Dr. Zorab
Konferansa
Navenda Havîbûnê
li
ser Kerkûkê
Yek ji navendên lêkolîn û weþanên kurdî, yên li
Ewropayê xebata hêja dikin, navê Havîbûnê, ango Xerîbiyê, li xwe kiriye.
Ew bi piþtovaniya zanayên Kurd kovareke zanistî diweþîne û konfernasên bi
serencem amade dike. Heyf û mixabin, lê ji ber bikaranîna tîpên erebî nivîsên
vê Navendê, her wek tevaya jiyana rewþenbîrî li Baþûr û Rojhilat nagihîjine
welatparêzên Bakur, Rûsiya û Ewropayê. Wisa xuya ye, ku tîpên erebî bûne
bingeheke xwezanîna gelê me li Baþûr û em bikin-nekin, cudahiya alfabêtan wê veqetandina ramyarî di navbera
Kurdan de xurtir bike. Di vî rewþa destçêkirî de kar û barên kesên,
yên herdu alfabêtan dizanin, ev e, ku pireke ragihandinê ji xwendevanên Kurd
re ava bikin.
Babeta Kerkûkê tucar giringiya xwe winda nake: ev mîna
Mahabad, Amed û Dêrsîmê nîþana serkeftin yan têkçûna projeya me ya
neteweyî ye. Cihê gotinê ye, ku ligor pêþniyaza fermî ya Partiya Demokrata
Kurdistan, Kerkûk wek paytexta herêma Kurdistanê di naveroka Federasyona Îraqê
de hatiye destnîþankirin. Serokatiya hukumeta Baþûr li Hewlêrê gelek caran
ji Tirkan û Ereban re zelal kiriye, ku ew Kerkûkê tenê di nav sînorên
Kurdistanê de temaþe dike. Herweha Yekîtiya Niþtimaniya Kurdistan û
hukumeta Baþûr li Silêmaniyê têdikoþin, ku taybetmendiya pirsa Kerkûkê
ji raya navneteweyî re þirove bikin.
Lewma min bi dil û can daxwaza rêvebirên Havîbûnê
pejirand û ez wek moderator li Konferansa “Siyasetî Paksazî Nejadî Rejîmî
Îraq le Nawçeyî Kerkûk da” beþdar bûm. Ev konferansa han di 29ê Hezîrana
2002an de li Berlînê bi amadebûna 70-80 zana û siyasetmedarên Kurd û hinde
dostên Kurdan derbas bûbû. Ji bext re, endamên Kongra Newtewiya Kurdistan, yên
berê û niha, cihê xwe li Konferansê girtibûn.
Di avahiya Konferansê de çavên mêvanan li pirtûkên
hewas li ser ramyar û wêjeya Kurdistanê diketin. Wek mînak, ezê tenê navên
van pirtûkan hildim: “Hasankeyf darf nicht untergehen” û “Die Zerstörung
Kurdistans: GAP” (bi almanî), “Îraq û tawanî cînosayd” (bi kurdî û
erebî), “Jiyannîgariya Ebdurrizaq Bedirxan”, “Dibêjin” (çîrok û
çîvanokên Sebrî Botanî) û dîwanên helbestvanan.
Konferans bi bîranîna þehîdên þoreþa
tevaya Kurdistanê destpêbû. Piþtre, amadekarên Konferansê Mohsen Osman û Salimê Casim civînê bi
fermî vekirin û nîgareke giþtî ji guhdaran re bi eþkere kirin: Mijara Kerkûkê
bûye þergehek di navbera Kurdan û dagîrkeran de. Eger ji bo me Kerkûk
navendeke dîrokî, giyanî, stratejî û aborî ye, ji Ereb û Tirkan re
bixudankirina Kerkûkê îro ji ber niftê û sibê ji ber avê girîng e. Di
ser de jî, mirov dikare têkiliyên di navbera partiyên Kurdan de bi gotina
Trotskî diyar bike: ne þer, ne jî aþtî. Ev rewþa bêwate ji rizgariya me re bûye astengiyeke herî mezin.
