Dr.
Zorab Aloian
Ji Dîroka Cihûdên Kurdistanê
Pêþgotin
Mijarek
heye, ku mirov carinan newêre xwe nêzîkî wê bike: Dîroka Cihûdên
Kurdistanê. Lêbelê, ev beþek ji dîroka
welatê me ye, ya berî hatina Ereb û Tirkan destpê bûye. Bêguman, Cihûdên
welatê me bi Kurdan û gelên din ra ji zemanê geþbûna
bajarvaniya Mezopotamiyayê da xweþdengiya pêlên
Dîcleyê silav kiriye.
Lê
bandora îdeolojiya çep û înternasyonalîzma Hîcazperweran em anîne rewþeke
wisa, ku her gotinek li ser Cihûdan wek pejirandina siyaseta Îsraîlê tê
nirxandin. Erê, gelo zana û rewþenbîrên Kurd nikarin çav bidin civakên rojavayî, yên hem basa çanda
Cihûdan dikin, hem jî siyaseta kesên mîna Þaron
rexne dikin? Heta niha cewaziya, ya me di navbera mehmetçîkan
û gelê Tirk yan Seddam û
þaristaniya Ereban da daniye, nîþana
mirovheziya me bû.
Lewma ne
gerek e, ku li himber Cihûdên tirkdost em basa van kesên bi navûdeng bikin,
yên piþtgirên
rizgariya Kurdistanê ne (Elena Bonner), azadiya zimanê kurdî dixwazin (Noam
Chomsky) yan kampanya serbestkirina Leyla Zana birêve dibin (Elie Wiesel).
Mebesta vê lêkolîna han jî ew bawermendên dînê Yahûdî ne, yên bi hezar
salan di nav me da mabûn û îro jî li Îsraîlê ji xwe ra dibêjin “Anî
Kurdî” (ez Kurd im) yan “Anaxnû mî Kûrdîstan” (Em ji Kurdistanê ne).
Siyaseta Îsraîliyan li himber pirsgirêka Kurd û hemû kêþeyên
Rojhilata Navîn dûrî mijara me ne.
Eger em
peyvên Cihû, Cihûd, Yehûdî, Yahûdî û Cûlekan di zimanê kurdî da
hevber bikin û têgînên zanistî þirove
bikin, emê bigihîjine van encaman.
1. Zimanê
fermî ya dewleta Îsraîlê hibrî ye: ew zimanê Tewretê bû û ji dawiya
sedsala 19an da hate vejînkirin. Hêjayê gotinê ye,
ku heta koçkirina xwe ji
bo Îsraîlê, Cihûdên Kurdistanê hem bi kurdî, hem jî (digel Asûrî,
Kildanî û Sûryaniyan) bi zaraveke aramî dipeyvîn. Herweha balkêþ
e, ku Cihûdên Kurdistanê
zarava xwe ya aramî jî wek “Kûrdît” binav dikin. Ev jî nîþana
girêdana wan bi Kurdistanê
va bû.
2. Ew bi çi zimanî jî biaxivin, dînê xwe wek Yahûdî dinasin. Lewma em jî dikarin ji bo vî dînî gotina Yahûdî bikar biînin.
3. Navê
civaka wan jî Cihûd e, çûnke ev dengê “c” li ba Kurdan û Ewropiyan
maye: Cihû-Cihûd-Cûlekan (bi kurdî) yan Jew (bi înglîzî).
Ji vir pê da emê sê têgînan bixebitînin: hibrî ji bo ziman (wek
Hebrew bi înglîzî yan hebräisch bi almanî), Yahûdî ji bo dîn û Cihûd
ji bo gel.
Ramana
Mezopotamiyayê û Çavkaniyên Cihûdan
Li Dema
Navîn, zana û gerokên ewropî dipejirandin, ku koka
Kurdan binemaliya Nuh e.
