Rexnekirina
Cudi
R. Uluç li
ser Pirtûka Hasan Kaya “Bihêle”:
Serincên
Taybet
Berî
her tiþtî ez destnîþan dikim, ku min pirtûka dawî ya birêz
Hasan Kaya “Bihêle” nexwendiye. Lewma mebesta min ne pirtûk
bi xwe ye, lê ev konsept in, yên ku birêz Cudî R. Uluç bi
qelem dike. Digel birêz Hasan Kaya ez demeke dirêj xebata hevbeþ
di Navenda PENa Kurd de dikim, min gelek nivîsên wî yên wêjenerî
û rojnamevanî xwendine û helbesteke wî jî ji bo PENa
Navneteweyî wergerandiye înglîzî. Lewma xalên birêz Cudi R.
Uluç ji min re zelal in. Ez heþmend im, ku rûmetgirtina zimanê
pirtûkan nîþana seretayî ye, eger em basa serkevtin yan
neserkevtina wan dikin. Wek dîtineke giþtî – li derveyî
naverok û zimanê “Bihêle” – ez ferhenga birêz Hasan Kaya
wek dewlemend û xweþik dinirxînim. Xweperwerdekirina birêz
Hasan Kaya di warê zaraveyên kurdî û zimanên din de (di nav
wan de zimanê erebî) jî rêya bixwedîkirina hûnera cîhanî
li ber wî vekiriye. Hêjayî gotinê ye, ku carinan pergala
vegotinê li ba birêz Hasan Kaya lawaz xuya dike û ev yek
ramanan dixe nav geremoleke peyvan. Lewma gotara Cudi R. Uluç
bala min kiþand û ez dixwazim nêrînên xwe yeko-yeko daynim kêleka
hevokên rexnegirê hêja.
Roman
Jakobson zimanzanekî bi koka xwe Rûs bû û yek ji damezirînerên
ramana hevgirtina nîþan û naveroka têkstê bû, ya ku paþê dê
bi navê “semiotîk” bibe bingeha dibistana Moskova-Tartû. Bi
rastî Roman Jakobson hebekî kûrtir ketibû nav peywendiyên
ziman-þander-girtyar: Tiþtên ku tên gotin û di bin gotinan de
têgihiþtin. Di rewþa me de em dikarin mînaka wisa di ber çavan
re derbas bikin. Eger mamosteyê nemir Hêmin dibêje “Aþiqî
çawî kejal û gerdinî pir xal nîm” – mesaja wî ev e, ku mirovbûn û
Kurdbûna wî tenê bi nîgarên evînê ve tijî nabin, dema
netewîtiya nûjen hatiye, ya ku dikare zor û dijwar be. Di vî
warî de rexnekirina zimanê “Bihêle” di nîvê rê de maye:
Ew tenê ser asta zimên rawestiyaye, lê divyabû bêhtir bi
mesajên birêz Hasan Kaya ve girêdayî bûya. Lê dubare dikim,
eger zimanê pirtûkê bi xwe nagihije vê radeyê, ku mirov
mesajan werbigire, nivîsa birêz Uluç di cih de ye.
Têbîniya
min li ser van hevokan: “Her hunermend bi civaka xwe ve, bi zincîrên
çandî girêdayî ye... Lê ku hunermend, di warê hunerê de
bixwaze bibe klasik, gerdûnî, divê bi rêzikên gerdûnî
tevbigere.” Nêrîna ku birêz Hasan Kaya dixwaze bibe klasîk
yan gerdûnî barekî taybet dide ser milê wî. Lê gelo nabe, ku
helbestvan tenê hestên xwe derbirîne? Helbestên hizirî hene,
helbestên hestyarî hene û yên têkilhev jî têne afirandin.
Birêz Hasan Kaya, gava gotinan bi qelem dike, tiþtên, ku wî
eleqeder dikin, bi me re parve dike. Bi kêmanî gava em helbestên
wî yên din dixwînin, awazeke bedew (belkî hebekî giran –
gotina birêz Uluç e) ji êþ û arezûyên kurdî, hêmanên
gerdûnî û dengê dil û dudiliyê me dorpêç dike.
Serinceke
min li ser van gotinên rexnegir heye: “Zimanê kurdî, li
Tirkiyeyê heta îro li dibistanan nebûye zimanê perwerdeyiyê...
