Dr. Zorab
Heyran
Em Kurdperwer in. Yezdanê Dilovan sikura me xwar
kiriye. Dema em di rê de diçin, serê me li ezmanan dikeve. Welatê me di nav þaxên
çiyan, ewrên rengvekirî û belgên daran de xwe veþartiye.
Niþtiman di axiretê
de ye, di jiyana vir de tenê sivdera mala Xwedê ye.
Roj bi roj qirçîniya germê li me dixe, lê em dîsan
jî serma dikin. Neyar dibêje “reþ e”, em dikin qîrîn
“na, spî ye”. Ew dibêje “spî ye”, em diarin “na, reþ
e”. Lê
ji bo me herduyan rengê xwînê sor-gevez e.
Çavên me dibînin, çawa dar û giya piyasê dikin
û çawa dewarên gundiyan bi zimanê mirovan dipeyvin. Dewsa baqa gul-sosinan
em gezgezik û sitriyan pêþkêþî
kevaniyên xwe dikin. Dewsa çîrok û çîvanokan em gazinan ji zarokan re þirove
dikin.
Keç û xortên serfiraz li mizgeftan koma xwe bi xurt dikin, li Kaniya Spî
dersên berxwedanê distînin, li dêr û kenîseyan gunehên bapîran
pakij dikin, li Baba Gurgur jî hêza êgir dadiqurtînin.
Cîhana me berûvajî ye, lê armanca me ji cihê xwe
nalipite. Nobedarên Pira Çînwatê amade ne, ku me hembêz bikin. Em jî bi
lez gotinên xwe diînin zimên, daku Dara Herherî li ber me hiþk
nebe. Daku Rêya
Kadiz li ber me vebe. Daku yên bendewar nexapin.
Lingên me li keviran dikevin û diheriþin.
Lewma gerek e em haþ xwe hebin. Xwe bi erdê ve negirin. Li ser pêpelûngên
pîroz gavan biavêjin. Ji pirên wêrankirî banzdin û þûrên
tûj ji destên xwe ber nedin.
Hezkirina bêdawî me dikuje. Evîna bêserûbin me çolan dixe. Baskên
gel carnan me diparêzin, carnan jî li me kûvî dibin.
Daristanên tarî, zozanên dermankirî, rûbarên talankirî û xanûmanên mîran
me didine þermê. Gelo bîra me çûye, ku þikestina Babîla Yekem bûbû
berbanga dîroka me? Dema Babîla Duyem dibe xwalî, dengek digihîje
guhên
me: tijî þabûn û êþa ya nahê
teyaxkirin. Yezdanê Mîhreban! Em qerwodan li pey xwe nahêlin: em bi xwe nîþana
hebûna Jiyanê û redkirina Mirinê ne!