Dr.
Zorab
Xewna
Zemîn
Di
meha Þe’bana 297an de, yek ji katibên Wezîrê Bexdayê Elî ibn el-Furat
hate el-Cîbalê û bi hevberkirina çîvanokên Kurdan ve mijûl bû. Navê wî
katibî Zuheyr bin Yehiya el-Tereblusî bû. Çawa ji paþnavê wî diyar e,
binemaliya wî kevineniþtecihên welatê Lûbnanê bûn, ya bi xwe wek parçeyeke
Þamê dihate dîtin.
Berî
çendik-çend rojan bi rawêja dayîka Xelîf el-Muqtadir, Wezîrê Bexdayê
biryar girt, ku Zuheyr bin Yehiya el-Tereblusî here el-Cîbalê, li kuderê
careke din Kurdên serhildêr Desthilata Mala Islamê dihejandin. Dayîka Xelîf
bi koka xwe Yûnaneke desthilatxwaz bû û ji Wezîr re gotibû: “Tewandina
merivên netebitî mîna tewandina ajalên kûvî ye: Divêt serê wan gêj bibe
û þanaziya wan bê sûd bimîne!”
Elî
ibn el-Furat li cilên xwe yên reþ mêze kir û têgehîþt, mebesta wê çi
ye. Ew wezîrekî comerd û destbilav nan û av dida hezar katiban. Þeva din Elî
bin el-Furat nav û kiryarên qenctirîn katiban di ber çavan re derbas
dikirin: “Ev barê ne sivik e, ez bidim ser milê kîjanî?” Li himber giþkan
baweriya wî bêhtir bi Zuheyr bin Yehiya dihat: Ew yek ji katibên payedar bû
û pêþtirî zimanê erebî, ku zimanê Xwedayê Mezin e, bi farisî, yûnanî
û aramî jî perwerdekirî bû. Herweha hogirê Zuheyr û mamostayê dîroknasên
Xelafatê es-Sûlî dîtina Wezîr xurt kir: “Zanîn û ciwannivîsiya Zuheyr
têra berpirsyariya han dikin.”
Karê
Zuheyr bin Yehiya el-Tereblusî ev bû, ku efsaneyên Rojhialtê li ser Kurdan
tomar bike û veguhêze. Li gor daxwaza wezîrê Bexdayê, “hemû çîvanokan
yên bi kêrî Xelafatê bihên hilbijêre, bi qelem bike û destnivîsên li
dijî siyaneta Pêxemberê me biþewitîne. Bila serê Kurdan heta-hetayî kûz
bimîne.”
Di
derûna Zuheyr de aloziyek çê bû. Ew dîroknas û katib e û heyfa wî ji çavkaniyên
kevinare dihên. Lê ji ber ku ew di xizmeta bala de ye, dilê wî li himber
zeyneta kafir-kufirên mîna Kurdan nerm nabe.
Li
ser bingeha destnivîsên destketî, ku basa pejirandina Islamê ji hêla Kurdan
ve dikin, Zuheyr rastiya dîrokê gelekî zelal didît.
***
Xewna
Zemîn bi wate bû, lê çukes nikane wê þirove bike. Ne pîrejinên devera
Oremarê, ne steyrknasên dîwana Cemþîdê Mîrê Goyan, ne jî xwîþka Zemîn
Gewrê dikanin van nîþanên kûr bixwînin. Wêneyên xewna Zemîn ji mejiyên
wî der nakevin: Zinareke ber ava Deryayê hûr dibe û bedenên neferên mala wî
diqeliþîne. Di bin parçeyên keviran de apê Zemîn yê hezikirî Bahozê
Cengawer dinale û di xwîn û xederê de li termên artêþavanên xwe yên hiþkbûyî
dinêre.
Dengê
Zemîn zîz e: “Çima Hûn banga Porsor û Rûspiyan nakin?”
