilbixwîn Dara wîjdana me ji tengasiyên hebûnê rizgar dikin. Bi vî
rengî delîveyek li ber me vedibe, ku em bihna xwe firehtir bikin, avê
vexwin û ji alavên êgir dileþq bibin. Lê ji wê bêhtir jî, humora
Kurdewariyê rista berxwedanekê dilîze, berxwedaneke li dijî derdesariya
bê serî û bê binî. Ev berxwedana ji bona xatirê jiyanê ye. Niha em
çêtir têdigihijin, çima di ramangîriya (fîlosofiya) Xaçparêzan de tê
gotin: Yê ku diçerçire nêzîkî Xwedê dibe.
Dilbixwîn
Dara wek wênekêþekî civata Kurdan – çi li welêt, çi li derveyî welêt
- kul û kezebên gelê xwe di nav xwe re derbas dike û pê giyanê xwe diþo
û tev me li çareseriya çandî digere. Belê, hema wisa ye: Di her kurteçîrokekê
de cefa û ken, merivên bargiran û merivên devken ji hev ne cuda ne, ew
bi hev ve girêdayî ne. Mînaka berbiçav di kurteçîroka "Þêx Mirîþkê
Naxwe" de heye. Þêxê, ku jinên gund ji nexweþiyan qenc dike, piþta
wan mist dide, lê beden û giyanê xwe ji wan cewaz dihêle – di
xewnerojekê de dibe mêvanê axiretê û bi horiyan re þa dibe.
Di
"Pira Sîratê" de xoceyên nû reve-rev ji gundê nebaweran
dipekin. Pirsên gundiyên yeman, hevroþkariya wan e zîrekane, helwêsta
wan e bi henek û laqirdî mejî û pêþbîniyên meleyan vala derdixin.
Bê
guman, ev herdu têsktên binavkirî û hinekên din ne li ser penaberan in.
Ev kurteçîrokên retrospektîv in : Penaber jiyana welêt diînin bîra
xwe û rabirdûya xwe ji nû ve jîndar û nemir dikin:
Min
birîna kevinbûyî careke din vekir
("Negirî, jiyan hîn jî xweþ e").
Hinde
caran Dilbxiwîn Dara wateya bihnvedanê ji keserên penaberan dide bîranînan:
Berî vê bi hefteyekê malbata min hinek wêneyên xwe ji min re þandibûn, di nava wan de Mistik jî hebû. Dema ku çavên min li sûretan ketin, ev çîrok hate bîra min ("Solên Mistikê").
Di
«Solên Mistikê» de Dilbixwîn Dara temaþekirina televîziyonê ji hêla
zarokan ve wek êþkenceya zor nîgar dike. Zarokên, ku berê xwe didine
mala Mistikê, li wir rastî hemû cure minet û bêsinciyê tên û ji bona
xatirê temaþekirina televîziyonê gefan dixwin. Ne dûr e, ku parvekirina
vê serboriyê rûpelên herî ciwan û payebilind yên pirtûkê ne. Di van
hevokan de Dilbxiwîn Dara zimanê rojnamevaniyê, ferhenga rojane ji bîr
dike û xwe diavêje nav deriyaya bîranînên deng, bihn, awir û dilêþiyê.
Bi hostatiya xwe ew pir nêzîkî nivîskarê fransî Marcel Proust dibe, yê
ku bi wêneyên bi vî awayî navdar e. Pêþtirî wê, cureyê birêzkirina
bîranînan li ser bingeha wêjeya cîhanî ava bûye. Bes e, eger em li
romanên "Zaroktî" ya Tolstoya yan "Heftê salên min"
ya Mîkayîl Nu’eyme (ji Lubnanê) binêrin.
"Rojiya
bavê min" jî nivîseke retrospektîv e, basa xweçerçirandina Kurdên
bawermend di meha Remezanê de dike, gava:
ji
tîbûnan zimanê bavê min bi ezmanê devê wî ve dizeliqî. Lêvên wî
diqeliþîn, çavên wî di kortikan de winda dibûn.