Piþtre,
Wezîrê Herêmê
yê Hukumeta Baþûr li Hewlêrê Felekeddîn Kakeyî, yê bi xwe jî xelkê
Kerkûkê ye, bi kurtî mijarên dijwar cixîz kirin û got: erebandina navçeyên
Baþûr siyaseta Dewleta Îraqê ye. Ligor Felekeddîn Kakeyî, derdê me mezin
ne Seddam e, gewretirîn dijberê me þovenîzma Ereban e. Lewma ne behetî ye, ku di salên þerê Îraq û Îranê de jî erebkirina Kerkûkê
ranediwestiya. Îro Beesî goristanan jî diguhêzin û gorê Ereban ji Baþûrê Îraqê diînine Kerkûk, Xaneqîn û Mendelî. “Carinan Ereb dibejine me: Belê, çi dibe bila bibe, lê ev Erebên nûhatî
êdî 30 sal e, ku li Kerkûkê dijîn û kar dikin, zarokên wan li wir jidayîk
bûne, gelo gunehên wan li himber Kurdan çi ne? Gelo mafê wan nîne, ku
jiyana xwe li Kerkûkê dewam bikin. Ez herdem bersiveke wisa didime wan: Eger hûn
bi vî rengî diaxivin, mafê Îsrayîliyan jî heye, ku Erebên Filestînê bêwelat
bihêlin!”
Bi dû silavgotina Felekeddîn Kakeyî re, sê panelên Konferansê pey hev çê bûn. Her
panelek bi saza Ekrem Xamoþ ve destpê dibû
û ji sê-çar peyamdaran
(bi giþtî, deh peymadar) pêk
dihat. Piþtî her panelekê, beþdar û mêvan diketine gengeþeyan
û rewþa Kerkûk û hemû Kurdistanê dinirxandin.
Dr. Azad Þêxanî siyaseta derxisitna Kurdan ji Kerkûkê
anî zimên û nîþan kir, ku rejîma Seddam ji ber sê sedeman berî Kurdên
Kerkûkê dida: 1) eger neferekî malbatê li derveyî bajêr dijî; 2) eger
kesek di malbatê de pêþmerge ye û 3) eger di tarek yan navçeyekî de rêjeya
Kurdan pir zêde ye. Bi dîtina Azad Þêxanî, em pêwîst e, belgeyên serokê
KNK Îsmet Þerîf Vanlî ji xwe re bikin bingeh, yê di dema xwe de hejmara
xwendekarên Kerkûkê û statîstîka niþtecihên vê herêmê dabû ber hev. Belê,
ji bo me Kurdan tenê rewþa demografiyê di sala 1957an de, berî Þoreþa Îraqê
ya Temmûza (Tîrmeha) 1958an, çareserî ye. Herweha Azad Þêxanî nimûneyên
teknîkî ji erebandina Kerkûkê pêþkêþî guhdaran kirin: herçend
endaziyarên Îraqê riya trombêlan di navbera Kerkûk û Silêmaniyê de pêþniyar
dikirin, hukumeta Îraqê, ya siyaseta apartheyda Afrîka Baþûr dubare dikir,
riya Kerkûk-Bexdayê ava kir.
Wêjenerê navdar Hemeseyîd
Hesen li ser du romanên di derheqa
Kerkûkê de rawestiya û
bi eþkere kir, ku dijberên stratejîk – wek Îsrayîl û Ereb li Qudsê (Yerûþalîmê) – berjewendiya romanan ji bona bidestxistinên herêman gelek baþ têgehîþtine. Belê,
rista helbestan jî di þoreþan de mezin e, lê helbest ji soz û dilgermiyê têne
afirandin. Roman ne mîna helbestan in: ew þêwayên mecazî bi kar diînin, lê
sedemên dîrokî û þaristanî herdem di ber çavan re derbas dikin.