Lewma cîhana Xaçparêzan li ser bingeha daxuyaniyên Tewretê (serpêhatiya
gemiya Nuh û sekinandina wê li ser çiyayên Araratê) gelê Kurd çawa yek ji
civakên dîrokî temaþe dikir.
Quran gemiya Nuh li Cûdî da sekinandin: wusa bi xêra Îslamê jî welatê
Kurdan wek navendeke mirovahiyê tê mêzekirin.
Lê
girêdana Kurdan bi dîroka Avrabûnê (Tûfanê) va ji Tewret û Quranê
kevintir e. Were em bi kurtahî li ser ramana Mezopotamiyayê rawestin û nivîskarekî
Babîlî – Berossus - bi bîr biînin.
Împeratoriyên
Babîl, Aþûr, Medya û Aþemenî
li herêma Mezopotamiya yek pey yekê ava dibûn, lê hercar ev guhartineke
ramyarî bû. Desthilata malbat yan serokhoziyên nû bingehên çanda
Mezopotamiya ji cîh ranedikirin. Bo gotineke din, ji bona niþtecîhên
Mezopotamiya her desthilateke binavkirî desthilateke herêmî bû, beþek
ji þaristaniya hevbeþ
bû. Belê, ceng û nakokî di navbera cemawerên dirawisê da hebûn, lê
armanca wan bidestxistina desthilatê bû. Tucar hêzên herêmî – malbat bûna,
leþker bûna
yan dewlet bûna – qirkirina dijberên xwe, tunekirina gelekî yan olekî
nediviyan. Armanc qazanca siyasî û aborî - ne nijadperestiya rûreþ
- bû. Niþtecîhên
Mezopotamiya dizanibûn, çawa bi hev ra bijîn û heta kîjan qonaxê
dijminatiyê bikin [II rûp.
4].
Lewma di
bîranîna kollektîv da hemû gelên Mezopotamiya – Kurd, Asûrî, Sûryanî,
Kildanî, Ermenî û Cihûd – dikarin jiyaneke hevbeþ
bi rê va bibin. Berevajî,
gelên nûhatî, yên ji kahniya sûperkûltûra Mezopotamiya venexwarine –
Ereb, Tirk û dagîrkerên Rojavayê – hergav dibine sedemên tragediyên
mezin. Wisa, di destpêkê da Îskenderê Duqurne û leþkerê
wî yê grêkî-makedonî cemawerên Mezopotamiya wek biçûk û barbar mêze
dikirin. Piþtî
du hezar salan dagîrkerên Înglîz û Firansî bi baweriya, ku ev gelên nezan
li Mezopotamiya perwerde bikin, hatin. Ne Îskender, ne jî Ewropiyên sedsala
20an aþtî
û pêþveçûna
dirêjxayan ji Mezopotamiya ra anîn. Em êdî basa Ereb û Tirkan nakin: ev çandên
ji dervayî herêmê ne û lewma desthilata wan bi zordarî û komkujan va xwe cîhbicîh
dike.
Lê em vegerin serdema Berossus, wextê Mezopotamiya ji aliyê Grêkan (Yûnanan) va hatibû dagîrkirin. Du komên rewþênbîran li herêmê çê bûbûn, herdu jî xwe dispêrandine îdeolojiya serbestiyê. Hinde rewþenbîr bi zimanên herêmî siyaneta dema buhurî bi jîndar dikir û serpêhatiyên Zerdeþt, Îbrahîm, Mûsa û Nebûxedenesir dikirine sembola rizgariya Mezopotamiyayê. Lê zana û ronakbîrên din di wê baweriyê da bûn, ku eger ew zimanê Grêkî bi kar biînin û dewlemendiya þaristaniya xwe nîþanî dagîrkeran bikin, wê bi riya aþtiyê xwe azad bikin û nejîrbûna grêkan bi eþkere bikin. Yek ji wan rewþenbîrên serbilind, lê aþtîxwaz Berossus bû, yê nêzîkî sala 281an Berî Zayînê bi zimanê grêkî dîroka Babîliyan li ser kaxezê hîþtibû. Navnîþana pirtûka wî “Babyloniaca” ye [II rûp. 4-6].
