Dr.
Zorab Aloian
Zorbeya
lêkolînên li ser dîroka Kurdistanê di nav çarçoveyên “fesal” de
dimînin, ango raberzînên wan li ser bûyer, kesayetî û rewþa siyasî
ne. Ev nêzîkbûna teng bersiva pirsa sereke nade: Kîjan bingehên dîrokî
ji hebûna dirêjxayan ya Kurdan re bûne misoger? Bê ku dîroka kûr ya
Kurdistanê vekolînin, siyasetmedarên Kurd û biyanî wê der-dora çareseriya
kêþeyan biçin û bên, wê pêþveçûnan bikin cangoriyên teoriyên giþtî
û wê di nav dirûþmeyên vala de armancên Kurdan veþêrin. Mînakên
van dirûþmeyan li ber çavan in: Biratiya Kurd û Tirkan, yekîtiya gelên
Misilman, federalîzma erdnîgarî, mafên kêmneteweyan, krîterên
Kopenhagenê… Mixabin, ji van bêkêrtir jî hene.
Ji
aliyekî ve, þaþiyên siyasî hene û ew þaþî ji zanîna kêm tên. Ji
aliyê din ve, rûreþiya berhingaran bi mebest tiþtan destepaçe û
tevlihev dike. Lê ji bilî van herdu tengasiyan, îdeologiya lîberalîzmê
rê li ber þirovekirina berdewamiya dîrokî (bi înglîzî continuity)
digire. Îro ramana lîberalîzmê cihê xwe di gengeþeyên teorî de
girtiye û kartekîneke mezin li ser pevajoya siyasî ya navneteweyî dihêle.
Lewma mirov dikare hebekî li ser vê pirsê raweste.
Lîberalîzm
bala xwe dide sedema pirsgirêkan (ji bo çareseriya dadmendî) û
berjewendiyên aliyan (prensîpa bazara azad di siyasetê de). Aloziyeke
here mezin ya nêrînên lîberal ev e, ku deriyên sembolîk û giyanî nayêne
vekirin. Di çavên lîberalan de, bawerî, wateyên çîvanokên gelan,
peywendiya di navbera dîroka bûyî û dîroka þirovekirî de û bi giþtî
her tiþtekî mecazî ne hêjayî sohbetê ne. Lê belê, mînakên
neteweyên curbicur dibêjine me, ku ev deriyên girtî dikarin
nasnameya serzemanî (transtemporal) biafirînin û bibin sekoya
konsepta serbestiyê. Ji ber vê yekê çêtir e, eger em di warê hêmanên
sembolîk ya Kurdewariyê de agahdartir bibin. Hizrdarên lîberal wan hêmanan
yekcar li ber çavan nagirin. Nemaze çunke
ew ji xwe ne lîberalên Kurd in.
Lê
ramaneke xerabkar heye, ku hên berî lîberalîzmê xwe di nav sedsala 20an
re bera kiriye û bûye prensîpa jiyana navdeweletî. Û bi vî awayî jî
bûye sedema kerasetên mezin. Ev raman daxwaz dike, ku çareseriya hemû
pirsên nav(neteweyî) li ser bingeha qanûnan pêk be, herçend ev qanûn
li gor kar û berjewendiyên desthilatdaran hatine afirandin û bi destê
wan têne parastin.
Peywira Dîroknasên Kurd
Pirsa
sereke, çima Kurd cemawerekî dîrokî ye, gelek tiþt di nav xwe de veþartine.
