Dr. Zorab Aloian
 “Spiritus Loci – Pîrê Cih” 

Raporta Dr. Zorab Aloian li ser Konferansa Ohridê 

(Komara Makedoniyayê), 14-17ê Îlonê, sala 2006an
 
 

Konferansa Ohrid 2006

Komîteya Wergerandin û Mafêna Zimên ya PENa Navneteweyî yek ji çar Komîteyan e û Navenda PENa Makedonî serperêþtiya wê dike. Navenda PENa Makedonî - bi alîkariya dilfirewan ya Wezareta Rewþenbîriya vê dewletê - kar û barên wêjeyî û rêxistinî hildane ser milên xwe. Bi pistepistên piþ kulîsan nûçeyek belaw bûbû, ku Wezareta Rewþenbîrî her sal weke 2 mîliyon Euroyan ji bo PENê terxan dike. Bê guman, amadekirina konferans û kongreyên PENê, pêþwazîkirina nivîskarên bi nav û deng yên cihanê, wergerandina wêjeya Makedonî ser zimanên din di xizmeta gel û çanda Makedonî de ne. Wek mînak, bi piþtovaniya Navenda PENa Makedonî helbestên mezintirîn helbestvanê vî welatî Mateja Matevksi hatine wergerandin ser zimanên þeþderê mîna japonî û înglîzî, fransî û tirkî, îtalî û portugalî. Wek din, bajarê Ohridê, yê ku li ser kenarên deryaçeya (gola) Ohridê hatibû avakirin, ji ber romaneke hollandî “Zemawenda li Ohridê” ji aliyê xwendevanên hollandî ve tê hezkirin. Di encamê de ji ber ciwaniya vê têksta wêjeyî, her sal bi dehan hezaran Hollandî ji bo gernîþê (tatîlê) têne Ohridê. Cihê gotinê ye, ku ji ber van çalakiyên hereyî yên Navenda PENa Makedoniyayê, Komara Makedoniyayê bi nifûsa 2 mîliyon kesan (ji wan hejmara Makedoniyan bi tenê mîliyon û nîvek e) di meydana gerdûnî de nîgara xwe werar dike.  
Belê, Komîteya Wergerandin û Mafên Zimên ya PENa Navneteweyî her sal konferansan li bajarê Ohridê, Komara Makedoniyayê, derbas dike. Heta niha Cihgirê Serokê Navenda PENa Kurd birêz Mustefa Reþîd nûnertiya Kurdan li Ohridê dikir. Îsal Serokê Komîteya Wergerandin û Mafên Zimên û Sekreterê Navenda PENa Kurd Dr. Zorab Aloian beþdarî Konferansa Ohridê bû. Gotina latînî spiritus loci babeta sereke ya Konferansê pêçâbû. Spiritus loci bi kurdî tê wateya Pîrê Cih, Giyanê Cih yan Cihê Pîroz. Peyva ‘pîr’ di çanda me ya kevnare de bi koka xwe bi peyva ‘spiritus’ (giyan) ya Hindo-Ewropî ve girêdayî ye. Bi ristekê mirov dikare wisa babeta Konferansê rawe bike: Ji afirandina wêjeyî re rewþek, cihek û sermedariyek pêwîst in. Eger ev rewþ, cih û sermedarî bêyom bin, wergerandin û parastina zimanan dikevin nav aloziyan.  

Beþdarên Konferansê

Danûstandinên bi Mêvanan re  
Îro 142 Navendên PENê yên neteweyî bi fermî têdikoþin, ku deriyên wêjeya xwe ji cîhanê re vekin. Ji wan 57 Navend di çarçoveya Komîteya Wergerandin û Mafên Zimên de beþdarî xebata parastina ziman û wêjeyên xwe dibin. Lê ji ber sedemên curbicur bi tenê 12 Navendên neteweyî çeleng in û nûnerên xwe diþînin Konferansên Ohridê. Cihê þanaziyê ye, ku Navenda PENa Kurd wek yek ji Navendên jêhatî û xebatkar tê pejirandin. Ji ber vê yekê, xwediyê vê gotarê bi çavekî fêrxwaz û perwerdexwaz bi nûnerên neteweyên din re dida û distand, da ku saziyên kurdistanî ji serborî û þarezayiya gelên din sûdê bigirin.  

