Dr. Zorab

Ewropa li himber Tirkan: Mînakeke Dîrokî

Pirsa pejirandina dewleta Tirkan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê hên nehatiye zelalkirin. Ji bona teknokratên Erwopî li Brûkselê, Tirkiye pêwîst e aboriya xwe ligor normên Rojavayê serrast bike, qanûnên dijî mafên mirovan rake û dev ji lîstika arzan û hestidar berde. Ligor baweriyên siyasetmedarên Enqerê û bazirganên Stembolê, Tirk ji ber dîn, dîrok û jimara mezin ya niþtucihên xwe tucar nabin endamên malbata Ewropiyan. Lê taktîka wan herdem jî ew e, ku ji bona destxistinên biçûk di warê aborî û hewlekariya Tirkiyê de ew danûstandinan digel Ewropiyan berdewam kin û gotinên “em demokrat û Rojavayî ne” wek sloganên xweþik bixebitînin. Ji bilî wan du nêrînan, komek li Amerîka, Ewropa û Tirkiyê de heye - gelek Kurd jî di nav de - ya bi dil û can hez dike, ku dewleta Tirk ji asta berendametiyê derbasî asta endametiya Yekîtiya Ewropayê be. Bêguman, Kurd û kesên pêþverû hêvîdar in, ku hevnêzîkbûna êlîtên Tirkan û Ewropiyan wê çareseriya pirsgirêkên demokratiyê bike rojevê. Bi xwe ev herdu êlîtên binavkirî tev siyasetmedarên Amerîkî li ser bingeha analîzên geopolîtîk, ne ji ber armanceke pakij, vê nêzîkbûnê dixwazin.

Lê di dîrokê de hinde pêvajoyên demdirêj hene, yên gelek faktoran didine ber hev û lewma mîna pêvajoyên babetî (objektîv) xwe dimeþînin. Em bikin-nekin, pêþeroja Kurdan bi dewleta Tirkan ve hatiye girêdan. Me divêt-nevêt, biryara General-Oglu li himber kêþeya Kurd wê bandoreke mezin li ser Molla-Zade, Benû Bees û hemû derebegên Kurdnijad bihêle. Lê siyasetmedarên Tirk jî hez bikin-hez nekin, ji dîtina Ewropiyan neaza ne. Helbet, terîpeke (paralleleke) dîrokî ji me re dikane bibe þîret, herçend rewþa îro ji bûyerên kevin cudah e.

Em serdana sedsala 17an bikin, dema Imperatoriya Osmaniyê welatên Xaçparêzan (Yûnanistan, Balkan, Romaniya û Macaristan) dagîr kiribû, li ber dergehên Viyannayê (paytextê Avusturiya) rawestiyabû û peymaneke aþtî digel desthilatên Rojavayê îmza kiribû. Ideolojiya dewleta Osmaniyê Islam bû, Ewropî jî wek parêzerên Xaçparêziyê dihatin mêzekirin. Belê, wê çaxê jî mîna îro, dîn bûbû haceteke îdeolojî ji bona cihbicihkirina razûxwazên çînî, aborî û ramyarî. Wusa jî mîna niha, di sedsala 17an de Tirkan û Ewropiyan hevdu bi rengekî dudil - eger em nebêjin “bêdil” - qebûl dikirin. Dîsan tiþtekî hevbeþ di navbera realîteta sedsala 17an û destpêka sedsala 21an de heye: Tirkên Osman û Tirkên Kemalîst neamade ne, ku dewleta xwe reform bikin û mafên cemawerên bindest nas bikin.