Helbet
di kurteçîrokên weha de jiyana rojane lis er xaka Kurdistanê bi êþ, kîn,
gotinên neþîrîn û zilma bê bingeh ve tije ye. Merivên þevkor, nûçeyên
beredayî, qerfên dirawseyan (cîranan), çêr û nifirên xizman. Bi
gotinekê, rewþa ku Marx ji bo Hindistanê þirove dikir: ‘Herkes
dijminatiya herkesî dike’.
Miçhimê
peltek û heþsivik êdî ji xuleka jidayîkbûnê de seqet e, gelo çi pêwîstî
hebû, ku:
dema
ku zarok bû, mezinan henekên xwe pê dikirin û ew di nava civatan de
dikirin qeþmer (Miçhim)?
Cewhera
jiyanê li ku maye, eger:
Li
wê herêmê evîn weke agir bû, tiþtekî qedexe bû
("Hûn navekî lê bikin")?
Axavtinên zilamên welêt jî nîþana bindestî û parçekirina Kurdan e:
Þeþ
heft kes li pêþiya dikanê rûniþtibûn. Hemû jî rojî bûn. Ji xwe re
diaxifîn, suhbet dikirin. Suhbeta wan vê care li ser keça meleyê mizgeftê
bû, ew bi xortekî Êzîdî re reviya bû, û ew jî bûbû mijara þêniyê
bajêr… digotin wî keçik revandiye û çûne Lubnanê ("Rojiya
bavê min").
Lê
tiþtek bala me dikiþîne û dilê me bi hêvî dike: Zarokên welêt bi kînê
tevnagerin, ew di anv hev de dostaniya azad û dilsoz diparêzin.
Dilbixwîn
Dara þêweyê fantasmagoriyê jî li ser asteke serkevtî dixebitîne. Ji
bo nimûnê, Hecî Wîskî ji ber sermestiya bêçare berê xwe dabû heccê,
lê tema wî dîsan jî dikiþande wîskî.
Di
"Windabûna Nivîskarekî" de Dilbixwîn Dara bi rengekî nerm
taneyan li Kurdên Bakur dide, ji ber ku ew bi zimanê zikmakî naxwînin û
rêza rewþenbîran yekcar nagirin. Lê ew kevirekî jî diavêje mala wan
nivîskaran, yên ku dîrok û siyaseta dewletê li ber çavan nagirin û
rexneyên giþtî li gelê xwe digirin. Hên li welêt, lehengê kurteçîrokê
Dilyar digihîje vê hizirê:
Ji
ber ku pirtûkên wî yên bi kurdî nehatibûne xwendin û weke yên bi
zimanê tirkî fereh belav nebûbûn, dilê Dilyar ji Kurdan jî sar bûbû,
di dema suhbetên edebî de ji hinek dostên xwe yên nêzîk re wiha digot:
"Em Kurd nabin însan, li bakur em bi qasî bîst mîlyonan in, lê
rezalet… belê hevalno rezalet ! Kesek bi kurdî naxwîne, qîmetê
nadin zimanê xwe, kesekî ku qîmetê nede ziman, edebiyat û çanda xwe,
de ka bibêjin wê ji bo welatê xwe çi xebatê bike ?!"
Bê
guman, ev gazin di koka xwe de rast in. Lê seyr bikin, çawa Dilbixwîn
Dara bi rexnegirê gel dikene: Bi kenekî tengawî û xemgînî!
Lehengekî
din, herçend dûrî siyasetê be jî, di emrê xwe de li Cezîrê carek
hatibû girtin û êþkencekirin. Lê ev bûyer jê re dibe nasnameya
Kurdewariyê:
Ew
diçû ku derê behsa berxwedana xwe û îþkenca li qereqola polîsan
dikir… Her
yekî ji aliyekî ve guh lê germ kir :
-Yekî
weke te ku ji dest dijmin lêdan dîtibe, mafê wî nîne xwe bide paþ ("Bombeya
Þêxmûsê Mêrdînî").
Hêjayî
gotinê ye, ku hevîrê kurteçîrokên Dilbxiwîn Dara di çarçoveya
pelseng, ango balansa wêjeyî de ye; di warê cîh û zeman de hevîrê têkstan
lihevatî ye. Her tiþt di cihê xwe de ye: Bûyer li himber gotinan, gotin
li himber hestan, hevok li himber wextê vegotinê.