Porsor
di nav jinan de, Rûspî jî di nav mêran de kêþeyên hezarcûre ji holê
radikirin û dada herkesî der dixistin. Ji bo vê rista dadwerî, Porsor bi Rûspiyan re
gerek e zîreng, jêhatî, cîhangeriyayî û xwedî rêz bûna. Serboriya wan
ji ya hemûyan bêhtir bûya û navên wan bê leke bimana. Lê îcar dadmendên
civakê ji xewna tevlihev þareza nebûn. Rewa ye, ku wana nexwest bedbîniya
xwe biînin zimên. Xasime ji ber roja doh.
Doh
hemû giregirên Kurdan li þehrê Gazarat bît Kardû rûniþtibûn û ketibûne
qirqa hev.
Hineka
digot, ku bila gel bi xwesteka xwe rêya Xwedênasiyê hilbijêre. Komên Kurdan
yên Behdînî, Zurvanî, Xaçparêz, Yahûdî, Dasinî, Manîparêz û Yaresan
hene, kes ji kesî bêzar nabe, kes nanê kesî þor nake. Xuya ye, ku belavbûna
dînê Henîfan û pêxemberê Ereban bi ramyariya bazirganên Mekka û Yasrîbê
ve girêdayî ye. Ne dûr e, ku tiliyên van Zarokên Israyîlê têde ne, yên
Talmûdê pejirandine. Pêþniyaza van giregiran weha bû: “Eger beþeke
binemaliyên Kurdan hez dikin, bila bîr û baweriyên Henîfan wergirin. Tenê,
di Riya Xwedê, bila ev dînê eware nebe bar ji herkesî re!”
Çar
begên amade ji nav û dengê Muhemmed, gotinên Misilmanan di derbareya azara
dojehê de sermest bûbûn: “Canim, Hûn çima vê pêvajoya hizrî, ku taca
hemû arezûyên mirovahiyê ye, çawa derewîn bi nav dikin? Hûnê bi çavên
xwe yên kor bibînin, ku Islam baþtirîn dîn e, Xwedêyek bi navê Allah heye
û Muhemmedê, ku Hûn rexne lê digirin, Pêxemberê paþin e. Ji lew re, xwe
egle mekin, hoziyên xwe biavêjin hembêza cemawera Misilmanan!”
Lê
zorbeya nûnerên mezin yên komên Kurdan bi serperêþtiya malbavanên
kebaniya Zemîn, Perîþana Baydawî, bi þêweyeke berjewendîparêz dipeyvîn:
“Dînê Muhemmedê kurê Abdullah yê Qureyþî li ber Ereban, lê herweha li
ber ne-Ereban jî rêya desthilatê vedike. Heta fermanrewayên Sasaniyan jî nîþaneke
bi þikestina kûpê ve standine, ku zemanê Henîfên Erebistanê li ber þêmîkê
ye. Helbet, emê bi wergirtina Islamê ve nêzîkbûnekê di nav gelê xwe yê
dabeþkirî de jî çê bikin, jiyaneke bi bîr û baweriyên nû ve xemilandî
derbas bikin û bi vî rengî welatê xwe qenctir bi hev re bidirûn û firehtir
bikin.”
Bi
dû gotûbêjên dûr û dirêj re, giregirên Kurd bi van belgeyên rêk û pêk
re heþmend man: “Niha bila yek ji me li ser navê Kurdan daxwaza pejirandina
Islamê bigihîne Muhemmedê Ereb. Nemaze ji ber ku nûnerên gelek herêm û
gelan berê xwe didin Hîcazê û digel dîwana Qureyþiyan peymanên hevdînî
çê dikin.” Piraniya giregiran xwest, ku Zemînê genc, bedew û bejnbilind
bibe berdevikê wan.
Xewn
xewn e, jiyan jiyan e, berjewendî jî çerxa bûyeran e. Li ser navê Kurdmancên
sêzdeh herêman Zemînê Çavsût, bê ku xewna xwe þirove bike, bi rê ket û
çû, gihîþte dîwanxaneya Muhemmed, ji kîjanê re malxalanên Zemîn yên
Nestorî digotin “mizgeft”.