Eger em vê xalê bidin ser hev û berbiçav (konkret) bikin, dîroknasên
Kurd divêt hinde tiþtên bingehîn bê tirs û þerm bi qelem bikin:
-
Zimanê kurdî xezîneya ferheng û rêzimanên hem ber-Hindo-Ewropî, hem jî
yên din ji herêmê ye;
-
Dîn û olên Kurdan bi þeweyeke belî (çi erdnîgarî, çi jî li gor
pergalên aynî) digihîjine çavkaniyên dînên cîhanî;
-
Çîvanokên Kurdan bi kêmanî herêmî ne, lê ne dûr e, ku di koka xwe
de serboriya mirovahiyê bi xwe re kaþ dikin;
-
Qeraçiyên (li hinde herêman ji wan re dibêjin "Mirtiv", ji
peyva "Mirtib") Kurdistanê bermayiyên vê pela mezin ya koçkirina
Qeraçiyan ji Hindistan heta Ewropayê ne. Balkêþ e, ku pisporên Qeraçiyan
basa 500 peyvên kurdî di zimanê wan de li Ewropayê dikin; beþek ji wan
- mîna gaziya “lê-lê” - ketiye nav zimanên gelên Rojhilata
Ewropayê;
-
Bê Cihûd - ango Yahûdiyên Kurdistanê – wateya dîroka vî gelî kêmtir
dibe;
-
Rojhilatzanê mezin Vladimir Minorsky di çavkaniyên serdema Selaheddînê
Eyûbî de nîþan dide, ku hên wê demê basa Kurdîtiyê – wek hesteke
taybetî – dihate kirin;
-
Ji Þerefxanê Bedlîsî em fêr dibin, ku netewîtiya derebegî ya Kurdan
di sedsala 16an de wisa xurt bû, ku ev êdî çend sedsal in, ku ew
kolneder e (Þerefxanê Bedlîsî).
Bi
ya min be, di nivîsên li ser dîrokê de, xalên weha, yên ku berdewamiya
dîrokî û xwezanîna Kurdan berpa dikin, gerek e bibin armanca serpiþik.
Mebesta dawî ev e, kudelîveyên siyasetmedarên Kurd bêne firehkirin. Çunke
– li dij cîhanbîniya lîberalan – netewe ne mîna komeke lîstokvanên
þetrencan e û ne jî civakeke jiberxwederxistî ye (bi înglîzî imagined
community).
Bingeha
fikira neteweyî li Dema Navîn, hebûn û xwezanîna çîna arîstokratan bû.
Ev çîn
ne li ba hemû neteweyên hebû, yên ku îro bûne xwedî dewlet. Lê rista
vê çîna bi reçelek di nav Kurdan de belgeya kûraya dîrokbûna Kurdan
e. Ji ber vê yekê lêkolîna Rohat Alakom "Arîstokratên
Kurd: Torin"
hêja ye, ku ji aliyê Kurdan û xêrxwazan ve bibe sedema raberzînên bi
nirx.
Naveroka Pirtûka Rohat Alakom
Hêz
û giraniya pênûsa birêz Rohat Alakom hên di vê têbîniya wî de xuya
dike, gava ew karnameya xwe wek „cerbandina dîrokê“ bi nav dike. Bi vê
gotinê ve, ew rexneyên zanistî dipejirîne (berevajî helwêsta wan rewþenbîrên
Kurd, yên ku rexnegirtinê wek pelamareke li dijî namûsê mêze dikin).
Hêjayî
gotinê ye, ku ev
pirtûka 14mîn ya pisporê dîrok, wêje û civaka Kurdan birêz Rohat
Alakom e. Ev hejmara han bi serê xwe – eger em xebata wî ya giþtî jî
li ber çavan bigirin (gotar, konferans, danûstandinên bi awayên din) -
keda Rohat Alakom ji bo Kurdzaniyê eþkere dike. Her weha, ev lêkolîna
teze diyar dike, ku lêkolîner metoda xebata xwe bi keresteyan gihandiye
asteke profesiyonel ya navneteweyî. Bi biryareke rast, birêz Alakom, ji
ber taybetmendiya Kurdistanê, çavkaniyên devikî û nivîskî hevber
kirine û ew bi kûrayî þirove kirine. Her wisa wî analîzên xwe
sipartine dokûmentên osmanî û rûsî, lêkolînên Kurdologên navdar mîna
Vladimir Minorsky, Emînê Evdal, Elena Vasilieva, Ismail Beþikçi, Cerkez
Bakayev, Michael Chyet û gelekên din. Pirtûk bi du zimanan di weþanxaneya
Apecê de hatiye weþandin: kurdî (% 75) û tirkî (% 25). Dabeþkirina lêkolînê
bi kurdî wisa ye: Pêþgotin; Çend
Rûpel ji Dîroka Serhedê; Torin Kî
ne; Komên Torinan;
Mezinên Torinan; Coxrafiya
Torinan; Notên Binî
(Jêder) û Albûma Torinan (digel wêneyên
balkêþ). Belê, Rohat Alakom bîblîografiyeke berfireh bi rêz kiriye, lê
xwezil di kutasiya pirtûkê de Index (nîþana têgîn, nav û yekîniyên
erdnîgarî digel rûpelan) jî hebûya.
