Dr. Zorab Aloian

Dîlana xwekuþtinê

Heta kutasiya cîhanê em teyax nakin. Emê hevdu tune bikin, ji rûyê erdê rakin. Na, em ne Kurdên serbilind in. Em Kurdên xernexwazên xwîþk û brayên xwe ne. Em bûne nokerên gelên serdest. Jenosîda me aniye serê xwe, ji komkujên Seddam û Kemalîstan dijwartir e. 

Emê hevdu bikujin û di berêvara paþin de banga me kevirkirî wê di destê Zurvanê xwedavendê dem û dewran de hûrik-hûrik bibe. Yên guman dikin, bila bala xwe bidin xwe û hemwelatiyên xwe. Bila bala xwe bidin nîgarên wêrankirina Kurdistanê û arzankirina jiyana gelê wê, yê Xecê bi Siyabend re revand, bi Mîrza Mahmûd re diçû nêçîrê, bi Bahlûl-Zana re Harûnê Reþîd anîbû rêza xelîfan.

Çekdarên Kurd ji bona rêxistinên xwe di þergehên brakujiyê de ne. Þaþiya serokhoziyan, yên peyva siyasetmedaran li xwe kirine, bi xwîna dot û xortên welêt tê þûþtin. Dûrî teq û reqên erjeng, bav û bra kêrê li keçên li Ewropayê mezinbûyî dixin, daku namûsa malbatan bêleke be. Lê namûsa wan namûs bûya, wê ji herêma Mem û Zîn derneketana û ji rawêjên Hîcaza bêbext xwe rizgar kirana. Ma pêþbîniya dîrokê ev e, ku em ji hevdu biwestin û kîna hevdu biajon?

Kengê xebitandina tiving û topan rê nade, ku em poçika dîlana xwekuþtinê bigirin, em gotinên neþîrin ji hev re dibêjin, hevdu biçûk û rezîl dikin. Rewþenbîr rewþenbîran, siyasetmedar siyasetmedaran, Xwedênas Xwedênasan.

Kê gotiye, ku Tirk û Ereb xerab in? Nexêr, Tirk jî qenc in, Ereb jî xweþmirov in! Ew dewletparêz in û ji me zêdetir maþoqên welatê me ne. Lewma hercar em seba demokrasiya Îraq, Îran û Komara Tirkiyê û bratiya hemû Sûriyan serê xwe diþkênin, ew jî li me dikenin. Tu sucê wan e, ku em li Ewopayê, bê zexta metîngeran, dev ji devokên xwe berdidin û kesayetiya zarokên xwe vala dikin? Em bi biryara xwe ya kambax, mîna bêkes û belengazan, li ber þêmîka koþkên çanda dagîrkeran sekinîne û pars dikin. Zordarî pêdviya du aliyan e: Alîyek gerek e, serdest be, aliyê din jî ji bindestiya xwe dilþad be.

Emê hevdu qirkin: Dînek hemû dînên din, partiyek hemû partiyên din, zimanê biyaniyan hemû zaravên Madiyan. Bi dû re, qaçaxên gemiyan wê Kurdên mayî biavêjine Derya Navîn, daku ramana Kurdîniyê mîna Tîtanîka bextreþ bibe alava bernameyên hûnermendên biyanî.

Kurdnijadên xwefiroþ, berdestên hewlekariyan û piþtgirên pêhola celladan! Lo hûn çendî zahf in? Gelo þaristaniya we lawaz e, xwîna we av e, þîrê we heram e, nanê mala we þor e yan feleka we kor e?

Kurdistana dilþewat, te kîjan rê daye ber xwe? Wey li me!

Kesên nakevine dîlana xwekuþtinê, bila bibin nobedarên goristana armancên me yên pak û xawên. Li wê goristanê, hizra Kurdistana yekgirtî, hizra Kurdistana azad, Kurdistana sosyalîst, Kurdistana gulvedayî hatine veþartinê. Nobedarên dilpak, kêm bin jî, destûrê nadin gur û margîskên Rojhilatê, ku hestûyên arezûya me ya hezarsalan bikojin. Eger di Roja Vejînkirina Miriyan de, Yezdanê Mezin encama afirandina xwe binirxîne û pirsan bide nobedaran, ewê bi þanaziyeke dilteng bibêjin:

Navê me Kurdmanc bû,
Paþnavê me Mad bû,
Binemaliya me Arî bû,
Zimanê me bedew û zengîn bû,
Navnîþana me Mezopotamiya û tevaya cîhanê bû,
Baweriya me Behdînî bû,
Navenda giyana me Laleþa werxas bû,
Agirê em germ dikirin, li Agrî û Baba Gurgur bû,
Navdarên me ji nenavdaran pêtir bûn,
Nasnameya me li Dojeha Tirkan qedexe bû, lê li Beheþta Te pîroz bû,
Cangoriyên welatê, Te dabû me, bêguneh bûn,
Derdên me bê serûbin bûn,
Kêmasiyên me gelek bûn, lewma me dîlana xwekuþtinê girt.
Lê em lava û tikayê dikin: xewnerojika Kurd û Kurdistanê ji me nestîne!