Di
karnameya xwe da Berossus gelek mijaran dinirxîne – ji steyrknasî û
feleknasiyê hilde heta jiyana serkêþên
Mezopotamiyayê. Lê gotina wî di derheqa Avrabûnê da bala me dikþîne,
ji ber ku ev babeta han hem Kurdistana Kevinar diîne ber çavên me, hem jî bi
babeta Cihûdên Kurdistanê va girêdayî ye. Wisa, Berossus basa sê serdemên
dîroka Mezopotamiya dike:
1) ji 432 hezar salan berî Avrabûnê da,
2) Serdema Avrabûnê û
3) Padþahên
Mezopotamiyayê heta Nabû-Nesir [II rûp. 6-10].
Ligor Berossus, li Armeniyayê dengek gihîþtibû guhên Padþah Ksîsûþtros (Xisoutros),
ku ew û
milletê wî wê vegerine Babîlê û ji wir zanînê bela bikin. Berossus xwe
dispêrîne legenda Gilgameþê,
ya basa Çiyayê Nisir dike. Lêkolînerên Rojavayî dibêjin, ku ev çiyayê Pîr
Omar Gûdrûn li Kurdistana Baþûr
e. Herçend Berossus basa Armeniyayê dike, ev wisa jî dinivîse, ku parçeyeke
gemiyê gihîþte çiyayên Kurdan (Korduaian), ya di çavkaniyên
din da wek Gordyene xuya dike [II rûp. 20-21].
Ji bilî vê daxuyaniya balkêþ, Berossus wisa jî li ser desthilata Medya radiweste û gelê Gûtî çawa
bingeha Medya destnîþan
dike. Di
pirtûka “Babyloniaca” da tê gotin, ku berê li Mezopotamiyayê 21 padþahên Medya yan Gûtî desthilatdar bûn [II
rûp. 21-22].
Belê, îro gelek zanyar diselimînin, ku ne tenê koka Medya û Gûtî
milletek bû û ew herdu pêþiyên
Kurdan bûn, lê wisa jî, ku ew di jiyana Mezopotamiya kevinar da xwediyên
roleke pirmezin bûn [V rûp. 96].
Nêrîna Berossus li ba Cihûdan jî cîhê xwe girt. Di Tewretê da [Pirtûka
Afirandinê, 6:14] hatiye nivîsîn, ku Xwedê fermanek dabû Nuh, bila ew
gemiyek ji xwe ra çê bike û qîrê li der-dorê bixe. Di sedsala 4an ya Zayînê
da zanyarê Cihûdan bi navûdeng Yonathan ben Ûziyel wisa þirove
dikir: Xwedê ji Nuh xwestiye, ku ew ji dara “gofer” gemiyê çê bike. Lê gelo ev
“dara gofer” çi dar e? Yonathan ben Ûziyel navê hibrî “atzey gofer”
werdigerîne zimanê aramî: “dekosîn kardonîn”.
Eger em ji cîranên xwe asûrî-sûryanî yan kildanî, yên bi aramî
diaxivin, bipirsin, ewê ji me ra þirove
bikin:
"de"
- ji;
"kos"
- dar;
“în"
– gelekjimar, mîna
“ên”, “êd” bi Kurdî;
“kard
“– Kurd;
“on”
– sûffîks.
Wek
encam, Xwedê ji Nûh dixwaze, ku ew “ji darên Kurdan” yan “ji darên
welatê Kurdan” gemiya xwe çê bike.
Ji bilî
vê, Yonathan ben Ûziyel ji Araratê ra [Tewret,
Pirtûka Afirandinê, 8] dibêje “tûrey Kardû” yan “çiyayên welatê
Kurdan”.
Were em
têksta Yonathan ben Ûziyel di ber çavan ra derbas bikin: “Piþtî
150 rojan av paþda çû.
Di meha 7an da, di roja 17an da gemiya Nûh li çiyayên Kardû sekinî”.
