Dr. Zorab
Qewlên
Êzdiyan li ser Hellac
Pêþgotin
Heta niha ji ber
sedemên ramiyarî û îdeolojî rola Kurdan di jiyana nefsî ya mirovahiyê de
wek hûrik û bêkartêkîn hatiye nîþankirin. Raya giþtî ya cîhana pêþvaçûyî
mafên hebûnê ji me nastîne, lê dîsan jî netewayê Kurd wek xudanê þaristaniya
heralî nas nake. Ji bo redkirina vê nîgara nerast Êzdiyatî jî wek
pergaleke hem kevinar, hem jî di dema xwe de reformkirî, dikane karekî bêdubare
bike.
Zargotina Êzdiyan, çawa parçeyeke
wêjeya Kurdan, nîþan dike, ku gelê me rêza mirovên biyanî jî digire û amade ye, ku ji
hizrên nûxwaz û ciwan fêr bibe. Dema Kurdên Êzdî qewlan li ser Sofiyên
bi navûdeng yan pêxemberên buhurî
diafirandin, wana diselmand, ku cîhanbînîna
gelê me ne teng e.
Belê,
cihbûna Sofiyan di bîr û baweriyên Êzdiyan de ne babeteke asan e. Lê mirov
gerek e bipejrîne, ku Hellac karîgariya pir mezin li ser Rojhilata Navîn bi giþtî û Kurdistanê
bi taybetî hîþtiye. Lewma jî gotinên derheqa wî di nav Kurdên Sunnî,
Elevî, Êzdî û Kakeyî de bela bûne. Wusa jî balkêþ
e, ku cemawereke Kurdziman ya navê Hellac lê ye, li ser sînora
Komara Azerbecan û Iranê
dijî. Bi hizra Kurdên
Hellac, berwelatê wan
dilê Kurdistanê, Hekkarî ye.
Mebesta vê gotarê jî du qewlên ayînî li ser
Hellac in, yên ji zarên Êzdiyên Ermenîstanê û Baþûr hatine wergirtin. Têksta
yekem di pirtûka Ordîxan û Celîlê Celîl bi navnîþana „Zargotina
Kurda”, têksta duwem jî di pirtûka Pîr Xidirê Silêman û Þêx Xelîlê
Cindî Reþo „Êzdiyatî“ de hatine weþandin. Hejayê gotinê ye, ku
xwendina qewlên Êzdiyan bi seda salan karê Qewalan bû, lê gel jî wana di bîra
xwe de xwey kiriye. Bêguman, min destûrê neda xwe, ku guhartinan di têkstan
de bikim, û ew bi cûrekî orîjînal hatine pêþniyazkirin.
Sofiyê bi navûdeng
Ebû Muxîs
el-Huseyn bin Mensûr el-Hellac (858-922) wek Mensûrê Hellac, Hellacê Mensûr yan Huseyn el-Hellac tê nasîn. Malbata Hellac Zerdeþtî
bû, lê bapîrê wî bûbû Misilman. Wusa jî, gelek belge hene, ku bi koka
xwe ew Kurd bû. Hellac
gelek kiriyametên berbiçav dikir û
di nav gelê Bexdayê û hemû Rojhilatê de ji xwe re dostan çê kiribû. Lêbelê,
hizrên wî yên Sofî ne herdem ligor Islamiyeta fermî dimeþiyan
û lewma Hellac gelek neyaran jî ji xwe re peyda kirin, bi taybetî di nav
mella û rêvebirên Bexdayê de. Ji ber vê yekê û bi sedema gotina wî ya
navdar: Ene el-Heqq (Ez Rastiya Xwedê me) ligor biriyara dadgeha Bexdayê,
Hellac hatibû kuþtin.
Bi
dû kuþtinê, piþtgiriyên wî di wê baweriyê de mabûn, ku ewê hê vegere
û heyfa xwe û hejaran hilde. Helbestavanê Ereban yê mezin, Ebû l-‘Ela
el-Me‘errî di sala 1008 de, yanê 86 sal bi dû dadgeha Hellac, li Bexdayê
temaþe dikir, ku hinde kes hêviya vegerandina Hellac bûn û di baweriya
hiþk de bûn, ku ewê ji ava Dîclayê rabe.
Wek din, dîroknasê bi navûdeng el-Îstexrî dinvîsî, ku gelek
fermandar, katib, dadwer û serokbajêrên Rojhilatê bawermendên xwedavendiya
Hellac bûn. Jimara mirovên wusa bi taybetî li Îraqê, Cizîrê û el-Cîbalê
(Kurdistana Baþûr) mezin bû.