Nûnerê PENa Trieste, yê PENa Kosovo û yê PENa Kurd

Serokê Navenda PENa Bangladeþê birêz Siddique û kebaniya wî sitiya Razia Khanam: „Nifûsa dewleta me 140 mîliyon e, hejmareke zor ya nivîskaran jî li ba me heye. Lê di Navenda PENa me de bi tenê 30 endam in. Kesên, ku mêla xwe didin xebata rêxistinî û amade ne, dem û serwextbûna didine tevgera PENê bikin, dibin endam. Lê berî ku nivîskar bibin endam, em salekê wan dikin berendamên fermî. Em li rabûn-rûniþtin, berhem û dîplomatîkbûna wan temaþe dikin û paþê biryara endambûnê distînin. Ango ketina nav PENê ji bona nivîskar û helbestvanên Banlgadeþê bi xwe dibe xelatekeke giranbuha.“  
Sekreterê Navenda PENa Kosovo birêz Agim Gjakova: „Navenda me nû hatiye pejirandin. Her çend dijminatî di navbera Alban (Arnawut) û Serbên Kosovo de gurr bûbe jî û her çend % 94 niþtecihên Kosovoyê Alban bin jî, me bi zanebûn du zimanên fermî ji bo xebata xwe hilbijartine – Albanî û Serbî. Lê du kêmasiyên mezin li pêþiya me hene. Yek: Kêmbûna nivîskarên, ku bi zimanên fermî yên PENê bizanin, bi taybetî zimanên fransî û spanî. Didu: Maldar û karsazên Alban li Kosovo çalakiyên PENê wek hêja nabînin. Wisa, berî çendekê ez çûbûme banka me ya sereke û min ji wan alîkarî daxwaz kir. Xebatkarên bankê çavþaþ man, her wek min tiþtekî bêwate gotibe. Em dîsan jî tevdigerin û geþbîn in. Rojek wê bê, desthilatdar û karsazên Kosovo wê delîveyên bi rûmet ji me re vekin. Ewê têbigihijin, ku ev pencereya rewþenbîriya me ji bo derve ye, ango pencereya her welatparêzekî Kosovoyê ye.”  
Serokê Navenda PENa Portugalî birêz Casimiro de Brito: “Bi mebesta rêkûpêkkirina xebata PENê me hinde biryarên neasayî bi cih kirine. Ji aliyekî ve, kesên, ku pereyên endametiya xwe ji bîr dikin û nadin, divêt berpirsyariyên taybetî hildin ser milên xwe û di rêya xebatê re Navenda PENa Portugalî xurt bikin. Ji aliyê din ve, me merceke endambûnê daye nivîskaran: Divêt Interneta wan hebe û ew çend rojan carekê li e-mailên xwe mêze bikin. Piþtî van gavan xebata me sivik û xweþ bi rê ve diçe.”  
Sekreterê Navenda PENa Swîsrî-Almanî birêz Rafaël Newman: “Sîmayê her Navendeke PENê bi beþdarbûna kesên biyanî geþtir dibe. Ez bi xwe ne Swîsrî me, ez ji Kanadayê hatibûm Almaniyayê û li wir ez bi jineke Alman re zewicîm. Koka malbata min Yahûdiyên Rûsiya, Poloniya û Almaniyayê ne. Niha ez li Swîsrayê dijîm, zarokên min li wir diçin dibistanê, ez têkstên wêjeyî diafirînim û bi keyfxweþî di Navenda PENa Swîsrî-Almanî de wek Sekreter kar dikim. Hem ji bona min ev serberzî ye, hem jî ji bona nivîskarên swîsrî ev bûye nîþana cîhanbîniya vekirî.”
Cihgirê Serokê Navenda PENa Slovenî birêz Ivo Frbežar: “Navenda PENa Slovenî karîbû risteke dîplomasiya gewre bilîze. Êdî bi dehan salan e, ku em li Bledê civînên wêjeyî amade dikin. Dîplomat û rewþenbîrên Amerîkî û Sovyetî, niha yên Çînî û Amerîkî û dewletên din di rêya Konferansên Bledê re zemîna nermbûna têkiliyên ramyarî radixin. Ji bo vê yekê, nivîskar û rewþenbîrên me bi hîç kes, netewe yan rêxistinê re kînê najon. Em xwedî berhemên giranbuha û nûnerên payebilind pêþwazî dikin û li serkevtina wan wek li serkevtina xwe dimeyzînin.”  
 