Ji serdema avakirina Babî Alî, Tirkên Osman bi piþtgirya Kurdan, Arnawutan û Misilmanên din Imperatoriya xwe berfireh dikin. Hêza Siltanan ya aborî û derfetên leþkerê wan têra 200 salan dikin. Di destpêka sedsala 17an de Osmanî digihîjin sînora taqeta xwe ya dîrokî, aþtiyê digel Imepratoriya Habsburgan ya Avusturiya diqedînin û bi karên xwe hundur ve mijûl dibin. Karên wan hundur jî ne behetî ne: Islamkirina xelkê bi zorê, talankirina dewlemendiya gelan ya çandî û aborî, valakirina welatan ji kesên jîr û xweþrewtar, xapandina gundyian û bajarvanan, zîndankirina beþdarên serhildanan û heta dawiyê.

Nêzîkî 50 salan Ewropa di nav xwe de siyaseteke nû li himber Konstantînapolê amade dikir. Di wê dema aram û bêþer de, gelek nivîsên dînî û wêjeyî li ser pêwendiyên Tirkan û Xaçparêzan hatin afirandin. Zana û þêwirmendên eskerî lêkolînan derheqa rewþa Osmaniyan þkêþî siyasetmedaran dikirin. Serokdewletên Ewropî jî di civînên xwe de gavên dijî Osmaniyan dinirxandin. Bi vî cûreyî, siyaseta nû li himber dijberê mezin hêdî-hêdî rengê xwe distand. Belê, îro jî siyaseta nû li himber Komara Tirkiyê tê amadekirin û bi hezaran navend û þexs li ser vê babetê dikevine gengeþeyan.

Eger em bi giþtî sedsala 17an temaþe bikin, sê bûyerên girîng li Ewropayê kartêkîna xwe li ser dîrokê hîþtin. Berî her tiþtî, ew þerê 30-salî (1618-1648) di navbera Katolîk û Protestantan de bû. Hêjayî gotinê ye, ku % 30 ji Ewropiyan qurbana vê cenga dînî ya navxwe bûn, lê piþtre Ewropa ji çavtengiya olî xwe rizgar kir. Bûyera duwem þoreþa Inglîter (1688) bû, ya modernîzekirina civak û aboriya Brîtaniya Mezin pêk anî û xizmeteke bêdubare ji siyaset û zimanê Inglîzî re kir. Bûyera sêyem ronkirina siyaseta Ewropî digel Osmaniyan bû. Serkeftina vê siyasetê ne tenê ew bû, ku Imperatoriya Osmaniyê lawaz bû û herêmên Rojhilata Ewropayê jê hatin sitandin. Wek encama sistbûna Osmaniyan, peymana 1514an di navbera 23 serokên Kurd û Siltan Selîmê Yekem de, ya Idrîs Bîtlîsî amadekiribû û ya xweseriya (autonomiya) Kurdistanê pejirandbû, bi dawî bû. Bi taybetî piþtî têkçûna artêþa Misilmanan ya 1683an li qeraxê Viyannayê, guhartina pergala dewletê ji rêvebirên Konstantînapolê re bûbû gerekeke rojane. Mixabin, derebeg û siyasetmedarên Kurd berjewendiyên xwe di vê guhartinê de neparastin. Ev þaþiya dîrokî bûbû sedem, ku ji wir pêde asta serbestiya Kurdistanê nimiztir bibe. Lewma di nîveka sedsala 19an de, Siltanan bêderd kanibûn mîrniþîniyên Kurdan helweþînin. Ev pêvajoya xwewundakirina siyaseta Kurd ji jenosîda çandî re, ya li Bakûr di sedsala 20an cih girt, rê vekir.

Belê, planên dijî Imperatoriya Osmaniyê ji aliyê dêra Katolîk ve dihatin pîrozkirin. Wusa, hên di sedsala 16an de reformatorê dînî Martin Luther (1483-1546) ji Serokê Katolîkan Leo yê Dehem re nameyek bi Almanî þandibû, di kîjanî de digot: Xwedê dagîrkirina Tirkan radiwestîne, karê Ewropiyan jî “lêdaneke dijî Tirkan” e. Balkêþ e, ku hem Leo yê Dehem, hem jî Martin Luther ne tenê nêrînên dînî, lê wusa jî gavên konkret (berbiçav) dinirxînin. Li vir xuya dike, bi çendî oldarên Ewropî praktîk in û çawa ew baweriya xwe dispêrine karûbarên hiþk.