Mirov
dibîne, ku Kurdistan û bûyerên Avrabûnê, ligor dîroknasên Mezopotamiya
û dabûnerîta Cihûdan, bi hev ra hatine dirûtinê. Em ji bîr nekin, ku
Berossus di sedsala 3an Berî Zayînê da, Yonathan ben Ûziyel jî di sedsala
4an ya Zayînê da welatê Kurdan wek cîh-wara Nûh binav dikin. Gelo ew haþ
Ereb û Tirkan hebûn?
Çawa Cihûd hatine Kurdistanê
Wek tê zanîn, li ser Xaka Pîroz 12 hoziyên (eþîrên) Cihûdan
hebûn. Tewret [Pirtûka 2an ya Padþahan,
17:5,6] dibêje,
ku desthilatdarê Aþûr
bi navê Þalmanesir berwelatê Cihûdan dagîr kir, 10 hoziyan sirgûn kir,
anî ber çemê Gozan, ango Xabûra îro, û bajarên Medya.
Di navbera sedsalên 6 Berî Zayînê û 4 ya Zayînê da, dîndarên Yahûdî
ji bo þirovekirina têksta Tewretê ligor serdema nûjen pirtûka bi navê
“Talmûd” (perwerde, tefsîr) nivîsand. Balkêþ e, ku Talmûd
jî basa Kurdan dike û destûrê dide berpirsyarên Cihûdan, ku ew mirovên
Kardû, yên dixwazin bibin Yahûdî, bipejirîne [Talmûd,
Pirtûka Yevamot, 16a].
Bi gotineke din, ne hemû Cihûdên Kurdistanê di dema xwe da ji Îsraîlê
hatine: Beþeke wan Kurdnijad bûn.
Dîroknas
encama daxwaza dînguhastina hinde Kurdan diînin zimên. Ji bo nimûne,
mîrekî Kurd Monobaz û dayîka wî li mîrniþîniya
Adiyabena dînê Yahûdiyan qebûl kiribû û piþtgirya madî
dabû Cihûdan. Ji ber ku mîrê Kurdan di sala 46an ya Zayînê da gelek Cihûdan
ji xelayê (birçîbûnê) xelas kirin û di salên 66-70an da serhildana wan
dijî Împeratoriya Romayê fînanse kir, navê wî di dîroka Cihûdan da bi
qelema zêrîn hatiye nivîsîn. Ne behetî ye, ku îro li Qûdsa Rojavayî kûça
bi navê dayîka Monobaz, Helena, heye: bi hibrî “Raxov Helena” [IV, 2 rûp.
267],
[IV, 12 rûp.
258].
Hewas e, ku heta
Pirtûka Talmûdê jî di gelek cîhan da li ser van bûyeran radiweste [Talmûd,
Pirtûka Nazir, 3:6], [Talmûd, Pirtûka
Pe’ah, 1:1,156 û 4:18], [Talmûd,
Pirtûka Megillah, 4:30].
Lê
mîrniþîniya Kurdên Yahûdî dirêj dewam nekir: êdî di
sedsala 3an da mîrên Adiabenayê bûbûne Xaçparêz û di serdema Îslamê da
hoziya wan bi navê Hazbaniya di çavkaniyan da xuya dike.
Cîhê gotinê ye,
ku zorbeya Cihûdên Kurdistanê di wê baweriya da bûn, ku ew ji hoziya (eþîra) Benyamîn bûn: Benyamîn yek ji 12 kurên Yaqob
(Yaqûb) bû [Tewret, Pirtûka
Afirandinê, 35:16-18].
Lê gelo ev 10 hoziyên Cihûdan, yên gerek e hatibûna Kurdistanê, li ku
ne? Ligor dîtina oldar û Xwedênasên (teologên) Yahûdî, tenê binemaliya
Benyamîn li ser dînê xwe ma, 9 binemaliyên din di nav Xaçparêzên
Kurdistanê da heliyane, bi taybetî di nav Asûriyan da [IV,
10 rûp.