Muhemmedê
Xwedênas wê çaxê nerme-nerm bersiva guhdarekî Hebeþ dikir, çira rojê pênc
nivêj ji Misilmanan re hatine destnîþankirin. Muhemmed weha diaxivî:
“Allahê Herî Bilind dizane, ku bîranîna bendeyên Wî kurt û sist e. Min
berê basa du nivêjên rojane dikir, Mûsa Pêxember ji min xwest, ku rojê bîst
û pênc nivêj bibin qanûn, lê ez niha nimûneya agirperestên Sasanî hêja
dibînim. Hesta min dibêje min, ku pênc nivêj wê têra me û Axayê me
bikin.”
Þanderê
welatê dûr yê Guceratê pirsek li ser rewþa jinên bî bilêv dikir, gava nûçeya
hatina Zemînê Kurd gihandine serkêþê civatê.
Pêxemberê
Ereb û Eceman rabû ser piyan û bi destê xwe yî çep derê dîwanxaneya xwe
ya ji daran avakirî vekir. Yekemîn car e, ku Muhemmed ciwanmêrekî Kurd pêþwazî
dike. Lêbelê Farisekî Zendiq jêre gotibû, ku Kurd neyarên qanûnên destçêkirî
ne. Muhemmed bala bawermendên nû dikiþande ser xeta buhurtî: “Ezê aramanc
û fermanên Allah têkime zar û giyanê wî nezanî! Belkî Kurd bibin dînrast
û qirkirina, ku em ji pûtperestên serhiþk re amade dikin, nehê serê wan. Lê
her tiþt di destê Axayê Herdu Cîhanan de ye!”
Bi
vê ramana rind û pakij Muhemmed derî vekir û di cih de çavþaþ ma. Li ber
wî merivekî berz, mîna çiyayên Yemenê, xweþeng, mîna bostanên Xeyberê,
piþtrast, mîna helbestên Imrulqeys, û bihêz, mîna pehlevanên romî sekinî
bû û dibiþkurî. Gumanek li Muhemmed girt: “Tek Xwedê bizanibe, gelo ew li
xwe dikene, li min dikene yan li avahiya me dikene”.
Pirsa
Pêxemberê dawî bi dengekî nizim bû: “Tu, tu Kurd î, ne wisa ye?”
“Belê,
hêvojerê rûmetgiran, ez hatim, ku þanda gelê xwe bigihînim guhên Te yên
nazik: Me Pirtûka Te ya werxas û qanûnên Te yên bi nirx divêt.”
Muhemmed
yekcar gotina Zemîn birî: “Kurdo, di tarîstana nezaniyê de windabûyo, ev
ne pirtûka min e, ev meramên Allahê Rasteqîn in. Ez ji hêla Allahê Dilovan
ve hatime hilbijartin û Peyamên Wî pêþkêþî bêheþ û bêxwedêyan
dikim.” Wî dil hebû, ku bigota “bêheþên mîna te”, lê xwe girt, da
ku nijada mêhvanê wî nebe dijminê Islamê. Hêza giyanê Zemînê Kurd
bandoreke bêhempa li ser Muhemmed û zilamên din dihîþt. Muhemmed ji tirseke
nenas pirsa xwe dubare kir: “Te got, tu Kurd î?”
Zemîn
awireke ji xemira sor tahltir avîtê: “Li ba me dibêjin: Em Kurd in û
serbilind in!”
Muhemmed
gavek paþda avît, bihna wî teng bû û hemû Misilmanên di dîwanxaneya wî
de rûniþtî nifira wî, ku ji îro þûnde bibe belayê serê neteweya Kurd,
bihîstin: “Ya Rebbî, vê civakê di navbera xwe de negihîne serketina çu
yekîtiyan! Eger na, eger wana yekîtiyê çê kir, wê cîhan giþk di destê
wan de xerab bibe, kes wê li wan nikanibe! Ya Rebbî, Tu Ezîm î!”