Di
nîgarkirina têkiliyên di navbera neteweyan de li kampa penaberan li
Almaniyayê, Dilbixwîn Dara tîran berdide Alban (Arnawit), Qerecî, Polonî,
Alman û Kurdan jî. Bi sersamî em texmîn dikin, ku penaxwazên ne-Kurd bê
rû ne, bê nav in, bê êþ û derd in. Bi tenê aliyekî wan heye: Ew nûnerên
neteweyan in. Rewa ye, ku ev nêzîkbûn di warê siyasî de ne dirûst be (political
correct bi înglîzî û politisch korrekt bi almanî). Gelo
Dilbixwîn Dara bi maf e, ku bi vî awayî helwêsta xwe li ser kaxezê bihêle?
Lê
pêþê em pirsa din bidin: Dadwer kî ne? Ne
ev Rojavayî (li vir basa Almaniyayê tê kirin) ne, yên ku prensîpa
rastgotina siyasî bala dikin, lê di heman demê de jin, zarok û zilamên
ji zilmê reviyayî dixin nav rewþeke bêhurmet? Fermo, beþek ji wêneyên
dojeha giyanî, ku navê kampa penaberan lê ye:
Di
metbaxê de li ser dora çêkirina xwarinê jinan her roj bi porê hev
digirtin û hev di nava avê de vediqevizandin, piþtre jî mêrên wan bi
hev diketin, hev didan ber kêran û birîndar dikirin ("Windabûna
Nivîskarekî").
Lê
belê, dîmenên natûralîst di pirtûkê de pirr in, belkî zêde ne jî.
Ew carinan çavên me nearam dikin. Xuya ye, ku nivîskar bi wêneyên natûralîszmê
ve bi mebest xweþawaza sohbetkirinê diþikêne. Lê helbet nivîskar karibû
ne wisa kese û eþkere dada lehengan derxe. Ji bo vê yekê rengdêrên li
ser tiþtên din – wek çilmisandina belgan, rewþa hewayê û giriyên
minminîkan – wê çêtir nêzîkbûna nivîskar diyar bikirana. Em bala
xwe bidine çar-pênc nimûneyên ji kurteçîrokên cewaz:
Pozê
wî dirêj û zirav bû, pirça poz û simbêlan di nava hev de winda bûbûn,
guhên wî bel û pan bûn ("Solên
Mistikê").
Navê
wê Fatme bû… mêrê wê di þerê Qubrisê de miribû. Jineke piþtxûz
bû, poz bi deq bû, du diranên wê yên pêþîn zêr bûn, devekî mezin
li ser bû, di nava lêvên wê de her demê cixareyeke vêxistî hebû,
weke mêran dikiþand, ji jinekê zêdetir teþbîhî mêrekî dibû ("Windabûna
nivîskarekî").
Navê
diya Rewþenê Gulê bû… Jineke
qelew bû. Cixarkêþ bû, ji kiþandina cixarê diranên wê zer dikirin.
Cixare ji devê wê nediket, rojê belkî pêncî cixare dikiþand, te kengî
ew bidîta cixare di devê wê de bû ("Negirî,
jiyan hîn jî xweþ e").
Jina
Muslim, pîreke nêzîkî 60 salî ye, diranên di devê wê de taxim in, rûyê
wê qermiçî ye û piþta wê xûz e û ji lingê xwe yê rastê hinekî
kulek e… ew pîr di temenê diya wî de bû ("Rojên
Penaberiyê").
Navê
jinikê Christina bû, temenê wê nêzîkî li pêncî salî kiribû …
dema ku mirov ji nêzîk ve ew didît, bi rastî mirov nikaribû rojekê
tenê jî pê re bimîne. Çermê wê qermiçî bû, hestiyên wê xwar bûbûn,
xwar dimeþiya, binê çavên wê werimî bûn, ji ber ku pêsîrên wê pir
meliqî û biçûk bûn, çûbûn ji xwe re bi sîlîkonan mezin kiribûn ("Eyo
namûsê diparêze").
Eger
birêz Dilbixwîn Dara bi tenê bigota, ku Christinayê bi sîlîkonan memikên
xwe mezin kiribûn – xwendevan wê serwaxt bûna, ku ew jin ne bedew e, ne
jî dilron e.