“Romannivîs ser kaxeza spî nanivîse: çi bixwaze, binivîse. Her rûpeleke
romanê giranbuha ye û bi xewnan, xwîn, zordarî, bizûtneweyên gelan û pêþbîniyên
nihênî ve dihête xemilandin. Eger wisa ye, eger Kerkûk rista sereke di herdu
romanan de dilîze, em divêt hemû faktoran hevber bikin û bizanin, çima dema
em li Kêrkûkê bîr dikin, neyarên me kîna me digirin”.
Necatî Abdullah, lêkolînerê Kurd ji Firansayê, çavkaniyên Rojhilatnasan tomar kirin û daxuyaniyên
Ewropiyan (xasime, Firansiyan) di derbarê bineliyên Kerkûkê de diyar kirin.
Ewî du teoriyên hatina Tirkmanan bi eþkere kir: 1) Tirkmanên Kerkûkê ji
serdema êrîþên Selcûkan
dijî Bexdayê li wir dijîn; 2) Merivên Tirkziman di çerxa
Sultan Murad de hatine bajar û bajarokên Kurdistana Baþûr, çûnke li gundên
der-dora Kerkûkê hemû Kurd bûn. Bi edan salan, zorbeya belgeyên Friansiyan û Ewropiyên din guman
nakin, ku Kerkûk navenda navçeya Þehrezûrê û beþeke Kurdistanê ye. Hinde
mêvanên Konferansê pîrozkirina têkstên Ewropiyan rexne kirin. Wisa
helbestvan Kirmanc Harîkî got: “Dîroknasên Kurd gelek dilpak in û bi þêwayekî
objektîv dîroka Rojhilatê temaþe dikin. Lê hesta kurdîniyê ji me dixwaze,
ku em ji bîr nekin: hemû belgeyên Rojavayê di xizmeta siyaseta wan dewletan
de bûn û çavkaniyên firansî, înglîzî yan amerîkî riya dagîrkirina
Rojhilata Navîn diþon. Herweha, di ferhenga Tirk û Ereban de peyva “objektîv”
hatiye windakirin: Ew bi armanca standina Kerkûkê karûbarên akademî
dikin”. Bersiva Necatî Abdullah ev bû, ku ew hesta kurdîniyê dide alîkî,
belgeyên nivîsî tomar dike û di çarçoveya zanistiyê de lêkolînan
çê dike. Herweha
Necatî Abdullah got, ku têgîna “paksaziya etnîkî” (ethnic cleansing) ji
“paksaziya nejadî” rastûdirûsttir e, lê piraniya mêvanan nêrîna wî
red kir.
Dîroknasê bi navûdeng û endamê KNK Dr. Cebar Qadir, yê
bi xwe jî li bajarê Kerkûkê jidayîk bûye, sêmînara
“Siyasetî Perawêzkirdinî Kurd Le Kerkûk da” pêþkêþ kir û li ser
bingeha belgeyên dîrokî bala Kurdan kiþande ser vê xalê: Eger pêkhatina þehrên Kurdan bi
pilaneke dirêjxayan bê guhastin, pêþeroja Kurdan wek netewe namîne.