Nûnerê PENa Bask, yê PENa Kurd û yê PENa Siwêsrî-Almanî

Seroka Navenda PENa Trieste sitiya Patrizia Vascotto: “Bajar û herêma Triest ser sînorên dîrokî, çandî û siyasî ye. Navê bajarê me nîv-slavî û nîv-îtalî ye. Li bajarê me 4 ziman tên axavtin û bi her çar zimanan jiyana wêjeyî didome: Îtalî, Fruliyanî, Slovenî û Almanî. Ez bi xwe Îtalî me, lê min zor da xwe û ez fêrî zimanê slovenî bûm. Ji bo vê mebestê ez diçûme kursên zimên li Sloveniyayê û niha ez bi herdu zimanan helbestan dinivîsim: Bi îtalî û slovenî. Em her tiþtî dikin, ku li himber tûjbûna siyasî û nijadperestiya hinde Îtaliyan, çandên kok-Triestî winda nebin. Parastina çandên cihêreng di destê xweþmirovên cîhandîtî de ye.”  
Dr. Zorab li warê pîroz SIVÊTÎ NAÛM
Endamê Navenda PENa Japon, professorê zimanê fransî û serokê Rêxistina Haiku ya Cîhanê birêz Banya Natsuishi: “Em bi dil û can bixêrhatina hemû wêjevanan dikin, yên ku bi zimanên xwe Haiku (cureyê helbesteke kurt ya japonî) diafirînin. Em gewrekovareke salane “World Haiku” bi zimanên van helbestvanan û japonî diweþînin. Em konferansan jî derbas dikin û dildarên Haiku vedixwînin Japoniyayê. Bi vî awayî em mijar, reng û ferhenga Haiku dewlemendtir dikin û evîna helbesta japonî dixin nav dilên afirînerên Rûs û Kroat, Bulgar û Çîn, Amerîkî û Argentînî. Eger helbestvanên Kurd hebin, yên ku bi kurdî Haiku didin ser hev, ew dikarin malpera me vekin û min agahdar bikin: <www.worldhaiku.net>”.
Endamê Desteya Birêvebir ya Navenda PENa Bask (Euskal) birêz Paul Bilbao-Sarria: “Ez beþdarî Konferansekê li Amedê bûbûm û di GünTV de axivîm. Xebatkarên vê televîziyonê ji min tika û lava kirin, ku ez peyva Kurdistan bi lêv nekim. Lê ji ber ku ez biyanî bûm û min xwest tirsa wan biþikênim, min bi zanebûn di hevpeyvîna xwe ya televîzioynê de gelek caran basa Kurdistanê dikir. Ez pirê caran tême vexwendin û seredana deverên mîna Amed, Irlanda û yên din dikim. Li wêderê ez bi awayekî tund û aþkera rexneyan li rewþenbîran digirm, gava ew bi zimanên desthilatdaran diaxivin. Me planeke vejînkirina zimanê Baskan daye ber xwe. Ev plan bi þêweyekî rêk û pêk di kovara DEHAToKIA de tê þirovekirin. Çar xalên giring ji vê planê: 1) Di hemû goftugoyên siyasî de pirsa ziman ya sereke ye; 2) Em hergav daxwaz dikin, ku girtiyên Bask ji zîndanên Spaniyayê derbasî gritîgehên herêma autonom ya Bask bibin, da ku ew zimanê zikmakî serbesttir bi kar biînin; 2) Hemû þagirtên dibistanan di herêma Bask de divêt fêrî zimanê me bibin, nijada wan çi dibe bila bibe; 3) Em kêmtir bala xwe didine bûyerên rabirdû û dîroka çewsandina Baskan; tiþtên çûyî êdî çûne û niha armanca me paþeroj e; 4) Em kursên zimên di her taxeke bajêr û her gundekî de vedikin. Niha % 25 ji Baskan bi zimanê dayikê diaxivin. Lê eger herçar xalên destnîþankirî pêk hatin, li gor baweriya me, piþtî 15-20 salan hejmara wan wê bibe % 31. Ev dîsan jî têra me nake, lê ji bo destpêkê giring e.”  

