Dr. Zorab

Em û Ew   

Dibêjin, ku li Hindistanê carnan wusa meymûnan ji bo firotanê digirin. Du-sê zilam nêzîkî wan heywanan dibin, qutiyeke karton di navendê de qulkirî derdixin, bananekî (mozekî) jî di aliyê derva de ber qutiyê digirin. Bi dû re, meymûneke çavbirçî tê, lepeke xwe diavêje mozê, lê nikane hilde, ji ber ku ew moz di qulika qutiyê ya biçûk de naçe. Êdî meymûna reben hew fehm dike, ku destê xwe berde û ji qeziyayê xwe xelas ke. Na, ew mozê bi hiþk digire û hêviyê dike, ku yek aliyê bike! Wusa bê þer û daw, ew zilamên qaçax meymûna kûvî dikine torekî û dîsan moza xwe nîþanî meymûnan dikin. Heya berêvarê nêçîrvanên jîr weke bîst meymûnan kom dikin, dikine trombêla xwe û piþtî bazirganiya xwe ya neqanûnî dimeþînin. Dema meymûnek dikeve destên wan, heywanên din bê xem temaþe dikin, lê nizanin, ku dora wan jî wê bê.

Çavdêrê Kurd wê bigota: “Duniya dor e, bi xwe ne zor e”.

Piþtî Cenga Cîhanê ya Yekem, desthilatên Rojavayê Kurdistan kirine metingeheke çar parçe. Heryek ji çar dewletan ji Keraseta Mezin bêtap bûbû û standina parçeyeke welatê me ji xwe re wek dermaneke dijî mirina seranser daqurtand. Iraq û Sûriya dewletên nûçêkirî bûn û ji xiyala yekîtiya Ereban hê xwe rizgar nekiribûn. Lê bixudankirina erdê Kurdan ne di baweriya wan, ne jî di planên wan de bû. Ev pêþkêþ, ya Brîtaniya Mezin û Firansa ji bo xwe amade kiribûn, piþtre wê ji Iraq û Sûriyê re bimîne. Iran heya sala 1925 bi ji bo parastina dewleta xwe serhildanên Kurdistan, Azerbecan û Gîlanê vedimirand. Serokatiya Tirkan jî desthilateke mezin û bêkêr wunda kiribû û hiþ-hezreta xwe dabû çêkirina dewlet û gelê teze.

Ji bo avakirina wan dewletan beþdariya Kurdan girîng bû: hem gelê Kurd milê dostaniyê da koma Mistefa Kemal, hem siyasetmedarên Kurd taktîkeke nerast meþandin, hem jî rewþenbîrên ji binemaliyên Kurdan sitûna delwetan bi îdeolojiya derewîn ve xemilandin. Wusa, nivîskar û zana Mihemmed Kurd Elî, bi xwe Kurdekî Þamê, bûbû girîngtirîn sazûmankarê hizra Sûriyê, wek dewleteke kevinar û Erebkirî. Ewî li ser bingeha mînaka Akademiya Firansî, Akademiya Zanistî li Sûriyê damezirand. Ji vê xerabtir jî: Mihemmed Kurd Elî gelek ber xwe diket, ku hinde herêmên Kurdan – heya Amed û Rihayê - neketine bin kontrola Erebên Sûriyê. Hema di van çaxan de, Kurdekî Amedê, sosyiolog û ronekbîr Ziya Gökalp (1876-1924) ramana Tirkiyetê wusa hêja kir, ku Atatürk bi xwe çavþaþ dima. Mixabin, mînakên xizmeta Kurdan ji bo xelkê têra pirtûkxanan dikin.