Baweriya Dr. Cebar Qadir ev e: “Bila Tirkman deh salan jî li Kerkûkê bijîn
– ne sêsed yan çarsed salan – dîsan jî mafên wan ji bo perwerdeya ziman
û parastina çanda xwe heye, lê bi mercekî: Di naveroka Kurdistanê de. Kurd
milletekî vekirî ye û rêza daxwazên kêmneteweyan digire. Mixabin, problema
mezin Dewleta Tirk e, ya li bin perdeyên parastina stabîlîteta Rojhilata Navîn
dixwaze Kerkûkê têke bin destê xwe. Gava bêdadiya Tirkan bi ser ket, wê
%10 Tirkman mafên %70 Kurdên Kerkûkê pêpes bikin û heta ziman û çanda me
jî tune bikin. “Tirkman herdem dibêjin: li Kerkûkê Tirk ji Kurdan pêtir bûn,
paþê Kurd ji gundan kiþiyan û bajêr kirine bin destên xwe. Ez jî pirseke
weha didime wan: Gelo ew Kurd ji kîjan gundan hatibûn? Ma ew ji ezmanan yan ji
biyabanên dûr hatibûn? Na, ew Kurdên gundên der-dora Kerkûkê bûn, çûnke
gundiyên herêma Þehrezûrê Kurd bûn. Tirkman li bajarê Kerkûkê cih-war bûbûn,
çûnke hinde ji wan bi yekîniyên leþkerî re hatibûn, yên din jî wek
karmendên Osmanî di îdareta sencaqa Kerkûkê de cihê xwe girtibûn”. Lêbelê, metirsiya
me hem dagîrkirina Tirkan e, hem jî rejîma Bees e: ew herdu sînorên
Kurdistanê teng dikin. Ji ber ku birêvebirên
Bexdayê siyaseta Înglîzan didomînin, her hukumeteke
nû wê hewl bide, ku hejmara Kurdan li Kerkûkê kêm bike.
Yek ji guhdaran bi kese û eþkere got: çima em serê xwe
dixapînin û wisa dipeyvin, her wekî Tirk û Tirkman ji hevdu cuda ne. Nexêr,
armanca Tirkmanan û xeyala Tirkan yek e: Kurdqiraniyekê pêk biînin, Kerkûkê ji me bistînin û çawa
li Bakur, wisa jî li Baþûr piþta Kurdan biþkênin. Mêvanekî Ereb, ji
Partiya Komûnîstan, destnîþan kir, ku bi rastî jî rejîma Bexdayê
siyaseta Înglîzan dixebitîne: Siyaseta Înglîzan hem wek celladek ser serê
gelê Kurd sekiniye, hem jî hûrkirina hemû civakên Rojhialta Navîn û
avakirina civakên destçêkirî amade dike. Bi vî awahî tevaya Rojhilatê li
bin bandora wan wê bimîne û dutîretiya Kurdan û Ereban bi dawî nabe.
Peyama Huseyn Resûl Sergeranî, yê bi çek karên PDK
dikir û niha li Berlînê kovareke Partiya Sosyalîstî Demokrat diweþîne, bi
gêjkirina mejiyên zarok û minalên Kerkûkiyan ve girêdayî bû. Huseyn Resûl bi xwe li ser sînora Kerkûkê, li Sergeranê hatiye
dunyayê, û bêguman rewþa herêma xwe rind dizane. Ewî basa zexta
dijî þagirt û xwendevanên
Kurd kir û yeko-yeko mînakên berbiçav anî zimên. Ew lis
er belabûna îdeolojiya genî ya Kemalîstan li nav hinde Tirkmanan rawestiya û got: Mamosteyên Tirkman li Kerkûkê bi lêdan û
zordariyê zarokên Kurdan fêrî sirûda Dewleta Tirkiyê dikirin. Piþtre,
hukumeta Îraqê navên dibistanan guhart û navên erebî-beesî li wan kir. Bi
gotina Huseyn Resûl, Kurdên Kerkûkê hem ji zexta Kemalîstan, hem jî ji bêdadiya
Ereban cefê dikiþînin.
