Dr. Zorab
Ceferqulî
Ceferqulî
yek ji mezintirîn helbestvanên Kurdên Xorasan (Xuristanê) bû. Civaka Kurd
ya vê herêmê ji aliyê sê þahên Farisan ve di navbera sedsalên 16an û18an
de ji Kurdistanê hatibû sirgûnkirin. Eger berê nav û dengê Ceferqulî tenê
di nav gel de bela bûbû, niha zanyarên Rojhilat û Îranê lêkolînan li ser
newþekeriya wî diweþînin.
Havînên
Xuristanê ne mîna havînên Miyandowabê ne: Qirçîniya germahiyê xwêdanê
dike kevir û goþtê bedenan ji kêran tûjtir dibire. Ceferquliyê þayîr ji
kalikê xwe bihîstibû, bi çendî xwezayiya Miyandowabê li Beheþtê diçû.
Þêraliyê kalikê Ceferqulî þefeqa sibê zû radibû, silava xwe ji Xwedê
re diþand û bi dû re nerehetî ji gora Þah-Ebbas re dixwest: “Lê Xwedê
ji ruhê te nerazî be, bila hestûyên te di bin erda Tewrêzê de birizin!”
Dema Ceferqulî zarok bû, ev gotinên bêsinc kenê wî dianîn. Lê sal derbas
bûn û wî li hêrsa kalikê xwe yî rehmetî bi çavekî din mêze dikir: Êla
Þêralî bi fermana Þahê Farisan î zordar Ebbas ji xaka Miyandowabê, ku wê
paþê bibe Miyandob, hate rakirin û li Xuristana nemêvandar, di nav êþîrên
Turkmenan de hate binecih kirin.
Ceferqulî
êdî ketibû temenekî, wextê mêr mîna zarokan li tiþtên windabûyî
digerin û hêstir li çavan av didin. Kalemêrên Kurd ji zû de xatirê xwe ji
jiyanê xwastibûn û Miyandowaba ezîz li bîra ciwanan nedihat. Ev
derdek bû.
Derdekî
din jî Ceferqulî nearam dikir: Bidûrketina evîna wî, ya ku navê wê mejiyê
wî weke Riya Kadizê ezman bi hêvî dikir – Melwarî.
Helbestvan
û dengbêjê Kurmanc mîna Turkmenên dirawsê fêrî dûtarê bûbû û herdu
malwêraniyên xwe dikire stran:
Dawiya
jiyanê tirs nedikire dilê Ceferqulî. Lê ewî bêrawestan dubare-, sêbare-
û dehbare dikir: „Xwezil min rojekê Melwariya delal bidîta! Xwezil Xwedê
riya min heta Miyandowabê rast bikira, gerçî dibêjin, ku Tirkên Ecem zeviyên
me diçînin û hebûna me dixebitînin.“
Dîsan
jî Ceferqulî Xwedênas bû û digot, ku her tiþt di destê Xwedê de ye: Qencî
û Xerabî. Wî nifir li tukesî nedikirin, ji ber ku rêza miriyan zanibû:
Zaroktiya
Ceferqulî dihate bîra wî, dema pîrika wî Ximê êvarên zivistana nemerd
çîrok û çîvanokên Kurdan jêre gilî dikirin. Hingê Ceferqulî û birayê
wî Cemal di nav nivînan de vedileziyan û mêrxasiya Rostemê Zal, nazdariya
periyên bêguneh û sextebaziya dêwên reþ, spî û sor ji dêmên pîrika
sohbetxweþ guhdar dikirin. Rojê ew ji bihna gulan û dengê teyredê sermest
dibûn. Lê niha…
“Wey li min!”
Gava
Ceferqulî bû panzdeh salî, simbêlên wî êdî xuya dikirin, dilê wî kete
qîza Hesenê Biradost ya bi navê Melwarî. Melwarî ji pembû qerqaþtir bû,
ji berfê naziktir bû, ji dara guzan qeþengtir bû. Lêvên Melwariya ji êla
Biradost ji hinaran sortir bûn, lê feleka kambax xwazgîniyên zengîn þandin
ber derê mala bavê Melwariyê. Wisa dilbera wî mêr dike û berê xwe dide
aliyê zemîna Iranê. De were bizanibe, Melwarî çi pê hat û kûda çû?
Ceferquliyê
reben bi pey dikeve, gund û þehrên Xuristan û Iranê li hev dixe, lê
dike-nake rastî Melwariya xwe nahê. Her weku ev kul têra wî nake, di encama
êrîþeke Uzbekan de girî û þîn li Merva kevinare dikeve, ya bi zimanê
Turkmenan bûbû Mari. Birayê Ceferqulî yê hezkirî Cemal hate revandin. Tenê
Xwedê dikare bizanibe, Uzbekên cîhannedîtî çi anîbin serê wî û þeþ dîlên
din? Di kîjan bazara koleyan de ew hatibin firotan? Li kîjan aliyê cîhanê
ew niha nanê tisî dixwin? “Gelo çira Xwedê nahê hewara min?”
Belê,
dê û bavê Ceferqulî ji penceþêrê mirin, Xwedê vê nexweþiya han nehêne
ber mala kesekî. Pismamên Ceferqulî li dunyayê bela dibin, her yek diçe
deverekê, hevgirêdana eþîran li xerîbiyê sist û pûç dibe.
Niha
Ceferqulî gihîþtiye 50 saliya xwe, diranên wî dikevin, porên wî diwarin,
çavên wî yên tijî girî û zarî bi zorê rojê û þevê ji hev derdixin.
Þayîrê dilketî û dilþikestî bi saz û kilamên xwe yên kurdî, turkmenî
û farisî ve welat bi welat digere, heta digihîne ateþkedêyên Zerdeþtiyan.
Li wir, li navçeya Yezdê ew lê-lê ye, ku bengîniya xwe, bedbextiya milletê
xwe yî sirgûnkirî, tengasiya afirandinên stranan di nav êgir de biþewitîne.
Lê… Çavên Ceferqulî hêdîka têne girtin, heþê wî ji serê wî cudah
dibe, wêneya dawî bi dengê kalikê wî di ber çavên wî de dilipite. Dengê
Ceferqulî lawaz e:
Wê
gavê du kevotik li ser dara gûzan, li kûçeyeke Miyandowabê dixwînin û navê
Melwariyê digihînin milyaketên Xwedê. Wex, ev nav – Miyandowab û Melwarî
– ji þekir û hinguv jî þîrintir in, lê ev þîrinayî ji xelkê re ma!