Paþwextiyê, di bîhna nijadperestiyê û zordariyê de, ya berî Cenga Cîhanê ya Duwem li hemû deveran bela bûbû, dagîrkerên Kurdistanê jî daxwaza helandina Kurdan û bixudankirina dewlemendiyên wan sererd û binerd cihbicih dikirin. Lêbelê, berxwedana Kurdan ya wê çaxê û piþtre bûye yek ji mezintirîn nimûnên siyaneta mirovahiyê di sedsaliya 20 de. Rast e, gelekan þerê rizgariyê kiriye, lê neteweyên din yan bi ser ketine, yan jî ji hola dîrokê der ketine. Bila serhildanên Kurdistanê bê piþtgirya desthilatan mane û têk çûne, lê wana hebûna gelê me parastiye û zordariya li ser me rizandiye. Heya þerên Kurdan yên navxwe jî mirina bêdeng red dikin û bi cûrekî nesax jîrbûna me ya ramyarî li ser piyan dihêlin.

Dîsan jî, berî þoreþên Mahabad û bi taybetî li Baþûr siyaseta me bersivdar bû: em hêviya gavên dijminan bûn û tenê dema zulma wan ji hemû sînorên mirovahiyê der diketin, me ber xwe dida. Eger kuþtin û koçberiya Kurdan hinde tirs û nebawerî di nav gel de xurt kiribû jî, þoreþa Bakûr hizra rizgariya Kurdistana mezin kire bernameya me ya rojane. Êdî ne em, ne jî neyarên me hew dikanin hizra Kurdistana serbest ji raya cîhanê veþêrin.

Belê, keda Kurdistanê wan herçar dewletan serfiraz nekir. Ji bo dewamkirina kontrola xwe li ser welatê zengîn wana bi dehan salan mafên gelên xwe jî çewsekirin. Eger ew hema di jiyana aborî û çandî de pêþ biketana, hêzên biyanî wê hewkariyê ji bo asîmîlasiyona Kurdan jî bidana wan de. Lê îro ew hewqasî kesîb û stûxwar in, ku sê dewlet wek terrorîst têne naskirin, dewleta çarem jî serda-pêda bûye meydana xirxope ji bo projektên Fonda Navneteweyî ya Peran (IMF).

Nêrîneke kevin heye, ku “dijminê xwe bizanibe û hez bike”. Ji ber vê yekê, Soviyetologî wek beþeke zanistî li Amerîka xurt bû; gelek Cihûdan ziman, dîrok û çanda Ereban ji xwe ra kirine pêþe; zaniyariya Turkologiya li Ermenîstana Soviyetê gihîþtibû asteke bilind. Wek em dibînin, gelên yên ligor vê baweriyê çand û nefsiyeta neyarên xwe “hez kirine”, bi ser ketine: çi Dewletên Amerîkayê Yekbûyî, çi Israyîl li himber deriya Ereban, çi dewleta Ermeniyan di þerê Qerebaxa Çiyan û kêþeyên Tirkiyê de. Lê mixabin, carnan em ji bilî “hezkirina” bêdawî, sedemên serdestiya dijminan ji xwe re nakin mebest.

Rast e, dagîrker her dagîrker e, lê taybetmendiyên her dewletekî li himber pirsgirêka Kurd nayêne redkirin, çûnke dîrok, ziman û cîhanbînîna wan ne wek hev in. Erebên Sûriya û Iraqê li ser bingeha serboriya xwe serwaxt bûne, ku zorbeya Kurdan di nav wan de nayê helandin. Lewma ew mafên xwezanînê ji me re dihêlin, lê gav bi gav cihwarên stratejî û dewlemend ji me distînin û hêdî-hêdî herêma jiyanê li me teng dikin. Ji ber van sedeman, ew „Piþtîna Erebî“ di navbera parçeyên Kurdistana Sûriyê datînin, „paqijkirina etnîkî“ li Kerkûkê dimeþînin û gundyiên Êzidî rex Ereban di mecmueyên Þengalê de kom dikin. Mirov dibêje, qey Sûriya ji rola þagirta Israyîl, Iraq jî ji serdema Nebûxedenesr rizgar nabin. Daxwaza komkujên mezin wek Enfal jî ji wê ne baweriyê, ku Kurd bi asanî dibine Ereb, tê.