1296].
Li Dema Navîn
Hoziya Benyamîn li van bajar û navçeyên Baþûr cîh-war
bûbû: Amediya, Musil, Hewlêr, Helebce, Kerkûk û Xaneqîn. Di sala 1170an da
Benyamînê Tûdelayî, gerokê (rawiyarê, rêbiwarê) Cihûdan ji Espaniya (ji
bajarê Tûdela, ya di wê serdemê da li bin kontrola Ereban bû) serî dabû
Kurdistanê. Di nivîsa xwe da Benyamînê Tûdelayê basa 100 civakên Cihûdan
dike, jimara wan 25 hezar, yên ligor wî, “li Kurdistanê dimînin, bi zimanê
Targûmê (zimanê aramî) diaxivin, di nav wan da Xwedênas û zana hene” [IV, 10 rûp.
1296].
Li vir jî, çavkaniya Cihûdan navê Kurdistanê hildide, ne Îraqa Bakur
yan Tirkiya Baþûr-Rojhilat!
Li gelek bajaran tarên Cihûdan yên taybetî hebûn. Lewma heta niha, ji
bo nimûne, li Helebcê tara Cûlekan maye. Kevintirîn þehrê
Kurdistanê, li ku Cihûd ji serdema Asûryan da cîh-war bûbûn, Hewlêr e. Ji
wê girîngtir, Hewlêr wisa jî navenda mîrniþîniya
Adiyabena bû. Herweha di warê
dînî da, Hewlêr risteke mezin di dîroka Yahûdiyan da lîstibû, çûnke li
wir gelek zana û ronakbîr bi pirsgirêkên dijwar va mijûl dibûn. Ji bo nimûne,
di dawiya sedsala 12an da li Hewlêrê gengeþeyeke
tal û tûj di
navbera du oldaran di derheqa pêþeroja
civaka Cihûdan da
çê bûbû. Di serdema Osmaniyan da jî
civaka Cihûdan li Hewlêrê rûniþtibû,
lê çavkaniyên Cihûdan jî diselmînin, ku eskerê Tirkan zulm û zordariyê
dijî wan dikirin. Belê, herçend niha rayedarên Tirkan xwe li ber Cihûdan þîrin dikin jî,
xerabiya Osmaniyan ne ji bîra Kurdan diçe, ne jî ji bîra milletên din!
Mezintirîn
bajarê, li ku niþtecîhên
Cihûd li Dema Navîn liserhev dijîtin, Amediya bû. Ne dûr e, ku mirov
Amediya çawa paytexta nefermî ya Cihûdên Kurdistanê binav bike. Eger Benyamînê
Tûdelayê me haydar dike, ku di sedsala 12an da li wir 2 hezar Cihûd diman,
destnivîseke din basa 25 hezar Cihûdên Amediyê dike. Name û jêderên birêvebirî
(îdarî, admînîstratîv) destnîþan
dikin, ku heta dawiya sedsala 16an ev gewretirîn
bajarê Kurdistanê ji bo Cihûdan bû. Hurmet û giraniya rabbînên Amediyê
li hemû Kurdistan û Azerbeycanê dihate pejirandin. Civaka dewlemend di salên
1228an û 1250an da li wir du kenîseyên (bi hibrî, Beyt-Knesset) ciwan þên kiribûn,
piþtî ku kenîseyeke din di sala 1220an da li Musilê
hatibû avakirin.
Ji sedsala 16an da rewþa aborî
û siyaseta Kurdistanê bi giþtî
û bawermendên Yahûdî bi taybetî têk diçû, herçend jiyana wan ji jiyana
Cihûdên Îran û Kafkasê xweþtir bû. Cihûdên bajarvan maldar û xwedîpêþe
– hesinkar, zêrger û soldirû – bûn.