Naveroka
pirtûkê zahf dewlemend e. Her pirseke þirovekirî me nêzîkî rastiya têgihiþtina
dîrokê dike. Ne dûr e, ku hinde dîroknas kêmasiyeke metodologî têderbixin:
Pirtûk ne tevaya pêvajoya arîstokrasiyê li Kurdistanê þirove dike û
belkî bisînorkirina navê wê mîna "Arîstokratên Kurd li Serhedê"
wê dirûsttir bûya. Lê ez bi xwe digel biryara birêz Alakom heþmend im,
gava ew navekî weha giþtî dide lêkolîna xwe. Çima? Ji rûpelên pirtûkê
eþkere dibe, ku di gelek tiþtan de arîstokratên Serhedê rêberên
seranserî Kurdistanê bûn:
„Bi
kurtî mirov dikare bêje ku di nav kurdên hemû Kurdistanê de, kurdên ku
cara pêþîn nasiya xwe dane çanda Ewrûpayê... û bûne nîv-ewrûpayî
ev tebeqeya Torinan bû. Mirov dikare mezinên Torina Serhedê bi Kurdên
Ewrûpayî bi nav bike... Wan zarokên xwe li Rûsyayê dane xwendinê,
zarokên wan hînî rûsî û zimanên mayin bûne. Piraniya mezinên
Torinan bi zanebûn û kiryarên xwe ve navdar bûne. Vê navçê li ser
prosesa medenîbûna (sîvîlbûna) kurdan bandoreke mezin hiþtiye“
(rûpelên 35-36).
Bi
saya vê lêkolîna mijara basê, emê jî bizanibin, ku herêma Serhedê
– bi nav û fûnksiyona xwe ve - xwediya berdewamiya dîrokî ye. Em bala
xwe bidine çar vedîtinên birêz Alakom yên bi çerxên cure-cure ve girêdayî:
„Destana
bîzansî ya bi navê Digenis Basileios Akritas di derbarê mîrekî
sînorparêz de hatiye nivîsîn... Ev kesekî bavmisilman bûye. Diya wî jî
jineke yûnanî bûye... Çawa tê zanîn li derdorê sînoran hertim çandên
cihê hebûne... di nav hev de çandên nû, yên têkel (tevlihevbûyî) pêk
dianîn... Vê yekê bi salan û bi sedsalan ajotiye û bandora xwe ser çanda
kurdan jî hîþtiye. Çandeke (kultur) têkil li Serhedê pêk hatiye“ (rûpelên
16-17).
„Leþkerên
kurd carina li Serhedê ji bo parastin û hin caran jî ji bo firehkirina sînorên
osmanî, îranî û rûsî xwe di nav gelek þeran de dîtine. Wan wek leþkerên
sînoran þer kirine. Ji wan re bi latînî milites limitanei û bi
tirkiya osmanî serhad kulu hatiye gotin. Peyva serhad wek
peyveke dîrokî ji bo deverên Qers, Agirî, Wan û Muþê hatiye bi kar anîn“
(rûpelên 17-18).
„Dema
mirov wan peyvên ku ji rûsî ketine zimanê kurdiya vê navçê berçav
dike, mirov dibîne ku ev peyv di wan salan de nîþana malhebûnê, kêfxweþiyê,
rehetiyê û arîstokrasiyê bûne... peyvên rûsî cara pêþîn saya
tebeqeya Torinan ketine nav kurdiya vê deverê. Ev babeta weke babeteke
sosyolojiya zimên gelek bala mirov dikiþîne“ (rûpela 36).
„Di
dokumanekê de (Nîzamnameya Îdara Eþîrên Kurd) çawa diyar dibe, Rûsyayê
xwastiye nîv-otonomîkê bide van eþîrên kurd yên ku di nav sînorên
wan de diman“ (rûpela 41).
Her
weha, Rohat Alakom çîvanokeke di derheqa Siltan Silêmanê Osmanî de jî
bi qelem dike, ya ku rista bêhempa ya sînorvanên Kurd nîþan dide.
Bi
dû re, lêkolîner bibîranîna Kurdan ji hêla Marx û Engels ve jî dixe
nav pirtûkê. Ev belgeyeke baþ e – ji ber ku dîrkozanî ye û li derveyî
mercên îdeologî dimîne.