Li
pey van peyvan ji niþkê ve lingên Zemîn tevizîn û wî nikanibû xwe
bilipitanda. Sê-çar xulek mîna birûskek borîn, heta ew hate ser heþê xwe,
ji holika Muhemmed der ket, li hespê xwe siwar bû û ajote Gazarat bît Kardû.
Xwîna wî germ bû, gelê wî hêviya hatina wî bû, dîroka dutîretî, kîn
û birakujiyê li Kurdistanê êdî destpê dibû.
***
Karmendê
dilsoz Zuheyr bin Yehiya el-Tereblusî rûpelên nepêwîst diavîtine nav êgir
û dewsa wan hevokên teze diafirandin. Li gor mercên Wezîr, ku ji armanca
ewlekariyê hatibûn dayîn, Zuheyr serpêhatiya Zemîn û Pêxember ji nû ve
li ser kaxezê dihîþt.
“Zemîn
navekî, ku bihna kevnare lê dihêt û banga axa Kurdan dike. Gelo ez çi navî
bidimê, da ku ew li ber çavên xelkê reþ bibe?” Zuheyrê sexteþarmend
hezar navan li hev xistin û tenê Baxduz bi kêfa wî hat. “Hem dengkirina
Baxduz ne þîrîn e, hem wateya wê – kesê, ku mêweyên baxan didize –
hurmeta Kurdan diþikêne, hem jî ev peyv mîna Buxduz, ango boxdan û nomanc
di guhên Misilmanan de dimîne”.
“Eger
ez jî binivîsim, ku Zemîn-Baxduz tik-tenê serî li Hezretê Muhemmed, Silavên
Xwedê bi ser wî bin, da, baweriya xwendevanan kêmtir dibe. Lewma çêtir e,
ku ez weha bibêjim: Heyeta Baxduz hatibû þandin.”
“Belê,
ez li ser civîna giregirên Kurdan li Gazarat bît Kardû ranawestim. Ma ez þêt
im, bi bîr biînim, ku li wir paþiyên Nuh cih-war bûbûn û ku ev bajar navê
aramî lê bû û eger bi erebî bê xwendin, dibe Cezîre. Bila haya Kurdan ji
bûyerên, ku wana serfiraz bikin, tunebe.”
“Lê
wê nebêjin: Ev Baxduz bi heyeta kîjan dewletî re çûbû ba Hezretê
Muhemmed, Silavên Xwedê bi ser wî bin? Eger min got, ku heyeta fermanrewayên
Kurdan bû, wê çawa serê xwe kûz kin? Baþtir e, ku ez Kurdan mîna nokerên
Turkestanê nîþan bikim, nokerên Tirkên Oxuz yên serserî.”
“Xala
nifira qazancikirî jî ezê çareser bikim. Nabe, ku ez sedemeke giran nedime
nifirkirina Pêxember, Silavên Xwedê bi wî bin. Ji lew re ezê nûnerê
regeza Kurd tawanbar bikim û bi qelem bikim: Baxduz mirovekî made tirþ, zahf
sik û kirêt, bêperwerde û dilkevir bû. Ma dilkevir nebûya, wê xwe biçûk
nekira? Wê bi qurban-heyranan xeber neda? Wê zimanê xwe li mizgeftê dirêj
kira?”
Du
roj berî destpêka meha Remezanê, Zuheyr bin Yehiya el-Tereblusî karûbarên
îslamperwerî û rewþenbîrî di derbareyê bedbextiya Kurdan de kuta kirin.
Niha mabû, ku ew encam-nameyeke fermî ji Wezîrê Bexdayê û hevalê xwe es-Sûlî
re amade bikira.
Li
çiyayên el-Cîbalê serhildana Kurdan difetisî. Destnivîsa Zuheyr bin Yehiya
el-Tereblusî xwezanîna Kurdan seqet dikir. Xewna Zemînê Çavsût neþirovekirî
dima.