Dr. Zorab

Mînakeke Rexnegiriya Wêjenerî

Bi zaravê Kurmanciya Jorîn rexnegiriya wêjenerî pêngavên destpêkê diavêje. Bêguman, eger em rewþa zimanê me li Komarên Tirkiyê û Sûriyê bidin ber çavan, emê bikaribin bi awayekî mend û babetî – bê êrîþên neþêwa – li ser kêmasiyên hem wêjeya Kurmancî, hem jî rexnegiriya têkstan rawestin. Heta îro rewþenbîrên me bi þêwayekî klasîkî û eþkere nivîsên edebî þirove dikin. Bi giþtî, gotarên di derheqa roman û kurteçîrokan de ji van beþan pêk dihên:

1)      Nivîskar kê ye, pirtûkên wî/wê berê hebûn yan na,

2)      Hevîra roman yan kurteçîrokê çawan e,

3)      Hinde terîpên vê têkstê digel têkstên gelerî yan nûjen,

4)      Heyf û mixabin, ku em bindest in û nikarin asta edebiyata xwe li ba xelkên bidin naskirin.

 

Belê, ji bo dema niha nirxandina bi vî rengî bi encam e. Helbet, mafê tukesî tuneye, ku pêvajoya Kurdan e entellektuel derveyî dîrok û pirsgirêkên rojane gotûbêj bike. Mebesta gotara han tenê destnîþankirina rêke din e, bi kîjanê ve em dikarin naveroka berheman ji xwendevanan re zelal bikin. Ev dem ne dûr e, ku bi Kurmancî bi tîpên Latînî jî wê hejmara têkstan pir mezin bibe. Wê gavê êdî herkes nikaribe bi nermî û dirêjahî þirovekirina klasîkî bixwîne. Xwendevanê Kurd wê hem netebitî, hem jî cîhandîtî be. Ewê hêviya rexnegiriya kurt, berbiçav, lê kûr be, da ku ew ji xwe re biryarê bistîne, gelo ev têksta nirxandî ligor balkêþdariya wî/wê kesanî ye, ligor hesta bedewiya ew standart dibîne. Her xwendevanek bi serê xwe pirtûkan hildibijêre: Yek romanên coþdar (lîrîk) hez dike, yekî/a din jî kurteîrokên derî sirûþtî (metafîzîk).

Ji ber vê yekê jêrê mînakeke rexnegiriya Rojavayî hatiye pêþkêþkirin. Ji nirxandina nîvrûpel em têdighîjin, nivîskar kê ye, têksta wê bi çendî hêja ye û qelema wê serkeftî ye yan na. Piþtre em bi kêfa xwe dikin: Hinde kes xwendina vê têkstê ji xwe re dikin armanc, yên mayîn jî dibêjin „dema me jêre nîne“. Lêbelê, bi hezar þêwayên rexnegiriya nûjen hene û ya hilbijartî nimûneyek e.

Nîlgün Demîrkaya nivîskar û helbestvaneke Kurd e, lê çawa birayên me li Baþûr dibêjin, qelema wê bi zimanên tirkî û almanî kaxezan radimûse. Dîsan jî xebata wê ji derd û kulên gelê me þîn dibe û di helbest, kurteçîrok, civînên wêjeyî û niþtimanperwerî de xuya dike. Wextê sitiya Nîlgün helbest û kurteçîrokeke xwe ji bo pêþbirka wêjeyî þandin bajarê Almaniyayê Münchenê, ew bawer nedikir, ku nivîsên wê ji yên gencên Almanan qenctir bin. Helbet, mebesta wê prensîpa lîstokên Olîmpî – beþdarî ji serkeftinê girîngtir e – bû. Lê ji bext re, kurteçîroka sitiya Nîlgün bala Komîsyona berpirsyar kiþand û þirovekirineke giranbuha ji xwe re qazanc kir.