Rêjeya wan li gundan jî mezin bû
û ev yek taybetmendiya Kurdistanê ye. Ji bo nimûne, li
Ewropayê û welatên Misilmanan piraniya Cihûdan bi pêþeyên serkeftî û peran va mijûl dibûn, lê li herêmên
Kurdan gundên Cihûdên cotkar hebûn: % 20 li Baþûr û % 15
li Rojhilat. Li aliyê din, axa û begên Kurdan bi xwe xwedîpere bûn û bi
xwe pirsên madî çareser dikirin, bê alîkariya Cihûdan. Cihûd digel
Kildaniyan, Asûriyan û Sûriyaniyan endamên sîstema hozî (eþîrî)
bûn. Bêguman, ev belgeya kevinariya Cihûdan li Kurdistanê ye.
Çawa tê zanîn, berî ku Tirkan xweseriya Kurdan rakirin, Kurdistan
welatekî dîrokî, pirziman û pirçand bû.
Cewaziya dîn û
zimanan nedibû sedema dutîretiyê di navbera Misilman, Êzdî, Kakeyî, Cihûd
û Xaçparêzan da. Ew hemû di naveroka yekîtiya civakî (pergala derebegî),
xwenasîna Kurdistanî û zanebûna zimanê kurdî da dijiyan.
Ji malbatên navdar li Kurdistanê em dikarin navên Adonî (yan Barazanî),
Mîzrahî, Dûga û Herîrî hildin. Ji wan binemaliyan gelek helbestvan, rabbîn
û zana der ketin, yên sê zimanan dixebitandin – kurdî, aramî û hibrî.
Ji ber ku jiyana giyanî li ba Kurdan gelek bi pêþ ketibû, Yahûdiyan
jî xwe bi bîr û baweriyên xwe va digirt û kûltûra xwe ji Cihûdên welatên
din paktir parast. Ji bo nimûne, îro jî li Îsraîlê tenê Cihûdên
Kurdistanê cejna Saharana, ya ji dema Babîliyan maye, derbas
dikin [I], [IV,
10 rûp. 1295-1301].
Wisa jî
he was e (balkêþ e), ku tenê li Kurdistanê, serokeke jin li ba Cihûdan hebû: li
herêmên din kes destûr nedida jinan, ku li ser babetên dînî bixebitin. Ji
bo nimûne, di dawiya sedsala 16an û destpêka sedslala 17an da, jinek bi navê
Asenath Barazanî bat Samûel
bûbû seroka yeþîva, ango medreseya dînî, li Kurdistanê û ewê gelek pirsên dînî
ji hemû Cihûdên cîhanê re þirove
kiribû [I rûp.
35-40,157,164,198,205],
[IV, 4 rûp.
204].
Serhiladana Dawid Alroy
Di destpêka
sedsala 13an da Yahûdiyên Rojhilatê hêviya hatina Mahdî bûn.
Ligor baweriya wan, zeman hatibû, ku hemû Cihûdên cîhanê li ser Xaka Pîroz
kom bibin û ji desthilata Yezdan kêfxweþ
bibin. Pêþbîniya
wan ew bû, ku ji bawermendên rasteqîn yek xwe pêþ
bixe û bi navê
Padþahê Îsraîlê serkêþiya hemû
mirovên Yahûdî bike. Sedem ew bû, ku hêzên Xaçparêzan hem li Ewropayê,
hem jî li Rojhilata Navîn bêrawestan êrîþan
dijî Yahûdiyan
dikirin û
wisa diyar bû, ku tukes nikare Cihûdan
xelas bike. Balkêþ e, ku navenda vê rêxistina dînî û siyasî Kurdistan, welatê
hevkariya olan û gelan, bû.
Ev þoreþa giyanî
li Kavkasê di sala 1211an da destpê bûbû û bi zûtirekê gihîþte
bajarê Amediyê.