Ji
ber babeta pirtûkê etîmologiya (dîroka peyva) torin jî bala
xwendevanan dikiþîne. Belê, çînayetiya arîstokrat di nav Kurdan de
weha zengîn û rengîn bû, ku di zimanê me de gelek têgînên ji bo arîstokratan
hene. Ji xwe birêz Alakom vê yekê bi nimûneyên Serhedê dixe nav pirtûkê
(ji rûpela 30an de u wê de). Belê, eger em agahiyên lêkolîner serzêde
bike, ew dibe mijareke bê serûbin: Navên giþtî (mîna dûdmanza,
asîlzade, (bi) reçelek û cindî), peyvên berbiçav
(wek axa û beg) û tevaya hiyerarþiya desthilatdaran ji
rojgara kevinare domandî (Þah, Padiþah, Mîr û heta
dawiyê).
Li
gor þirovekirina birêz Rohat Alakom (rûpelên 21-24an), gotina torin
bi koka xwe digihîje toximê rind. Lê ya here giring ev e, ku birêz
Alakom – wek dilsozê zanistê – vê peyvê digel têgînên hemwate ji
zimanên Hindo-Ewropî (yûnanî, fransî, almanî, swêdî û yên din)
hevber dike. Ew ronahiyê diavêje ser tiþtê ku di zimanzaniyê de wek
"kategoriyên veþartî" (bi înglîzî covert categories)
tê nasîn. Kategoriya veþartî hizra li piþ peyvê dide xanê (mînakeke
sade: Baran û barîn, ango baran tiþtek e, ku dibare
– di hinde zimanên din de jî wisa ye).
Bê
guman, mirov dikare du-sê têbîniyên birêz Alakom tije jî bike. Wek mînak,
peyva berek (klan) li ser rûpela 24an û wê de, ku bi rastî wan
kesan nîgar dike, yên ku ji bavekî hatine. Ez di vê baweriyê de me, ku
ew ji peyva aramî (samî) - bar - hatiye. Eger wisa be, bar
ketibe nav zimanê kurdî. Belkî mirov dikare têke bîra xwe, ku Kurdologê
hêja Oleg Vilchevsky digot, ku di navbera zimanê kurdî û zimanê aramî
de peywendiyeke "întîm" heye. Wisa, di nav Yahûdî û Asûrî-Kildanî-Sûriyaniyan
de jî êpêce navên klanan û paþnav bi Bar destpê dibin. Wateya
peyva bar jî zelal e - kur, law. Balkêþ e, ku eger piraniya navên
komên Kurdan (qebîle, hozî, eþîr) ji erdnîgariyê
tên, navê berekan hem dikare bibe nîþana navçeyekê, hem jî dikare
bighîje mirovekî.
Bi
ser de, minê hîpotezeke din jî (ango fikireke bê belgeyên hiþk) pêþkêþ
bikira. Navê Silîva li ser rûpela 27an bi qelemkirî jî belkî bi koka
xwe digihîje Selîbî, ango Xaçparêzan. Ne
dûr e, ku wate ew Xaçaparêz bûn, yên ku di vir re derbas dibûn û diçûne
Xaka Pîroz, li dijî Misilmanan þer bikin. Lewma ne behetî ye, ku gava
hinde Ermeniyên Binxetê basa destana Xecê û Siyabendê Silîvî dikin,
ew Kurdan wek biraziyên xwe bi nav dikin (ango Siyabend mirovekî Selîbî-Xaçaprêz
bû).
Ez
jî mîna birêz Alakom dudil im, gava dixwînim, ku hemû arîstokratên
Kurd li Serhedê ji herêmên din hatine. Beþeke wan belkî ji herêmên
Kurdan yên din hatibin, çunke çûn-hatin di dîrokê de rewa ye. Lê divêt
bê zanîn, ku li gor Minorsky û pisporên din, zorbeya arôstokrasiya
Kafkasê – Gircistan, Ermenîstan û Azerbeycana îroyîn – bi kêmanî
di sedsalên 8-13an de bi koka xwe Kurd bûn. Carinan ew di nav gelên din
de - çawa jiyana arîstokratan
vê yekê dixwaze – dibuhujîn (diheliyan), lê pirê caran Kurdbûna wan
diyar e. Lewma rewþ berevajî xuya dike: Arîstokratên Kurd li Serhedê beþeke
mayî ji vê çîna mezin bû, ya ku di nav sal-zemanan re serperêþtiya
civakên Ermenî, Gurcî, Faris û Tirkên Azerî hildabû ser milên xwe.