Ziman,
Bûyer û Ramanên Qewla
Li Rojavayê nêrînek
heye, ku wêjeya Rojhilatê tijî sembol û hizrên tarî ye. Helbet, gelek tiþtên raz di wêjeya Kurdan de jî hene, ji ber ku hinde peyv û
daxwaz bi eþkere
nahêne gotin. Lê çawa em di qewlên li ser Hellac de jî dibînin, gelek
gotinên nezelal ne bi maneya veþartinê hatine afirandin. Sedema wan pirsên civakî, aborî û ramiyarî ne, yên
îro ji ber dûrbûna zeman
em baþ fehm nakin. Herwusa
jî em têkstên kevin wek ciwan û nihênî dibînin, lê di dema xwe de ew bi
zimanekî normal hatibûne afirandin, bi zimanêkî, yê mirovên wan çaxan
lê dipeyvîn.
Berî her tiþtî, di qewlan de em pir caran rastî sozên dilgermî tên. Kurdên Êzdî gunehê xwe bi Hellac diînin, ji ber ku ew wek dostê hejaran ji zulma dijminan cefê dikþîne.
Di herdu qewlan de, xwîþka Hellac heye bi navê Xecê (têksta
Ermenîstanê) yan Xecîce (têksta
Baþûr): Xeca Xuristanî. Bi rastî tê zanîn, ku xwîþka Hellac hebû, li
Xuristanê jî Hellac propagandeya dînî dikir.
Qewla li Baþûr wergirtî daxeke wusa dike zarên Xecîcê:
Hey Husêno birê minê axretê
Dîsan di herdu têkstan de, Hellac bi vî cureyî banga Þêx Cinêd
dike:
Hey Þêx Cinêdo birê minê axiretê.
Hem Xecîce, hem jî Þêx Cinêd li vir wek Êzdî têne temaþekirin, ji ber ku her mirîdekî Êzdî xwîþk yan brayê xwe yê axiretê heye. Maneya wê ew e, ku têkiliyên giyanî di navbera wan de berî jidayîkbûnê hebûn û wê pey mirinê jî berdewam bin.
Hizra xwîþk yan brayên axiretê nêzîkî biraderên Kakeyan e, lê li ba Kakeyan çend kes peymana xwe dikin, ku bi dû mirinê wê yekgirtina xwe nebirin. Bêguman, ew dabûnerîteke kevinar e, ya bi koka xwe digihîje þaristaniya Îrana Kevin, bi taybetî bîr û baweriyên Skîthan.
Di
herdu têsktan de Xecê basa mêvanekî dike:
Li vir bûyereke rastî xuya
dike: dema Hellac hatibû girtinê, þagirtên wî bi lez diçûne Xuristanê, ku piþtovanên
wî tomar bikin. Herçendî ew ser neketin jî,
armanceke wusa li ba wan hebû.
Di têkstan de, Xecê dike-nake, nikane Hellac ji Bexdayê derîne: Huseynê
Hellac bi aramî û dilsarî hêviya girtina xwe ye. Di rastiyê de
jî wusa bû, çûnke Hellac baweriya xwe nedibirî û digot, ku Xwedê wê wî
di zehmetiyê de tenê
nahêle. Kurdên Êzdî, wek gelên din, dibêjin, ku çaxê bi dû dadgehê,
neyarên Hellac keviran diavêjinê de, Þêx
Cinêd newêre alîkariyê
bidê û gulek diavêje wî de. Lê em dizanin, ku Þêx
Cinêd (Cuneyd el-Bexdadî)
hê di sala 910 de emrê Xwedê kiribû û Sofiyekî din, eþ-Þîblî,
gul avête Hellacê cezakirî. Ji
bo me ne gelek zelal e, gelo çira hem Kurd, hem gelên din dewsa eþ-Þîblî,
Cuneyd el-Bexdadî neheq dikin?
Êzdî ji bo Hellac
tengav in: di jiyana xwe de ew herdem ji bo alîkariyê bide xelkê amade
bû, lê çi di dadgehê de,
çi piþtî biryar
hate standinê, tukes nehate aliyê wî.
Wusa jî babeta xwînê
di felsefa Hellac de girîng e. Di dadgehê de, Hellac çend caran
risteya “Allah fî
demî” ("Xwedê berpirsiyarê xwîna min e" bi maneya “Ez ne
sucdar im”) dubare kir. Ligor
legendeke Rojhilatê, wextê leþê
Huseynê Hellac parçe-parçe
dikirin, xwîna wî rêjiya erdê û 84
caran navê Allah lê kir, ji ber ku 84 kes biriyara kuþtina Hellac
anî bûn.
Diyar e, ku di bîranîna
civakî ya Êzdiyan de babeta “Hellac û xwîn”
hatiye xweykirin. Qewlê Êzdiyan bi rengekî mecazî wusa þirove dike:
Lê çi dibe, bila bibe,
baweriya Hellac naperçiqe:
“Sur” di Sofîzmê
de dilþadiya
kûr e. Hellac
serfiraz e û dixwaze bibêje,
ku kêfxweþiya dijmin
û peyketiyên wî pûç e.