Nivîsa
paþin "Berî mirinekê careke din we em hev bibînin!" bi
hevokeke, ku dibe encama pirtûkê, destpê dibe:
Derdê xurbetê ji xurbetiyan bipirsin.
Li
vir Dilbixwîn Dara vegera xwe ji bo gundê xwe, dîtina dê û bav û merivên
xwe piþtî pênc salên li havîbûnê bi nermayî nîgar dike. Lê ev nivîs
ji kurteçîrokên mayîn wisa cuda ye, ku minê ew wek ‘pamfleteke
hesreta niþtiman’ bi nav bikira.
Zimanekî
zelal, ne giran û dirûst pirtûkê dixemilîne. Hêjayî gotinê ye, ku
kurteçîrok di warê hunandinê de ne wek hev in. Belkî ew di heyamên
curbicur de hatibûne nivîsandin. Lê di warê dewlemendiya zimên de mirov
dikare kurteçîroka "Solên Mistikê" wek ya here serkevtî destnîþan
bike.
Ji
bo nimûne, li vir em rastî Îzafeta
pakij ya kurdî (bi latînî Status Constructus) tên:
Kobanî
bajarekî deþta Sirûcê ye
(rûpela 19).
Da
ku mebesta min belî bibe, nivîskarên ku ne bi hostatiya bilind zimên
dixebitînin yan li bin bandora zimanên din diafirînin wê bigotana:
1)
Kobanî bajarek deþta Sirûcê ye (bajarek dewsa bajarekî)
2)
Kobanî bajarekî li deþta Sirûcê ye yan
3)
Kobanî bajarek li deþta Sirûcê ye.
Dîsan
jî di vê kurteçîrokê de û di pirtûkê de bi giþtî hinde caran
zayendê mê (navên çem û rûbaran jî di zayendê mê de ne) nayê
bikaranîn:
Kobanî nêzîkî çemê Ferat e (rûpela 19).
Yan
gerek e çemê Feratê bûya, yan jî wek li ser rûpela 79an ava
Ferêt.
Carek
yan du caran bilêvkirin cihê þêweya nivîsînê digire, wek li ser rûpela
28an: navêtibûn dewsa neavêtibûn.
Kêm
caran be jî, lê Dilbixwîn Dara peyv û têgînên kurdî vediþêre û
destê xwe diavêje formeyên biyanî: welhasil (rûpelên 11, 67,
114 û yên din), avukat (rûpelên
14, 18), tuwalet (rûpelên 14, 15), bêsebeb (rûpelên 35,
63 û yên din).
Wek
din, di nav têkstên wêjeyî de kurtepeyvên siyasî û rojnamegerî asta
wêjeyî dadixin: dewsa û hwd (rûpelên 7, 67 û yên din) diviyabû
peyvên xweþik bihatana diyarkirin: û heta dawiyê, û heya
dawiyê, û yên din yan û yên mayîn.
Niha jî ez hez dikim li ser van xalan rawestim, yên ku bi giþtî bi standartkirina Kurmanciya Jorîn ve girêdayî ne û di nav pirtûka "Penaber" re jî derbas dibin.
Berî
her tiþtî, standartkirina Kurmanciya Jorîn hên jî bi dawî nebûye, lê
bi kêmanî di têkstekê de divêt formeyek bê bikaranîn. Wisa li ser rûpela
50an di hevokekê de kiriya malê tê nivîsîn, lê hevokeke din di
pey re kirêya xênî nîþan dide. Belê, herdu cure jî rast in –
kiriya malê û kirêya malê (mîna rêya min û riya min).
Lê xwezil li ser heman rûpelê ev cudabûn rûneda. Her weha navên biyanî
jî divêt bi yekrengî bêne birêzkirin. Wisa, li ser rûpelên 55 û 56an
du variyant xuya dikin – Yoguslav û Yugoslav; li ser rûpela
63an jî Qurucî û Qorucî.