Em dûr neçin û bi tenê bibêjin, ku Kurdbûna zorbeya arîstokratên gelên
Kafkasê hên di çavkaniyên kevinare de (ji hêla Ibn Xellîna ve û di
çîvanokên Ermeniyan de) dihate eþkerekirin. Rista binemaliyên Kurd –
mîna Bagratî, Þeddadî, Merwanî, Rewadî û pêþiyên Sefewiyan -
di dîroka herêmê de baþ tê zanîn û pejirandin.
Hêjayî
gotinê ye, ku taybetmendiyeke çîna arîstokratên Kurd li vê herêmê ev
bû, ku ew bawermendên dîn û olên cewaz bûn, herçend carinan ji
malbatekê jî derketibûna. Ji bona têkiliyên di navbera malbatên arîstokratên
Kurd de û ji bona pirsa desthilatdariyê, dîn nedibû asteng. Vê kevneþopiya
hewas toleransa torinên Kurd li himber çandên din xurt dikir. Heta
Vladimir Minorsky, bingeha dilronî, comerdî û mirovheziya Selaheddînê
Eyûbî li cem pêþiyên wî li Kafkasê didît. Lê di dawiya sedsala 19an
û destpêka sedsala 20an de rewþ hate guhartin û bi tenê arîstokratên
Kurd yên Sunnî û Êzdî li herêma Serhedê mabûn. Birêz Alakom digihîje
vî encamî:
„Çawa
tê zanîn kurdên êzdî ji ber bawerî û dîtinên xwe yên oldarî gelek
ezîyet, tade û lêdan dîtine. Ji wan pir malbat ji ber vê zilmê revîne,
xwe avîtine ber bextê Rûsyayê û li wir cîwar bûne. Dema mirov li rewþa
van salan dinêre, mirov dibîne ku di navbera rûsan, ermenî, kurdên êzdî
û Torinan de hevgirtinek pêk hatiye. Angorî rûsan vê yekê kurd ji
fanatîzma dînî bi dûr dixist“ (rûpela 60).
Bi
hevokeke gelemperî mirov dikare bibêje, ku têkstên devikî, belawbûna
torinên Serhedê û agahiyên li ser binemaliyên dûdmanza - ev giþk xalên
serkevtî yên pirtûka Rohat Alakom in.
Serinca
duyemîn jî ev e, ku wê gelek baþ be, eger di dawiya lêkolînên dîroknasên
Kurd de kurteencamek (summary) bi înglîzî yan fransî bê
amadekirin. Me divêt-nevêt, îro înglîzî û fransî bûne zimanên
sereke ji bo lêkolînên humanîter. Bê guman, ji bona bandora praktîk li
ser Kurdan û pisporên Tirk, beþa tirkî di pirtûka Torin de gelek
di cih de ye. Nemaze ji ber ku mijarên li ser herêma Serhedê û dîrokbûna
Kurdan derewên dagîrkeran eþkere dikin. Lê bila li ber çav bê girtin,
ku îro % 83 ji weþanên duniyayê bi înglîzî ne. Eger naveroka pirtûkên
wisa hema li ser du-sê rûpelan bi înglîzî jî bê amadekirin, emê hemû
dîroknasên xwedî nav û deng, hemû xwendevanên balkêþdar ji xwe re
qazanc bikin.
Bi
vê pirtûka "Arîstokratên Kurd: Torin" ve birêz Rohat Alakom
gaveke pîroz avêt, ji bo ku em bi xwe, ji bona xwe û li ser asta hemdem
û zanistî rabirdûya xwe binasin. Bangewaziya fîlosofê navdar jî ev bû:
„Pêþê xwe binase“.
Ji
bo daxwazkirinê:
Rohat
Alakom
Arîstokratên
Kurd: Torin
Stockholm:
Apec Tryck AB, 2004
ISBN:
91-89-675-36-3
159
rûpel
Navnîþana
weþanxaneyê: Apec Förlag AB, Box 8121, SE-163 08 Spånga, Sweden
Malpera weþanxaneyê:
www.apec.nu
E-mail:
<apec.t@telia.com>
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org