Romannivîs û wêneçêkê
temendirêj Abdullah Serrac cara yekem di jiyana xwe de ne li ser edebiyat û
hunerê axivî, lê dîroka siyaseta dijmin li himber Kurdên bajarê wî –
Kerkûkê – þirove kir. Bi texmîna Abdullah Serrac: “Tirsa min heye, ku îro
em nikarin dawa hemû herêmên Baþûr bikin, yên Mustefa Barzaniyê
rehmetî ji bona xweseriya (autonomiya) Kurdistanê dixwast. Gelek herêm êdî
bi seranser hatine erebkirin, herêmên din jî îro ji destên Kurdan der
dikevin”. Di wextê gengeþeyan de, endamê KNK Muhammad Salih Amêdî bala
herkesî kiþande alavên dadwerî. Ligor nêrîna wî, zemanê me pir kêm e,
ku em tenê bi dîroka buhurî ve mijûl bibin. Em Kurd gerek e, pilaneke hiþk
û realîst bidin ber xwe û bi piþtgiriya biryardarên Rojavayê mafên
penaberên Kurd ji Kerkûkê û mafên vegerandina wan bikine rojevê.
Dr.
Nûrî Talebanî, yê li Rojavayê wek “parêzerê Kurd û
Kurdistanê” tê nasîn, di peyama xwe de destpêka paksaziya nejadî li Kerkûkê
nîgar kir û got: Piþtî sala 1963an nasyonalîstên Ereban bi tengavî têgehîþtin,
ku li Kerkûkê, li vê navenda petrolê, Ereb gelek kem bûn. Erebandina vê
herêma dîrokî, ya bi Zagrosê ve girêdayî ye, gelek merhelan derbas bûbû:
qelpkirina (manîpûlasyona) dîrok û statîstîkayê, anîna kolonîstên Ereb
û gorên miriyên wan ji Îraqa Baþûr. Herweha, Dr. Nûrî Talebanî bi firehî li ser opozîsyona Îraqê ya parvekirî û statûya Kerkûkê peyvî. Ewî got, ku eger em koka wan vekolînin û desthilatxwaziya
wan di ber çavan re derbas bikin, emê bibînin, ku þeþ hêzên dijî Seddam ava bûne:
1) Nasyonalîstên Ereb,
yên dijî hukumeta niha ne, lê raman û bêferiya Beesiyan dipejirînin.
Ne dûr e, ku ew kêfxweþ dibin, ku demografiya Kerkûkê tê guhastin;
2) Hêzên Tirkmanan, di nav kîjanan de sê komên curbicur hene: a)
xizmetkarên Komara Tirkiyayê, yên Mûsil û Kerkûk wek bajarên Tirkan mêze
dikin û heta ji Asûriyan jî dibêjin “Hûn Tirk in”; b) Tirkmanên Îslamîst,
yên xwe wek Îraqî dibînin û Kerkûk çawa bajarekî hevbeþ yê Misilmanên
Tirkman û Kurd destnîþan dikin; c) çendik-çend grûpên xêrxwaz, yên nas dikin, ku Kurdistan welatek e, lê statûyeke taybetî ji bona Kerkûkê dixwazin;
3) Þiîyên Îslamîst, yên tevaya Îraqê wek welatekî
Mislimanên pirnejad temaþe dikin. Ew hebûna Kurdistanê red nakin, lê sînorên Kurdistanê ji bona wan ne girîng in: Serî
ew e, ku Îraq ji keda Misilmantiyê pêþda biçe;
4) Hêzên Aþûrî-Kildaniyan, di nav kîjanan de du îdeolojî çê bûne.
Hindek ji wan, dostên Beesiyan û Sunniyan, erebandina Kerkûkê normal dibinin, lê gava em basa Kurdistanê dikin,
yekcar bêzar dibin. Li himber wan, Aþûrî-Kildaniyên
Kurdistanê, yên di naveroka Parlamana
Kurdistana Baþûr de mafên
xwe diparêzin, pêþeroja Kerkûkê
mîna me mêze dikin;
5) Komên Lîberal, yên bi xwe parçekirî ne: Gelek ji wana (ne hemû) ji prensîpa Federasyona Îraq-Kurdistanê re
vekirî ne û bi dilronî Kerkûkê wek navendeke
Kurdistanê binav dikin;
6) Fermandarên reviyayî, çekdar û berdevikên artêþa
Îraqê: Ew xwe bêdeng dikin, lê xuya ye, ku
erebandina Kerkûkê bi dilê wan e.