Li wir, di malbata Dûgî da, xortek bi navê Menahem ben Solomon îbn Dûgî
xwe wek serdar destnîþan kir û piþtgirya
Cihûdan qazanc
kir. Ji ber ku bi tîpên erebî paþnavê
wî þaþ hate xwendin, ar-Rûhî
dewsa ad-Dûcî, li Ewropayê ew çawa Alroy tê nasîn. Navê Dawid ewî bi xwe
li ser xwe kiribû, çûnke gel hêvîdar bû, ku ew rista padþahê
Îsraîlê bilîze.
Ne tenê serdarê Cihûdan, lê wisa jî amadekarê îdeolojiya
serhildanê Efrahîm ben Azariyah serokrabbînê Kurdistanê bû. Bi dîtina wî,
Dawid Alroy hêjayê rista xwe bû, ji ber ku ew mirovekî bi bandor û zana bû,
Xwedênasiya Îslamê û Yahûdiyan li Bexdayê xwendibû û gelek zimanan zanibû.
Sedemeke din jî girîng bû: Amediya li ser rêya stratejî di navbera Kafkas,
Riha (Urfa) û Qudsê da û navenda Yahûdiyên Rojhilatê bû. Dawid Alroy
nameyek ji hevbawermendan ra nivîsî: “Niha dem hatiye, ku Hêzdarê Mezin
milletê xwe biîne li ser hev û bi xwe ra bibe bajarê pîroz Qudsê”.
Zorbeya Cihûdên Xoy, Selmas, Wirmiye, Tewrêz û Maraxayê bersîveke erênî
dane Dawid û bi coþeke mezin bûne
beþdarên þoreþê.
Pêwîst e mirov bibêje, ku ji ber dijminatiya Cihûdan dijî Selcûkên Mûsilê,
Kurdên Êzdî jî piþta Dawid Alroy
digirtin. Malbata Zengî
gelek Êzdiyan êþandibû û
ev derfetek bû, ku Êzdî heyfa xwe hildin.
Gotinek di nav gel
da bela bûbû, ku
Selcûkan Dawid girtibû, lê ew li ser baskên milyaketekî ji zîndanê firî
bû. Lê Tirkên Selcûk baweriya xwe bi çîrokan nedianîn: wana yekcar Dawid
Alroy kuþt û guman
nedikir, ku ev serhildan têk çû. Lê bi hezaran hêviya Mahdî bûn û bi salan çekên xwe
bernedidan. Piþtra, ji bo Cihûdan zelal bû, ku serdema xelasiyê hên
nehatiye, û aramî dîsan kete jiyana wan ya rojane [IV,
10 rûp. 1296-1299].
Romaneke Benyamîn Dîsraelî, ya bi înglîzî hatibû nivîsandin û niha
ji bo gelek zimanên din hatiye wergerandin, bi rengekî wêjeyî basa
serhildana Dawid Alroya û Kurdistana Dema Navîn dike [III].
Bandora Çanda Kurdistanê li ser Cihûdan
Berî her tiþtî,
mirov pêwîst e di derheqa bandora Zerdeþtiyê
li ser bîr û bûçûnên Yahûdiyan da du peyvan bibêje. Lêkolînerên dînî
baþ dizanin, ku gelek
feriþte û milyaketên Yahûdiyan ji baweriya Zerdeþtiyan
ya gerdûnî
hatibûn wergirtin. Hizra Reqîbê Yezdan, Satan, jî li
Kurdistanê peyda bûbû, ji ber ku ligor dînê Zerdeþtiyan,
Ehrîman dijberê Ehora Mezda bû. Wisa jî Pira Çînwatê,
li ser kîjanî miriyên Zerdeþtî
derbas dibûn, kete dabûnerîtên Yahûdiyan
û
piþtra Xaçparêz û Misilmanan.
Li aliyê
din, sazbendiya (mûsîka)
Cihûdên Kurdistanê li ser bingeha stran, laok û heyranên Kurdan ava bûye.
Cihûd bi kurmancî distiran û carnan goranî û kilaman werdigerandine zimanê
aramî. Îro jî li Îsraîlê Cihûdên Kurdistanê bi kurdî distirên û sema
û reqsên welatê me digirin. Lêkolînerên
îsraîlî jî mîna Gerson-Kiwi û Idelsohn giringiya çanda Kurdan ji bona mûzîka
Cihûdan dipejirînin
[IV, 10 rûp.