Birêveçûna Konferansê

Di þeva pêþin de Serokê Parlamenta Makedoniyayê birêz Ljubisa Georgievski bi resepsiyona astbilind pêþwaziya beþdaran kir. Dema dor hate Navenda PENa Kurd birêz Georgievski, yê ku di dema xwe de derhênerê þanoyê bû, ji min pirsî: “Rewþa Kurdan bi giþtî û yên li Almaniyayê çawan e? Hejmara Kurdan li Ewropayê mezin e, ne wisa? Wek ez dizanim, Hûn demeke dirêj e, ku li Almaniyayê niþtecih bûne.” Bersiva min ev bû: “Rewþ ne mîna berê xerab e, lê dikaribû çêtir jî bûya. Weke mîliyon û nîvek Kurd li seranserê Ewropayê dijîn û yên li Almaniyayê bi sê þêweyan hatine: Wek karkerên mêvan, wek penaberên siyasî û wek xwendekar”. Birêz Ljubisa Georgievski silava xwe anî sêrî: “Ez bawer im, ku êdî rewþa Kurdan ber bi baþbûnê ve biçe û hejmara Kurdan li welêt – ne li Ewropayê – zêdetir bibe.”  
Di dema resepsiyonê de peyv hate ser giringiya þanoyê ji bo parastina çanda neteweyên bindest. Her wisa karê wergêran bû mijara axavtinê: Niha wergêrên ewropî têdikoþin, ku mîna hevxwediyên pirtûkan (co-author) bêne pejirandin. Jixwe karîgariya wergêran ser têkstê bêhempa ye. Ji min re diyar bû, bi çendî pergala hevkariya wergêran û weþanxaneyan cihê xwe girtiye.
Di roja yekê ya Konferansê de mijara Spiritus loci heralî hate gengþekirin. Her beþdarek bi peyameke kurt têgihiþtina neteweya xwe pêþkêþ kir û di dawiyê de pirs û raberzîn çê bûn. Di roja diduyan de rewþa ziman û wêjeyan hate ronîkirin. Wek mînak, nivîskarekî Makedonî ji Komara Yûnanistanê basa berbendkirina ziman û xwezanîna Makedoniyan li wir anî zimên. Pisporên Înstîtûta Zimên ya Komara Makedoniyayê bi awayekî zanistî beþdarên Konferansê serwext kirin, çima ji welatê wan re bi tenê zimanekî sereke divêt.  
Nûnerê PENa Portugal (serok), yê PENa Kurd û yê PENa Amerîkî
Sekretera PENa Navneteweyî sitiya Joanne Ackerman qelîbotkeke xwe xwend: “Sala par, bi pey kombûneweya Ohridê re, min solên xwe di mêvanxaneyê de ji bîr kiribûn. Eger ez bibêjim, min solên xwe li Fransayê ji bîr kirine, xelk wê bi min bikene. Eger ez binivîsm, ku min solên xwe li Amerîkayê ji bîr kirine, guhdar wê pirsa nirxê solan bikin. Eger min solên xwe li Londonê ji bîr bikirana, kesî bawer nedikir. Lê min solên xwe li Makedoniyayê ji bîr kirine û ev dibe hevîreke newþeyî”. Sekreterê Navenda PENa Kosovo birêz Agim Gjakova ev gotin zivirand ser rêya laqirdiyan “Ji bo me - nivîskarên Kosovo – sol jî pêwîst nakin. Em dirawseyên nêzîk in û dikarin pêxwas seredana Makedoniyayê bikin”.  
Dr. Zorab li pêþiya dêreka Ohrid, ku Tirkan kiribû mizgeft
Cihgirê Seroka Komîteya Wergerandin û Parastina Zimên ramangîrê Katalonî birêz Josep-Maria Terrycabras bala beþdaran kiþand ser xala siyasî: Desthilatdar zelaliyê dixwazin û lewma – ne ji ber dilnepakiya xwe -  alîgirên zimanekî ne. Li gor axavtvanê Katalonî, desthilatdar bi sirûþtî hez dikin, her tiþtî dibin kontrola xwe de bihêlin: Ji bêrîka welatiyan bigire û heta bikaranîna wan ya Internetê. Lê wek prensîp divêt bê pejirandin, ku mafên hemuyan wek hev in: Lewma eger civakek bi zimanekî xwe bipeyve, zimanê wê bi zimanên civakên din re hevmaf e. Birêz Terrycabras mînaka zimanê katalonî yê hezarsalî anî. Ev ziman ji aliyê 10 mîliyon kesan ve tê axavtin û di herêma Kataloniyayê de fermî ye, lê dîsan jî di Yekîtiya Ewropayê de wek zimanekî hevmaf nayê dîtin. Ji bilî vê yekê, bi çendî li Kataloniyayê perwerde bi zimanê katalonî be jî, desthilatdarên spanî rê nadin, ku fîlmên televîziyonan û lîstinên komputeran bi zimanên katalonî, galîsî û bask bêne weþandin. Di encamê de zarok û genc li derveyî dibsitanê bêhtir bi hev re bi spanî xeber didin, çûnke alavên ragihandinê di jiyana wan ya nûjen de rista sereke dilîzin. Li gor Terrycabras, çareserî ne duzimanî, lê sêzimanî ye. Ango ji bo gelên, ku di dewletekê de digel gelên mezin dijîn, duzimanî jî dibe buhujandin (asîmîlebûn). Lê gerek e, ku ji bilî du zimanan zimanekî din jî statusa fermî werbigire. Wê demê hevrîkî ne di navbera zimanên piraniyê û hindikahiyê de be: Bikaranîna sê zimanan wê bibe çavkaniya dewlemendî û pêþkevtinê û aramkirina jihevtênegihiþtinan.
 Ne dûr e, ku dîtina birêz Terrycabras dikare çarçoveyeke nû û dirûst ji Kurdan re jî ava bike. Ji bo nimûne, di Komara Tirkiyê de çi dibe bila bibe zimanê tirkî wê ji zimanê kurdî her xurttir be: Ew zimanê zorbeya gel e û zimanê desthilatê ye. Lê bi pejirandina kurdî û (em bibêjin) înglîzî wek zimanên fermî êdî Kurd bi Tirkan re rûbirû namînin. Êdî hem Kurd, hem jî Tirk divêt xwe ji bo înglîzî biwestînin. Wisa wê dutîretiya çandî di navbera Tirk û Kurdan de asûde bibe.
 