Di dawiya sedsala 16an de bernameya Gislenius Busbequius bala Ewropiyan dikiþîne. Busbequius bi xwe dîplomatekî Hollandî bû, li Italyayê xwendibû û serboriya xwe der-barê Tirkan li Konstantînapolê tomarkiribû. Di nivîsa xwe bi Latînî de “Exclamatio: sive de re militari contra Turcam instituenda consilium” (Bangewaziyek ji bona amadekirina þêwra eskerî dijî Tirkan) Busbequius civakên Ewropî û Osmanî analîze dike. Bi hizra wî, daxwaza þerê dijî Tirkan ne tenê ji armanca dînî tê, lê wê wusa jî aboriya Ewropiyan bi pêþ bixe. Mesaja Busbequius ji civakên Xaçparêz, yên ji zordariya Tirkan dinalin, ew e: pêþê hûn hêzên xwe hundur bikin yek û bi dû re alîkariya Rojavayê bixwazin!

Di dawiya sedsala 16an de programeke realîst hatibû amadekirin. Xwediyê wê Padþahê Poloniyayê Bathory bû. Ligor pêþniyara wî, Rûsiya, Poloniya, Imperatoriya Habsubrgan, bajar-dewleta Veneziya, Moldova, du mîrniþîniyên Romaniya îro Valaxiya û Transylvaniya pêwîst e hêzên xwe bikin yek û Tirkan ji Ewropayê biavêjin.     

Lê ji ber þerê di navbera Katolîk û Protestantan de û kêþeyên din, Ewropa neçar ma sînorên Osmaniyan qebûl bike û aþtiyeke dirêjxayan digel Konstantînapolê îmza bike. Wusa hukumetên Rojavayê tegihîþtin, ku tenê siyaseteke hevbeþ dikane bi ser keve û dewleta Tirkan ji qada Ewropî dûr bixe. Lewma di havîna 1660an de li Grazê (Avusturiya niha) û di destpêka sala 1661an de li Viyanna du civînên veþartî pêk tên û bernameya siyaseta Habsburgan dijî Osmaniyan amade dikin. Encama wan civînan di dokûmenteke fermî bi Latînî de tê nirxandin: “Opinio Dominorum Consiliariorum Hungarorum” (Raya Þêwra Nihênî li ser Macaristanê). Dîtina beþdaran ev e, ku Macaristana dagîrkirî, ya berî Osmaniyan desthilateke Ewropî mezin bû, seranser têk diçe û pêdviya piþtigiryeke navnetewî ye. Lewma pêwîst e, ku bi serdariya Habsburgan hêzên eskerî ji Fransa, Spaniya, Poloniya, Italiya û gelên Xaçparêz yên bindest kom bibin û dijî Tirkan çekên xwe berz kin. Du hêmanên balkêþ di “Opinio” de diyar in: hevpeymana Ewropî û êrîþa seranser dijî Osmaniyan.

Di wan salan de baylozê (þanderê) Veneziya li Konstantînapolê ji dostên xwe Ewropî re dinivîse: þerxwaziya Tirkan ne wek berê bi hêz e, lê siyaseta wan ji ya berê zîrektir e. Ji bo nimûne, Wezîrê Gewre Muhammed Köprülü di salên 1656-1661an de planên xurtkirina aboriya Osmaniyan li ser bingeha berfirehkirina kontrola wan temaþe dikir. Bi hizra Wezîrê Gewre, eger Babî Alî dixwaze xwe bike desthilateke Ewropî û zengîn, ew gerek e rêya bazirganî ji Derya Spî (Navîn) heta Derya Baltîk kontrol bike. Ji ber armanceke wusa, Siltanên Konstantînapolê gerek e bibin xwediyê Transylvaniya û Poloniya jî. Belê, komên siyasî li Rojavayê haþ mebestên Tirkan hebûn û serwaxt bûbûn: Siltanên ji malbata Osman netebitî ne û herdem ji navendên geopolîtîk re çavbirçî ne. Lewma Tirk ji dewletên dûr re jî, mîna Fransa, Siwêd (Iþvec) û Rûsiya, matirsî ne.