Tirk, ew jî li ser bingeha serboriya xwe, dikin-nakin fehm nakin, çira hinde kesên nesipasdar ji ziman û mirovheziya wan direvin. Bi dîtina wan, her milletek, eger bixwaze yan eger Tirk bixwazin, dibe Tirk. Ji ber van sedeman, hemû Kurdistan dikine piþtîneke Tirkî û ji nerazîbûna hundur û derva re gelek ne razî ne.

Lê Faris ne wek dagîrkerên Rojhilatê ne. Ew, mîna desthilatên Rojavayê, cilên xwas li berjewandiyên xwe dikin û bi nermî hûnera „þerbet û qamçiyê“ li himber cemawerên bindest pêk diînin.

Mirov nikane bibêje, çika kîjan ji wan rêbazan bi þewattir e, lê bêguman ew cewaz in. Di risteya pêþin ya romana Lev Tolstoy “Anna Karenîna” de tê gotin, ku hemû malbatên bextewar mîna hev in, lê her malbateke bêbext bi curekî xwe bêbext e. Wusa jî dewletên yên Kurdistanê parçekirine bi þêwayên curbicur bêbext in.

Hizirdarê siyasî yê Italî Niccolo Machiavelli (1467-1527) dinivîsî, ku eger dewletek di nav xwe de, ji bo niþtûcihên xwe pir demokratîk be jî, li himber dewleteke din ew nikane herdem paqij bimîne. Sedem ew e, ku berjewandiyên du dewletan, ew bixwazin yan nexwazin, ne yek in. Lewma ji bona parastina demokratiya di welate xwe de, rêvebirên vê welatê neçar dimînin, ku derfeten bêrûmet li himber civak û avayên biyanî bixebitînin. Ew sitûna siyaseta derva ye, herçiqas dewletek di hundurî xwe de azadparêz be. Lê dagîrkerên Kurdistanê hê di nav xwe de nexweþ in û ji bo gelên xwe bêþeref in. Ji ber vê yekê bila em dijwartir rexneyan di warê siyaseta navneteweyî de bixebitînin, lê di mejiyên xwe de em xwe nexapînin: dîrok herdem dayîka hêzên serkeftî û dêmariya lawazan e! Yan ligor þirovekirina Machiavelli, maf û qanûnên mirovan li ser koka desthilatê þîn dibin.

Gelê Alman, yê ji çîrokên siyasî tucar devjev nemaye, konsepta „Realpolitik“ pêþkêþî dîplomatan kiriye. Ligor vê konseptê, siyaseta rastûdirûst li ser bingeha rewþa ya heye (ne ya em dixwazin, ku hebe) tê meþandin. Mixabin, ev „Realpolitik“ ji bo pelsenga navneteweyî herdem cangoriyan (qurbanan) digere. Bi þêwayê giþtî, reqîbên mezin hez nakin, ku dijî hevdu þer bikin. Lewma ew li ser xaka dewlet yan parzemînên sêyem, yên zirarê nadine wan, cemawerên din qurbana daxwazên xwe dikin. Wek mînakan em dikanin basa lihevketinên Brîtaniya û Firansa li Afrîqa û Amerîka Bakûr di sedsaliyên 18-19an de yan meþandina „Cenga Sar“ di navbera Rûsiya û Dewleta Amerîkayê Yekbûyî li ser xaka Korea, Vietnam û Afxanistanê bikin. Em dûr neçin: þerê dijî Yûgoslaviya û êrîþên dijî Iraqê gelek sedemên xwe hene. Lê bêguman, selmandina pêþdaçûyîna Amerîkayê ya leþkerî û dîplomasî û firehkirina bazara çekê wê bûbû sedemeke pir girîng. Wusa yekemîn desthilata cîhanê ji Rûsiya, Ewropa, Çînistan û welatên Islamî re mesajeke sert diþîne: „Em xudanên peyvên pêþin û paþin in“.

