Dr. Zorab

Deh Rawêj


I

Berî çend salan, lêkolînerên ewropî li qeraxên Nînewê destnivîsek dîtin. Zimanê têksta, ku baþ hatibû xweyîkirin, nêzîkî zaraveya Kurmancî bû. Lê ji bo ku dilê Tirkan ji vê belgeya dîrokî neêþe, ev têkst hên nehatiye weþandin. Hêjî kopipyên vê destnivîsê di namexaneyên girtî yên Vatîkan û Yerûþalîmê de bi dizîka ve hatine peydakirin û veþartin. Heyf û mixabin, ku tevaya destnivîsa Nînewê neketîye destê me, lê bi riya xêrxwazên Kurdan beþeke wê li ba me heye.


II

Mêjûya vê destnivîsê 18ê Adara sala 612an Berî Zayîna Îsa, sê roj pêþiya ku artêþa Desthilata Mad, ango Medan, peykara dawî li dijî Aþûra Zordar destpê bike. Serdarê Madan î navdar Key-Uvaxþasra diferime û konên eskerê xwe li deþta ber çemê Gozanê, navê kîjanî wê paþê bibe Xebûr, radixe. Wateya peyva “Key” di zimanê Madan de Padiþah bû, “Uvaxþasra” jî Desthiltadariya Madan bû. Lê gelên ji Aþûra Zordar rizgarkirî ji Key-Uvaxþasra re digotin “Kiyaksar” yan “Serdar”. Bi van navan ve ew kete dîroka mirovahiyê.   

III

Êvarê, dema mezinên Madan armancên xwe hevber dikin, Babîliyên hevpeyman jî nakokiyên di navbera sê serleþkeran de çareser dikin, merivek nêzîkî nobetdarên fermangeha Kiyaksar dibe û dixwaze Serdar bibîne. Cilên wî yên kesk û reþ, çûyîn-hatina wî ya bêdeng û axavtina wî ya qiriq bi eþkere dikin, ku koka wî ne Arî bû. Nivîskarê Serdarê Madan, Rûgerm, vê bûyerê li ser dara pirtûkê dihêle.

IV

Rûgerm jî, wek Kiyaksar, ji Mannayê bû. Manna navenda Desthilata Mad bû, ku ji þeþ herêman pêk hatibû. Paþê, gelên Kurtî û Manna, yek cengawer û koçer, yê din jî sazûmankarê mîriya bi navûdeng û bêhempa, wê bibin neteweyek û bi navê Kurdmanc kul û þanaziya Mezopotamiyayê di nav sal-zemanan re bikiþînin. Lê niha Rûgerm weha dibêje:

V

Xuya ye, ku ev mêhvan ne meriv, lê giyanek bû. Ewî xwe çawa xwedavendê gelê Biyabana Jêrîn,  ji kîjanî re wê Arabiya Felîks bê gotin, da nasîn. Rûgerm navê wî behetî û giran dibîne, lê dinivîse, ku ew giyan, ango ew xwedavend, bavê sê qîzan bû:

- Ez îro hez dikim, bi te re, ey Serdarê heþyar û milestûr, peymanekê girê dim. Were em ji kon-fermangeha artêþa te hebekî dûr kevin.

VI

Kiyaksarê sersam teze ava xahoma vexwaribû û bi Rûgermê dilsoz re dakete lata hêþîn. Hema ew hersê – Serdar, nivîskar û xwedavend – nîv-fersengê çûn û tenê man, mij-dûman li erd-ezmanan girt û çarmedora wan bû tarî-tarîstan.

- Tu dizanî, mêhvanê negazîkirî, ez çu xwedavendan nas nakim. – Kiyaksar helwêsta xwe weha vedikir. – Xwedayê me ji çerxa Zerdeþtê Behdînî û vir de Yezdan e. Yezdan e û em nîþanên wî di þêweyên Ahora û Tav de qenc dimeyzînin. Ez dijminên Yezdan yekcar diavêjim bin axa sar! Tu agahdar î, çi hate serê sermestan, yên bîst û heyþt salan li navçeya me cerdevaniya mirdar dikirin?

VII

Mêhvanê Biyabana Jêrîn bihîstbû, ku berî sê salan Kiyaksar serokhozên Skît û Kîmêran serxweþ kirin û dane kuþtin. Lê îro di artêþa wî de çekdarên Skît û Kîmêr ên Arîregez mil bi mil tev Mad û Babîliyan bûn. Dîsan jî xwesteka mêhvan ji devê wî peqiya:

- Bi dilê te be, ne bi dilê te be - ez dê cîhê hemû xwedavendan li tevaya cîhanê bigirim. Belê, rojgara min wê bi dû hezarsalekê re bê, lê Tu û gelê Te dikanin rawêjên min îro jî bipejirînin.


VIII

Yek: Baweriya xwe bi merivên Kurtî û Manna re nehêne.

Didu: Li himber giþk saziyên din yên gelê xwe raweste.

Sisê: Gava neyar qira gelê te biîne, biratiya wî bixwaze.

Çar: Bila merivên Kurtî û Manna biwêrin rexneyan li min yan Yezdanê Mezin bigirin, lê bila ew newêrin, rexneyan li serokhozên xwe bigirin.

Pênc: Eger yekî leheng û jîr rexneyan li serokhozên xwe jî girt, mafê wî tuneye, ku þaþiyên saziyên xwe binirxîne.

Þeþ: Hûn ji gelên din re bibin feriþte, lê bira û pismamên xwe bipertînin.

Heft: Hûn peyvên neþîrîn di nav xwe de bixebitînin, lê bi biyaniyan re bi zimanekî nerm û xweþ biaxivin.

Heyþt: Tu Serdar î û lewma bi destûr î, ku gelê xwe þerpeze bikî, da ku ew ji te bitirse, hez bike û bibe cangoriyê te.

Neh: Gava dînê min bi destê þûr û derewan li þeþderê bela bibe, Hûn jî navê min hildin û dînê bapîran biperçiqînin. Bila neviyên Kurtî û Manna bibin bendeyên min û neyarên sincê xwe.

Deh: Rê nede xwenda û zanyaran; Bila ramana azad geþ nebe.


IX

Rûgerm dinivîse, ku Kiyaksar axavtinên bêkêr rawestandin, piþta xwe da giyanê Biyabana Jêrîn û vegeriya ba artêþa xwe ye bêtirs. Peyama xwedavendê dengqiriq heþê Serdarê Madan nebirî û wî meramên Xwedayê Mezin anî sêrî. Sê roj derbas bûn, Madan Aþûra Zordar rûxand û Niþtimaneke herherî ji Kurdmancan re afirand. Rûgerm weha kuta dike:


X

GUTINENDI DIROZIN HYE BIYABAN, KA BAB HYE SREYE DUHTAN BÛTA, DEL HYE KEY-UVAXÞASRA SARD HÊLÎN. EWET PAYTÎ XWATO KERD, AÞÛR HYA NAPAK XERAW KERD

ango

„Gotinên dirozinê Biyabanê, ku bavê sê dotan bû, dilê Kiyaksar sar dihêlin. Ewî bi ya xwe kir û Aþûra nepak xerab kir.“