Nivîskarê
Rûs û xwediyê xelata Nobelê Aleksander Soljenîtsîn gava didît, ku
peyva Xwedê bi tîpên biçûk tê nivîsîn, wî ev yek wek ateîzma
arzan bi nav dikir. Ji tahlebext re, birêz Dilbixwîn Dara jî peyva xwedê
bi tîpa biçûk ve destpê dike (rûpelên 11, 31, 79, 106, 107, 108,
111, 123 û yên din). Madem em navên Tirkiye, Kemalîzm, Seddam
û Tehran bi tîpên mezin dinivîsin, bila navê Xwedê jî
bi tîpên mezin be – duniya xerab nabe!
Roja
înê
(rûpela 25) dide xuyakirin, ku peyva În di Kurmanciya Jorîn de bi
þaþî bûye nîvstandart. Ji bo hevberkirinê em dêna xwe bidin, ka di
zaraveyên din de çawan e: Heynî (Kurmanciya Jêrîn, ango Soranî)
û Yenî (Kirmanckî-Dimilî-Zazakî). Ev hersê Înî-Heynî-Yenî
digihijine peyva Azîne yan Adîne wek roja xemilandinê li
gor dabûnerîta Îraniyên kevn. Lewma bi dîtina min, eger nivîskarên
Kurmanciya Jorîn jî “î” têxin dawiyê û bibêjin Înî, Roja
Îniyê - wê rasttir be!
Têbîniyeke
din bi hevokên wisa ve girêdayî ye: Hûn a rast bixwazin (rûpela
63). Em têxin bîra xwe, ku piraniya devokên Kurmanciya Jorîn pronavên
xwemalîn yê (zayendê nêr), ya (zayendê mê) û yên
(gelejmara herdu zayendan) bi lêv dikin. Mamosteyên mezin jî mîna Qanatê
Kurdo û Mîr Celadet Bedirxan bi vî awayî þirove kiribûn. Bi ser de, di
Kurmanciya Jêrîn de ev pronav dibe hî (cudayiya zayendan li vir
nemaye). Koka van pronavên xwemalîn ya dîrokî pronava zimanê
Avestayê hya ye. Lewma standartkirina formeya ê, a
û ên (a min, ê te) hem li dijî nêzîkkirina zarave
û devokan e, hem jî di warê dîrokî de qels e. Wê demê, hevoka birêzkirî
jî wê wisa bûya: Hûn ya rast bixwazin.
Ez
di vê baweriyê de me, ku pirtûka birêz Dilbixwîn Dara
"Penaber" berî her tiþtî bi kêrî xwendevanên Kurd tê. Wêneyên
neyênî ji Alman û Almaniyayê, ji penaxwazên Qerecî, Yugoslav, Polonî
û Kurd wergirtî wê bibûna sedema pirs û þermezarkirinên siyasî. Nîgarkirina
civaka Kurd ya paþkevtî jî wê zirarê bida dilgermiya xêrxwazên me. Lê
ez bi xwe vî zimanê eþkere wek qenciya pirtûkê dinirxînim. Mala
Dilbixwîn Dara ava be, ku gava wî pirtûk amade dikir, wî armanceke weha
danenîbû ber xwe, ku piþtre pirtûka xwe bide wergerandin û navê xwe di
nav biyaniyan de bide nasîn. Mixabin, hinde xwedîqelemên îroyîn bi kurdî
diafirînin, lê li xwendevanên ne-Kurd difikirin û li gor vê yekê têsktên
xwe didine ser hev. Dilbixwîn Dara ji xwe û xwendevanênx we bawer e û li
çavrêniya serhejandina Ewropiyan nîne.
Hebûna
me, ku li ser hîma tunebûnê ye, ji hêla Dilbxiwîn Dara ve baþ hatiye
hunandin. Baþ çi ye? Zimanekî vekirî, yê ku di gelek kurteçîrokan de
dûrî ferhenga rojnamevaniyê ye. Henekên dostane. Omida ku herdem di
dawiyê de dimire. Nivîskarê bi ser salên dijwar re derbasbûyî û ji
serboriyên cihêreng fêrbûyî hesteke taybetî dixe nav dilê me. Ev
hesta han daxwaza Anton Çexov ji bo gelê Rûs diþopîne: Her roj kurmên
bendewarî û koledariyê di bedena xwe de biperçiqînin û jê derxin.
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org