Li ser bingeha wan nêrînên gotûbêjkirî, di sala 1658an de bi alîkariya Fransiyan, yekgirtineke fermî di navbera mîrniþîniyên Alman der-dora çema Rheinê de hate sazkirin: Hevpeymana Rheinê. Ji bextê Ewropiyan re, serokê Hevpeymanê Johann Philipp von Schönberg siyasetmedar û oldarekî berpirsyar bû. Bi serokatiya wî dokûmenta fermî ya Hevpeymana Rheinê bi Almanî wusa hatibû binvakirin: “Vortrag, daß man nicht defensive sondern offensive mit dem Türken kriegen soll” (Peymanek, ku dewsa þerên xweparstinê emê þerên êrîþkarî dijî Tirkan bikin).

Di wan rojan de hizirdarekî Ewropî Conringius nivîsek amadekiribû û navekî eþkere dayê: “De bello contra Turcas” (Þerê dijî Tirkan). Conringius basa qazanca çalakiyên leþkerî dike û kêmasiyên Tirkan di warê çekdarî de vedikolîne. Baweriya kesên mîna Conringius ew bû, ku Tirk ji aþtiyê qazanc dikin: ew peyvên pelamarî dixebitînin, lê bi rastî naxwazin bi þerên teze ve mijûl bibin.   

Di naveroka vê stratejiyê de, di dawiya sala 1663an de li Regensburgê (li parêzgeha Almanî Bayernê) bi piþtgiriya Padþahê Fransa Louis yê Çardehem, nûnerên bilind ji Hevpeymana Rheinê civiyan û siyaseta nû li himber Osmaniyan anîn zimên. Wana ji milletên bindest xwest, ku cudahiya xwe bidin alîkî, daku komeka eskerî bidin cengawerên Ewropî. Wusa, li bin zext û çavdêriya Ewropiyan, sê serokên Macaran, yên li hev nedikirin – Wesselényi, Nádasdy û Zrínyi – bûbûn hevpeyman. Bi vî awayî, hêzên Macaristana dagîrkirî xizmeta Ewropiyan kir.

Dema xweamadekirina Ewropiyan ya heralî kuta bû, di sala 1683an de þerekî mezin dijî Osmaniyan destpê bû. Ev bûyer ji gelek welatên Rojhilat-Baþûrê Ewropayê re serbestiyê anî.

Belê, dehsalên aþtiyê siyasetmedayrên Ewropî ji bona zelalkirina siyaseta nû li himber Tirkan xebitandin. Mixabin, Kurd, ji ber nebûna stratejiya xwe ya rasteqîn, ji guhartina rewþa cîhanê re neamade bûn û dev ji Tirkan bernedan. Lêbelê, jiyana niha ji jiyana sedsalyia 16an û 17an cudah e û lewma zana û rewþenbîrên Kurd pêwîst e avakirina siyaseta nû li himber Tirkan ber çavan derbas bikin. Piþtî þikestina kampa sosyalîst û xurtkirina fundamentalîstên Islamî, Rojava bi giþtî û Ewropa bi taybetî rista dewleta Tirkan ji nû ve dinirxîne. Gelo taqet û zanebûna Kurdan heye, ku îcar armanca xwe nîþanî Ewropiyan bikin û stratejiya xwe ji sloganên biratiya Kurdan û Tirkan rizgar bikin?