Lazim e, zimanê kurdan bi wan bê hezkirin. Mîna berxika ku
biyanî diya xwe bûbe û mirov wan li hev bibanîne. Ev wezîfe -
bi taybetî ji ber ku saziyên kurdan ên perwerdeyiyê tunene -
ya rewþenbîrên (nivîskar, helbestvan) me ye.” Mirov dikare
xebata qelemdarên Kurd wek peywir, ango wezîfe bibîne. Ev nêrîneke
civaka bindest e, nêrîneke bi maf e. Lê her weha mirov dikare têkstan
wek xwe bimeyzîne, bêyî ku berpirsyariya dîrokî bi nivîskar
û helbestvanan ve daleqîne. Ev jî nêzîkbûneke bi maf e.
Lê
ez hez dikim nemaze dîtineke din ya birêz Uluç gotûbêj bikim:
“Ji bo ku rewþenbîr vê fonksiyonê bîne cî þertekî pir
girîng heye. Ev jî, bikaranîna zimanekî gelek hêsan û hevpar
e. Ta ku gel jê fêm bike û lê bibane.” Eger me bawer kir, ku
edebiyat gerek e, bi zimanê, ku gel pê diaxive, binivîse, wê
demê jiyan dimire, rewþenbîrî dimire, Kurdewarî dimire. Gerek
e, gel – her çend ji perwerdeya xwe bi dûr êxsitî – têbikoþe
bi zimanê wêjeyî bipeyve, axavtina xwe ya rojane ciwantir bike.
Min got “wêjeyî” û yekser xweþdengiya zargotina me kete bîra
min, ya ku bûye sekoya nivîsên nûjen. Gel divêt xwe nêzîkî
hunera bilind bike, ne huner xwe herdem daxîne ser asta sade.
Bandora televîziyonên Kurdan ji bo yekkirina Kurmanciya Jorîn bûye
belgeya vê yekê. Were em rewþê absurd bikin û gotinên birêz
Uluþ – bi destûra wî – kelevajî bikin. Piraniya gelê me
li Bakur niha derbasî zimanê tirkî (tirkiya çewt) dibe. Gelo
ji ber vê yekê nivîskar neçar in, bi zimanê nîv-tirkî û nîv-kurdî
biafirînin? Belkî di þanoyan de, di diyalogên romanan de ev
yek rewa ye. Lê berpirsyariya rewþenbîran bêhtir ev e, ku
zimanê me yî kevinare biparêzin, nûjen bikin û gel bikin bîrewerê
bikaranîna zimanekî hêja. Tenê wisa jin û mêrên Kurd
hildikiþin ser asta wekheviyê bi Tirkan û gelên din re.
Ya
dawî lê ne ya giring. Xwendevanên pirtûkekê dikarin mîliyon
kes bin, lê dikare komeleyeke bisînorkirî be. Birêz Hasan Kaya
peyvên nenas lis er kaxezê hîþtibûn jî, emê bi coþ û balkêþiyeke
nû tiliyên xwe têxin nav rûpelên ferhengan. Nizanim, gelo ev
daxwaza birêz Kaya ye yan gotinên cihêreng xwe diavêjin nav têkstên
wî. Nizanim û ne jî pêwîst e, mirov her tiþtî bizanibe. Serî
ev e, ku nivîskar û xwendevan herroj xwe bi pêþ bixin, giyan
û mejûyên xwe bidin xebatê û kêmasiyên xwe (hema di warê
zimên de) sererast bikin. Bêguman, di pirtûkên teze de birêz
Hasan Kaya berpirsyar e, her tîpekê, her gotinekê û her
hevokekê bibirqîne. Da ku em xweþiya xwendinê bistînin.
“Helbestvan,
lazim e xîtabî her kesî bike.” Ev ne gengaz e. Bi ya min be,
ezê li pey helbestvana Rûs ya navdar Anna Axmatove dubare bikim:
Bila rexnegir her nivîskarekî li gor qanûnên, ku wî li ber
xwe daniye, binirxîne”. Ji bo nimûne, eger helbestvan Hasan
Kaya dixwaze giraniya ramanên xwe bide formeya “Tu” – ev jî
mafekî wî yê sirûþtî ye. Bi min formeya “Tu” ji þêweya
“Em” xweþtir tê. Çûnke “Em” hinde caran digihije
wateya “Ewên din, lê bi devê min, hûn jî bikin”. Lê belê
“Tu” aveke sar direþîne ser rûyê Kurdewarên nefsbiçûk:
Bê Paytexto
Çend stêrk þermezar bûn,
Çend sosinan serî tewand li ber te,
Nizanim, çend beybûn giryan bûn li ser birîna te...
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org