Bi nêrîna Hellac, þabûna
dirûst ji Yezdan tê û ew xwediyê vê þabûnê
ye.
Babeta avê jî di dabûnerîtên cudah-cudah li ser Hellac de rola mezin dilîze. Misilman, endamên Mandeyan, grûpeke dînî, û cemawerên din dibêjin, ku xwîþka Hellac di ava Dîclê de xwe þûþtibû, bermayên brayê xwe daqurtand, giran bû û piþtî 9 mehan kurek anî. Di variyanteke gelerî li ser Mem û Zîn de jî pêwendiya avê û zayînê bi eþkere dibe. Lê ligor zanîna me, kevintirîn nivîsarnasî, ku zarokanîn ji ketina di nav avê de çê dibe, ji dînê Zerdeþtiyan tê. Di pirtûka Avestayê de tê gotin: berî kutaya cîhanê keçeke bêguneh di avê de wê xwe biþo û Mehdî bi navê Astvat-Ereta wê jidayîk bibe.
Koka nêrînên wusa girîngiya avê ji bo pakijmayînê, hênikbûna
beden û giyanê, parastina dijî nexweþiyan û hiþiyarbûna taqetê ye. Qewlên Êzdiyan jî
avê bi jîndar dikin:
Vê çaxê
Xecê dixwaze avê bide sekinandinê:
Ev jî risteyeke mecazî
ye: li Bexdayê du
civak hene, yek baweriya xwe bi Hellac diîne, ya din jî koma neyarên wî ye. Balkêþ e, ku li vir em dîsan carekî qonaxa têkiliya
zargotina Kurdan û qewlên olî dibînin. Xecê bi van gotinan ve nêzîkî avê
dibe, yên gel bawer dike, ku ji Feqî Teyran (1307-1375) wergirtiye:
Feqî
Teyran û Av
Lêbelê, xelk hêvîdar e,
ku Hellac wê vegere û ji çavên nepakan re biîne:
|
Em dizanin, ku Îsa di cîhanbînîna
Hellac de roleke taybetî
dilîst. Li ser serê Îsa
jî tacek wek nîþana
Xwedawendiyê xuya dikir û
Êzdî bi curekî werxas diselmînin, ku Hellac çav
dida Îsa:
Helbet,
di têkstên
Êzdiyan de peyvên Erebî, bi taybetî bi Sofîzmê ve girêdayî, hene. Lê
gelek caran ew wusa hatine guhartin û Kurdkirin, ku koka wan êdî xuya nake:
Peyvên Erebî bi rengekî dewlemend kêrî raman û
helbesta dînî hatine: sivê (sibê),
qal
(axaftin), þer (ceng), êv e (eyb e, þerm e), neecêve (ne ecîb e, ne behetî
ye),
ber
hesêv e (ber hesab e, yan biryara cezakirina te hatiye girtin). Bi xwe navên
Huseyn û Xecê jî ne Kurdî ne. Kê çi dibêje, bila bêje, lê zimanê me
mezintirîn desthilata me ye!
Nêrîneke dawî derheqa zimanê têkstan. Qewlên Hellac jî wek piraniya çanda me nirxandina lêkolîneran rastûdirûst der dixin. Cudahiya Kurdan û Ereban ew e, ku gelên Samî (Semît) pêdviya qanûn û sînoran in, lewma kaþa (wezna) qasîdên wan girtî ye: dixwazî-naxwazî di çarçoveyên destnîþankirî de biafirîne. Lê Kurd dilvekirî û seraza ne: heta bîhna xwe hil nedin, risteyên helbestan kuta nakin. Bêguman, ev nêrînek ji bo wêjeya devikî ye û di qewlên Hellac de jî xuya dike:
Husên
li Helace,
Ewî vexwaribû ji kasa sîh û mîlance...
Husênî
serê xo dikire armance.
Paþgotin
Zargotina Êzdiyan
diltengiya dost, þagirt
û piþtovanên Hellac
dema dadgeh û kuþtina
wî dighînin me.
Ew girîngiya dîrokî,
civakî, ramiyarî û felsefî diyar dikin û diyardeyên
edebiyata bedew di nav xwe da xwey dikin.
Lêbelê, Kurdên Êzdî
hinde tiþtan serzêde
dikin, daku Hellac di naveroka civaka xwe de cihbicih bikin:
Hêjaiyê gotinê ye,
ku dijî veqetandina demdirêj di navbera Êzdiyên Ermenîstanê û Baþûr de,
hevîra herdu qewlên Hellac yek e. Ev
jî belgeyeke hêza wan ya wêjeyî
û giyanî ye, belgeya hêza
þaristaniya Kurdistanê ye.
Ev
gotar parçeyeke xebata min e, ya
bi tevayî di kovara „Lêkolîn“ de
wê bê weþandin.