1299-1301].
Zor girîng e, ku Cihûdan ne tenê bi aramî û hibrî, lê herweha bi
zimanê kurdî jî têkstên dînî diafirandin. Ji bo nimûne, tê zanîn, ku
wana li Kurdistana Baþûr
hinde nivîsên pîroz wergerandibû kurdî jî [IV,
10 rûp. 1299].
Di warê
taybetmendiyên
derûnî da jî, du hezar salên jiyana digel Kurdan karîgariya xwe nîþan dikin: Cihûdên Kurdistanê serberz, serhiþk û
þerkar in. Lewma li Îsraîlê
ew di kariyera leþkerî da bi ser dikevin, mîna Wezîrê Parastinê yê
berê Îtzhak Mordexay, yê xelkê Aqra ye.
Rizgarîxwazî
û mêrxasiya wan di kesayetiya Moþê
Barazanî da jî xuya dike. Moþê
Barazanî (1928-1947) zarok bû, dema malbata wî ji Kurdistana Baþûr hate Qudsê. Li wir Moþê Barazanî digel Îshaq Þamîr û Menahem Begîn bûbû endamê saziya “Lehî”, ya ji bona avakirina dewleta Îsraîlê çalakiyan
dikir. Ji ber vê yekê, ligor biryara Dadgeha Eskerî ya Înglîzan, Moþê Barazanî hate kuþtin,
lê îro li Qudsê kûçek li ser navê wî heye [Daxuyaniyên Internetê].
Zivirandina Cihûdan ji bo Îsraîlê
Berî ku Cihûd biçûna Îsraîla nûavakirî, dora 200 civakên wan li
Kurdistanê hebûn: 146 li Baþûr,
19 li Rojhilat, 11 li Baþûr-Rojava
û 11 li Bakur. Di salên 1950-51an da wek encama operasyona “Ezra û
Nehemiya” piraniya Cihûdên Baþûr li Bexdayê kom bûbûn û li balafiran gihîþtine
Îsraîlê [IV, 10 rûp.
1298-1300].
Piþtî
þerê Kendavê, di sala 1991an da, xebatkarên hewlekariya
Mossadê 1170 Cihûdên mabûyî birine Îsraîlê. Lê ligor rojnameyên îsraîlî,
tenê 80 kes li wir man, yên din nikaribûn dûrî Kurdistanê teyax bikirana
û niha li Amerîkayê dijîn.
Belê, jiyana wan li Îsraîlê, li ku jimara Cihûdên Kurdistanê nêzîkî
300 hezaran e, babeteke biserxwe ye. Lê balkêþ e, ku çendik-çend komelên wan li Îsraîlê hene û guhên wan herdem ser bûyerê
Kurdistanê ne.
Têbînî
Kurtehiyên
vê lêkolîna han di kovarên „Havîbûn“ u “Hîwa” da hatibûne weþandin.
Jêder
Du
girîngtirîn çavkaniyên dîrokî û dînî ev in: Pirtûka Pîroz ya Tewretê
û Talmûd (ango Tefsîra Zanayên Yahûdî).
Herweha, min di lêkolîna xwe da ev pirtûk û gotar xebitandin:
I.
Ben-Jacob, A. Qehîllot
Yehûdey
Kurdîstan
[Cemawera Cihûdên
Kurdistanê], 1961.
II.
Burstein, Stanley Mayer. “The Babyloniaca
of Berossus”. Sources
and Monographs. Sources from
the Ancient Near East, 1, 5. 1978.
III. Disraeli,
Benjamin. Wondrous
Tale of Alroy, 1839.
IV. Encyclopaedia Judaica, 1971.
V. Finkelstein, J.J. “The Genealogy of the Hammurapi Dynasty”. Journal of Cuneiform Studies, 20, 1966.