Lê bersiva Rûsiya çi ye? Ew li Çeçenistanê nîþanî herkesan dike: „Belê, em sist bûne, lê bê me jî qanûna navneteweyî ya teze nayê nivîsandin“. Û her wusa Çînistan li Tîbet û derdora Taywanê û heta dawiyê.

Ji bo lîstokvanên qada global, ne mesele ye, qurban kê dibe bila bibe: Serb, Çeçenî yan Ereb. Lê karûbarên me Kurdan gerek e ew bin, ku em êdî ev rola cangoriyan ji xwe re nepejirînin. Bes e. Helbet, ji ber armanca wusa serokên herdu hêzên Baþûr ji du gavên ew dikanin, tenê yekê diavêjin û ji propagandeya berdevikên Waþîngtonê serxweþ nabin. Lêbelê, dagîrkerên Kurdistanê her bendewariya þaþiyên me ne ji bo ku em heta-hetayî cangoriyên desthilatên cîhanê û herçar dagîrkeran bimînin. Lê gelo ew nizanin, ku ev rola talebext li wan jî tê? Ma çi hate serê Iraqê?

Di nav wan de tenê dewletek heye, ya kûraya pirsê rind dizane û lewma ji doza Kurdan re ne wusa tengav e. Navê wê Komara Islamî ya Iranê ye. Ji bona xweamadekirina heralî, rêvebirên Iranê bêrawestan nîþanên hewkariyê didine Kurdan. Em van nîþanan fehm dikin, lê eger nêrîna me di cih de be, em hêvîdariya gavên praktîk in: wek serokatiya Iranê di meydana navneteweyî de ji bona piþtrastkirina Kurdistana Baþûr û rexnekirina rûreþiya Beesiyan li Kêrkûkê. Di aliyê din de, daxwaza me ya demdirêj ew e, ku Farisên Iranê ji astengiyên Azeriyan derbas bin û herpênc parêzgehên Kurdan li bin perdeyekî fermî nas bikin. Mixabin, niha navê Kurdistan (Kordestan) tenê ji mîrniþîniya Ardelan re tê gotin. Vê çaxê yek ji bernameyên ji bo serkeftina doza me dikane giraniya xwe bide hevbeþiya dabûnerîtên kevin û berjewendiyên rojane di navbera gelên Faris û Kurd de. Lê, mîna hemû xudanhêzên fermî, bizûtneweya Kurdan jî gerek e pir delîveyan diyar bike û binirxîne.

Pirtûkeke Cihûdan dibêje, ku dem tê û axa ji nokerê xwe re dibe noker. Maneya vê risteyê mecazî ye: noker ji bo axayê xwe ne berpirsiyar e, lê axa kêm be jî her ji bo jiyan, tendirûstî, malavakirin û taqeta nokerê xwe serê xwe diêþîne. Wusa jî dagîrkerên Kurdistanê: dema ew daristanan diþewtînin, gundan vala dikin, aboriya welêt xerab dikin, ew pêþeroja xwe dihincirînin. Lê zirara gelê Kurd, yê bi xwe bindest e, dide Tirkiyê, Iraqê yan Sûriyê di çavên Yezdanê rastîhez de pîroz e: zulma zordaran bê ceza namîne. Helbet, dem dizane, kengê ev zirar leþkerî, aborî yan întellektuel be. Lêbelê, armanca wê dewlet, îdeolojî û siyaseta dagîrkeran e. Em xerabiyê ji gelên cîran re naxwazin, çûnke em hemû bi rengekî yekdîtî rastiya û nerastiya jiyana rojbiroj fehm dikin. Lê heya dewletên serdest rêza Kurdan û Kurdewariyê negirin, emê li ber xwe bidin. Û heya berxwedana me berdewam be, Em û Ew dijber (reqîb) in!