Destkevtên Navenda PENa Kurd
 
Komîteya Birêvebir ya Navenda PENa Kurd û endamên wê bi awayekî hevbeþ raportek li ser rewþa zimanê kurdî di her çar dewletan de amade kirin û di Konferansê de hate xwendin. Bi dû re, Komîsiyoneke taybetî ji bo Kongreya PENê li Senegalê hate destnîþankirin. Ev Komîsiyon wê kêþeyên ziman û wêjeyên neberxwedar di Kongreya PENê ya sala 2007an de awêne bike. Cihê þanaziyê ye, ku Navenda PENa Kurd bi nûnerê xwe birêz Ricardo Gustavo Espeja di vê Komîsiyonê de beþdar dibe û dikare kartekînekê li raberzînên PENê bike. Bi saya xebata xweþbextane ya birêz Espeja endîþeyên Kurdan wê bigihijin beþdarên Kongreya sala 2007an li Senegalê.
Her weha Konferansa Hewlêrê jî hate liberçavdayîn. Ev êdî demek e, ku Navenda PENa Kurd têdikoþe bi Wezareta Rewþenbîriya baþûrê Kurdistanê û PENa Cîhanî re di sala 2008an de Konferansa Hewlêrê li ser Statusa Zimanê Kurdî amade bike. Armanc civandina 30 wêjevan, zimanzan û weþangerên herêmê ye, yên ku statusa zimanê dayikê ji bo Kurdên dewletên dorûber bînin zimên û serboriya Baþûr wek mînak nîþan bidin. Ji aliyê PENa Cîhanî ve asteng tunene. Niha dora Wezareta Rewþenbîriyê ye, ku ew peywira xwe miyaser bike. 
Havileke din ya Navenda PENa Kurd dikare çewsênerên Kurdistanê têxe nav tengasiyê. Bi salan PENa Navneteweyî biryarnameyên fermî ji bo parastina zimanên kêmneteweyan ji Neteweyên Yekgirtî, UNESCO û Yekîtiya Ewropayê re diþandin. Lê bi pêþniyara Navenda PENa Kurd, divêt ji îro pê de ev biryarname û rezolusiyon ji Civaka Dewletên Ereb û Rêxistina Konferansa Îslamî re jî bi fermî herin. Ango ji van herdu saziyan dê bê xwestin, ku ew viyanên hindikahiyan piþtguh nekin. Bi vê pêþniyarê Navenda PENa Kurd hem çar dewlet (endamên Rêxistina Konferansa Îslamî), hem jî bi taybetî Sûriye û Iraq (herdu endamên Civaka Dewletên Erebî) kirin armanc.  
Dr. Zorab di þahiya dawî de
 