Di dawiyê de Dr. Nûrî Talebanî got: “Çareserî tenê ev e, ku rêxistinên Kurdan bi hev re
stratejiya neteweyî bimeþînin. Roja Kurd bûne yek, herkes wê rêza me
bigire û amade be, di mesela Kerkûkê de peymanek digel me biqedîne”.
Bi dû Dr. Nûrî Talebanî re, Hemeceza Salih peyama xwe
pêþkêþî guhdaran kir. Hemeceza Salih bi riya xebitandina wêne û materiyalên
berbiçav pirsên endazyarî, stratejî û aborî þirove kirin. Bingeha
axavtina wî hem serboriya wî ya þexsî, hem jî daxuyaniyên bi înglîzî bûn.
Hemeceza Salih basa hewlekariya xurekê (Food Security), hewlekariya avê (Water
Security), girîngiya tûrîzmê û pêdviya siparaniya eskerî
(Defense Strategy) kir. Ligor wî, li Îraqê 419 cihên niftê hene û %50 li
Kerkûkê ne. Herweha, Hemeceza Salih bala hêzên Kurdistanê bi giþtî û civaka Êzdiyan bi taybetî kiþande vê xalê, ku gelek cihên
niftê, yên nexebitandî, li herêma Þengalê hene. Em hêvîdar in, ku partiyên
Kurdan û komên Êzdiyan dev ji çavtengiya dînî berdin û berjewendiya
pirsgirêka Þengalê mîna berjewendiya Kerkûkê bikin rojeva siyaseta
navneteweyî.
Sêmînardarê paþin, amadekarê bernameyeke Medya TV
Ceza Çengiyanî mijara “Rolî Sermayeyî Kurd (Petrol) le têrorî rejîmekanî
Îraq da” bi heralî vekir. Ligor analîza wî ya balkêþ: 1) Nifta Kurdistanê bûbû yek
ji dijwartirîn sedemên destpêka Þerê Cîhanê Yekem; 2) Nift bûbû bingeha avakirina
Dewleta Îraqê ji aliyê Brîtaniya Mezin ve; 3) Di bûyerên revandina
birêz Abdullah Ocalan de pirsa bixudankirina nifta Azerbeycanê risteke neyênî lîstbû. Herweha Ceza Çengiyanî
diyar kir, ku ew ne digel wan Kurdperweran e, yên dibêjin: Hûn tenê ji bona
xatirê niftê basa Kerkûkê dikin. Bersiva Ceza Çengiyanî ji wan kesan re ev
e: “Rêza mirovan ji samanên sirûþtî tê. Mirov pêwîst e, xwarina çak
bixwe, cilên rind û pak li xwe ke, ava þîrin vexwe û di jiyana modern de bi
huner û teknolojiyê ve mijûl bibe. Ji ber vê yekê, bila Kurd jî þerm
nekin û bibêjin: Mafê me dîrokî heye, ku em bibine xwediyên dewlemendiya
xwe ya binerd. Bila rêza her jin û mêrekî Kurd ji rêza Tirk, Ereb û
Ewropiyan kêmtir nebe”.
Pey vê Konferansa yekroje, hemû mêvan û beþdar ji aliyê Komela “Awedanî” ve ji bona Resepsyona Dostaniyê hatibûne vexwandin. Di
rê de me dît, ku bi hezaran trombêlên Tirkan ala xwe bilind kirine, stran û dirûþmên êrîþkarî dibêjin û serkeftina
pêhola xwe dijî Korea Baþûr bezm dikin. Mêvanek bi dilxemî got: “Tirkan dunya
xwar! Di wextê xwe de wana li Berlînê ji tirsa PKK nediwêriya bigota
“viq”!
Yekî
din wî sererast kir: “Niha aþtî ye, heval. Aþtî ye.”