Iro ji rêxistinên Kurdistanê tê xwestin, ku rayedarên cîhanê êdî xwîna Kurdan wek arzan nebînin. Ji bo komkuja li Sebra û Þetîla serokwezîrê Israyîlê Arîyel Þaron newêre biçe Belçîkayê, li ku dadgeha serbest (wusa dibêjin) þikiyatên Ereban vedikolîne. Bila xelk jiyana her mêr yan jineke Kurd jî wek giranbuha temaþe bike, çûnke me bi hezaran Sebra û Þetîla hene. Bêguman, ji bo guhartineke wusa berî her tiþtî herkes pêwîst e þerê birakujiyê þermezar bike.

Wek din, bandoreke rêk û pêk ya þoreþa Bakûr li ser civaka Kurdan hîþtiye reþbigîrkirina (mobîlîzekirina) gel e. Em mêze dikin, ku gelê Kurdistanê xwe dike yek, bi dengekî dipeyve, bi daxwazeke hevbeþ radibe û ji tirsa berê rizgar dibe. Êdî xuya ye, ku gel ji bona avakirin û afirandinê amade ye. Tîrepên (paralelên) dîrokî jî berjewendiya xala reþbigîrkirinê zelal dikin.

Gelek lêkolîner du sedemên sereke ji bo rabûna aborî û civakî li Almaniya û Japoniya piþtî Cenga Cîhanê ya Duwem bi eþkere dikin. Yek alîkariya ji derva, bi taybetî ji Dewletên Amerîkayê Yekbûyî bû. Sedema duwem, ya bi babeta me ve girêdayî ye, mobîlîzekirina gel e. Ev pêvajo hê berî Cenga Cîhanê dest pê bûbû. Hem Almaniya, hem jî Japoniya ji bo siyaseta xwe ya serserî civakên xwe gihandibûn hev û dîsîplîneke hiþk di mejû û hestûyên wan de peyda kiribûn.

Nexêr, kes ji me naxwaze, ku gelê Kurd, mîna Alman û Japoniyan, bi îdeolojiya þovînî ve bixape. Lê ji ber reþbigîrkirina civakî, herdu Alman û Japon kanibûn sîstema ramyarî bi lez biguhêzin, peymana aborî di navbera dewlet û karkeran de çê kin û hemû hêza xwe ya derûnî bidine modernîzekirina payebilind. Diyar e, ku civaka reþbigîrkirî, eger bi ramanên erênî ve hate perwerdekirin, ji þaþiyan zû rizgar dibe û di jiyana heralî de serfiraz dibe. Bi rastî jî, demeke kurt derbas bû û herdu dewletên wêrankirî pêþketineke nedîtî di warê aborî û siyaseta hundur û derva de qezenc kirin.

Lewma îro ji hêzên yên siyaseta PKK rexne dikin û bi çek û qelem dijî vê radiwestin tenê tiþtek tê xwestin: ne gelek girîng e, bi çendî nêrînên we rast yan þaþ bin. Encameke ji bo me hemûyan pîroz e ew hevgirtina gel dora þoreþger, zana û rewþenbîran e. Ne Realpolîtîka me, ne jî kula me ya çarhezarsalî destûrê dide me, ku em gelê xwe yê mobîlîzekirî ji hev biqetînin. Gelê Kurd ne ji dersên zanîngehan, lê ji serboriya xwe fêr bûye yekgiritina xwe seqet neke. Helbet, doza Abdullah Ocalan li Italiya mînakeke berbiçav bû.

Ne ji bona xatira qanûnan (yan ne tenê ji bona xatira qanûnan) rêvebirên Italî li himber zexta Amerîkayê xwe girtin û serokê PKK neþandine Tirkiyê. Kombûna Kurdan li Roma destnîþaneke wusa bi hêz bû, ku serokwezîrê çep yê Italî nexwast hem dijî Destûra Bingehîn, hem jî dijî razûxwazên Kurdan raweste. Lê hema têkiliyên Ocalan û gelê reþbigîrkirî bi sedemên babetî (objektîv) ji hev hatine birînê, vê çaxê ne qanûnên navneteweyî, ne jî prensîpên mirovatiyê ji girtina Ocalan re nebûne astengî.

