Erêyî Welle
 
Dr. Zorab
 
Roj çû ava li Amedê û Hewlêrê
Di nav agir û keviran de
Siya þoreþgerekî çep
Bi serê kûzkirî tê û diçe,
Berê ew çep bû, erê,
Lê îro ew ramaneke nû
Bi qelema xwe ve dipêçe:
"Aþtî tev guran
Aþtî tev mêþan
Tev bomban û napalman
Ji bo xatirê nermkirina Ehrîman!”
Siya têkoþerê çep piþta xwe daye gerîllan
Û pîremêrên bazaran silav dike,
Ew dilsoziya xwe bi saya kompûteran
Ji axa û þêxên nemir re verê dike.
 
Þev dikeve erdê
Siya têkoþerê çep êdî xuya nake:
Ne axir, rengê reþ herdem
Rengê gewr windakirî dike!
 
Berbangê têkoþerekî teze rêya azadiyê
Wê bi xwîna gel þil bike
Û þayîrekî dilþikestî
Wê awaza kevin dubare bike:
"Hebû, tunebû,
Ji Kurdan herîftir kes nebû!”
Erêyî welle!!!
 
Kê ez dîtime?
 
Kî ez dîtime
Pey meha Sibatê
Li ser xweliya neyar û yaran?
Agirê Bihuþtê! Horiyên Sîratê!
We li kû veþartine, pêxemberan?
 
Kê ez dîtime
Li baxçan, cengelan
Ez Dara Mirazan tê dernaxim?
Xwedayê esmanan, dînan û zimanan!
Gelo ez heme? Kurmanc im? Bi sax im?
 
Kê ez dîtime?
Berxweneketî
Ez dibezim ji bezmên serxweþan,
Ez radimûsim cinên dilketî,
Gulên dizî didime çavreþan!