Peyama Dr. Zorab Aloian li ser Mijara Spiritus Loci
Birêz sitiya Kata Kulavkova,
Birêz Eugene Schoulgin,
Birêz Josep-Maria Terrycabras,
Beþdarên birêz yên vê Konferansa giring,
Wek Raporta Navenda PENa Kurd jî diselimîne, zimanê kurdî û peyva Kurdistan xwedî dîrokeke dûr û dirêj in. Em bi latînî dibêjin spiritus, ango giyan. Lê Hûn dizanin, ku ev peyv di cîhanbîniya Kurdan de heya îro jîndar e? Di çanda Êzdiyan de tê gotin, ku pîrê her tiþtî heye: Pîrê keviran, pîrê daran, pîrê ajalan, pîrê steyrkan, pîrê merivan – hemû hêmanên organîk û neorganîk. Ne dûr e, ku ramana pîr û spiritus nêzîkî hev bin. Bi kêmanî di warê etîmologî (dîroka peyvan) de ev peywendî diyar e. Kurdên Êzdî dibêjin, ku pîrê pîran jî heye. Wate, eger her kevirek pîrê xwe hebe, tomarkirina keviran jî pîrekî xwe heye. Bi înglîzî meyê jê re bigota superspirit yan jî the overall spirit. Eger em kevirekî yan rûbarekî di ber çavan re derbas bikin, emê bizanin, ku pîrên wan hene. Lê mirov dikare rêya çeman biguhêre, keviran kom bike û biþikêne. Ango pîrên wan jî têkilhev dibin, hûr û gir dibin, digihijin hev û ji hev cuda dibin. Lewma bi nêrîna min, têgîna spiritus loci ne têgîneke statîk e, ne tiþtek e, ku neyê guhartin. Spiritus loci, ango Cihê pîroz mayeyekî dînamîk e, bi bingeh e, herdem di libatê de ye.
"Debance û cigarekiþandin qedexe ne"
Welatek, bajarek yan gundek ji merivan û xwezayê pêk tên. Pîrên wan bi hev re yekî hildibijêrin û dikin pîrê pîran. Ji ber vê hindê, divêt em hebûna spiritus loci bipejirînin. Lê her wisa divêt em heþmend bin, ku bi guhartina xwezayê, mirin û jidayikbûna mirovan pîrê pîran jî tê guhartin.
Di nav me Kurdan de – baþ be yan xerab be – hejmareke mezin ji dîn û olan heye. Qencî be yan kêmasî be, lê hejmareke mezin ji zaraveyan jî heye û hinde bûne zaraveyên standard, hinde jî di nav komên biçûk de têne bikaranîn. Di warê dîrokê de malavayî be yan malxerabî be, lê Kurd bi giþtî û nivîskarên Kurd bi taybetî bê navber û bê wergêr ji wêjeyên Faris, Tirk, Ereb, Rûs, Ermenî û gelên din agahdar in. Jê zêdetir jî, Kurd ji baþtirîn mînakên van wêjeyan hez dikin. Hûn dibînin, di çanda Kurdan de çend pîr têne cem hev û pîrê pîran ji xwe re hildibijêrin? Pîren aynan, pîrên zarave û devokan, pîrên wêjeyên cîranan, pîrên xwezaya Kurdistanê – hebûna wan nivîskarê Kurd dike xwedî keleporeke rengîn. Cihê me Kurdistan e, Cihê pîroz e. Çanda Kurdistanê xwedî firohereke azad e. Wate, em ji spiritus loci yê xwe sipasdar in. Çanda dagîrkeran, parçebûna dîn û zaraveyan ji bo kesên din wê bûbûna sergêjî û rageþî. Lê ji me re ev bûne jêdera afirandina xawên. Ji bo ku hewasa xwendevanan pê bê.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org