Bêguman, kesên li Rojavayê dijîn û bi taybetî xwendevanên dadzaniyê serwaxt bûne, ku li wir du hêman - rêzigirtina qanûnan û xebitandina qanûnan ji bo berjewendiya xwe - bi hev re dimeþin. Eger hûnera bikaranîna xalên dadwerî ne di cih de be, qanûn bi automatîk doza mirovekî, malbatekî, gundekî yan netewayekî pêþda nabe.

Ji ber ku cîhana îro li ser pêla þaristaniya Rojavayê dariþtiye, Kurd pêdviya stratejiya duzerkîn in: parastina mobîlîzebûna xwe û fêrbûna destgehên modern. Ew destgeh bi çendî baþ yan ne baþ bin, êdî ne derdê me ye. Li welêt “em Kurd in û serbilind in û qed natirsin ji roviyan”, li havîbûnê jî “çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re”!

Babeteke din jî bandora xwe li ser jiyana me ya ramyarî heye. Di dema xwe de dîroknasê Kurd yê li Hewlêre jidayîk bûbû û kar dikir Ibn Xellîkan (1211-1282) pirtûkeke ciwan „Wefayat el-Eyan“ (Mirina Navdaran) bi Erebî nivîsîbû. Navnîþan û serencema vê pirtûkê bala me dikiþîne, ji ber ku îro temena êlîtên hem Rojhilat, hem jî Rojavayê demkurt e. Mirin, kuþtin, tunekirin, daketin yan dûrketina grûpên mirovan, yên doh xwediyên biryarên aborî û siyasî bûn, di cîhana me de ne behetî ye.

Bi giþtî, mirovên serdema nû ji pêþerojê re ne piþtrast in, hergav navên teze digerin û ji tiþtên dîtî zû diwestin. Ev gaziyeke jiyana modern e û Kurd jî ji vê gaziyê xwe nikanin bidine aliyekî. Gelê Kurd û bi taybetî gencên me, yên piraniya Kurdan ava dikin, kesên teze di meydana hûner, siyaset û wêje de dixwazin bibînin. Helbet, partî, rêxistin û komên Kurdan gerek e dînamik bin, ji bo guhartinên lez amade bin û herdem mirovên genc û nenas pêþve bixin. Temaþevanên Medya TV û guhdarên radyo û sazbendiya (mûsîqa) me, beþdarên xwepêþendanan û kesên rojnameyan dixwênin bila jimareke mezin ji mirovên teze nas bikin. Bi vî cûreyî emê xwe wek neteweyekî pirmîliyon, pirreng û pilîmet bizanin.

Belê, em pêwîst e ji neyarên xwe cudah bin û çav bidine civakên serkeftî. Ji bo nimûne, dema mirov basa siyaseta dewletên dagîrker bike, îro be, berî sî salan be, Ecevit, Erbakan, Demirel, çavtengiya Kemalîzmê, Seddam Huseyn, binemaliya Esed û ramanên Beesiyan qed ji cih ranabin. Lê Firansa, Almaniya û Amerîka serfiraz in, herçendî êlîta wan ya siyasî herdem xwe teze dike. Ma niha tê bîra me, berî sî salan serokên wan dewletan kê bûn? Piraniya hemwelatiyên Swîsra îro jî navê serokwezîrê xwe nizane, lê dîsan jî civaka wan pirziman, federal, dewlemend û azad e.

Nivîskarekî Ereb di Dema Navîn de digot, ku merca xweþbextiya mirovan ew e, ku dewleta wan ne pir biçûk - ne jî pir mezin be, ne gelek zengîn - ne jî gelek perîþan be, ne bi hêz - ne jî lawaz be, ne zêde yekgirtî - ne jî parvekirî be. Eger em di þerojê de jî bawermendên Kurdistaneke serbest bimînin, emê aram-aram þareza bin, ku mezintirîn kiryamet jiyan bi xwe ye û ku vejîna ramyarî ji daxwaza qenc dest pê dibe!