Kurteçîroka Nîlgün Demîrkaya bi almanî ye: „Trauerlieder im Morgengrauer“. Wateya peyva pêþin „stranên þînê“ ye. Peyva diduan „berbang“ e. Eger em wergerînin, dibe „Stranên Þînê yên Berbangê“. Lê ligor Medenî Ferho, damezirarê dibistana Torî di wêjeya me de, çêtir e, ku em dewsa „stranên þînê“ peyveke taybetî - „dilojarê“ - bikar biînin. Eger wisa be, „Trauerlieder im Morgengrauer“ em dikarin wek „Dilojarêyên Berbangê“ wergerînin.

Rexengirekî profesyonel, yê bi kêmanî 12 salan karûbarên wêjenerî dike, nêrîna xwe li ser kurteçîroka Demîrkaya hîþt. Belê, þirovekirina wî ya bi bandor agahdariya me têr û tijî dike: Bê ku me têksta nivîskara Kurd xwendibe, haya me ji ciwannivîsa wê, wêneyên ew saz dike, êdî heye.

Li pey nirxandineke weha em zêdetir dixwazin, ku edebiyata kurdî bi nivîskar û wêjenerên perweredekirî bi pêþ keve. Cihê gotinê ye, ku min nirxandina Matthias Brunisch ji almanî di civîna PENa Kurd de wergerand. Ev civîn ji hêla Dr. Zerdeþt Haco hatibû amadekirin û bi beþdarbûna 26 nivîskar û helbestvanan di dawiya vê havînê de li bajarê Almaniyayê Mülheimê derbas bûbû.

Matthias Brunisch: Kurteçîroka N. Demîrkaya „Dilojarêyên Berbangê“

Di bûyerên kurteçîroka Demîrkaya de cihêrengiya herêmî hatiye berz û pîrozkirin. Xwediya kurteçîrokê basa zext û êþê, basa evîn û dilsoziyê, herweha basa kalbûn û gencîtiyê dike. Bêguman, ev babetên binavkirî di hemû herêm û welatan de peyda dibin. Lê sêwazs xatûna Demîrkaya bala me dikisîne, eger em newêrin peyva „bêhempa“ li wê kin.

Nivîskara Kurd bi vî cûreyî digihîje encama serkeftî: Ew pêtir li ser kar û fûnksyonan radiweste, ne li ser kesan, yên ligor hêvîdariya me gerek e, bibûna lehengên kurteçîrokê. Girîng ev e, ku meriv di rewþeke taybetî de çi dike, ne ku ew çawa û çira ketiye rewþeke wisa. Bi vî awahî pelsengek di navbera herêma nîgarikirî û hemû herêmên cîhanê de dihête avakirin. Ev pelseng, gihîþtina vê pelsengê hêza kurteçîrokê ye.

Di ser de jî, awazên destanwarî (epîk) xwe bi kurteçîroka Demîrkaya ve dirûtine. Ew awazên payebilind bi hevokên kurt û zelal, bi wêneyên hewas – carinan naskirî, carinan jî nenas – cihê xwe digirin.

Tiþtekî nûjen, ango modern, ev e: Ûcrekirina dem û serdeman, dabeþkirina bûyer û nîgaran. Serdem, bûyer û nîgar ji dema buhurî hatine û berbi paþerojê ve diçin. Armanca wan çerxa pêþiya me ye.

Mirov dikare bibêje, ku kurteçîroka Demîrkaya bi xwe dihête gilîkirin, bê bandora kesekî. Lê dîsan jî em hesteka wisa qazanc dikin, ku kalik – lehengê sereke – soz û daxwazan ji me re vedike. Eger di têksta Demîrkaya de xalên neþîrin hebin jî, ew bi rengekî mecazî û dûrxistî xuya dikin û lewma çavên me naêþînin.

Hinde bûyer ji çarçoveya rastîbîniyê (realîzmê) dûr dikevin. Kengê? Wextê xwezayî diheje, hêmanên neruhber dilipitin, kes jî tevlihevî jiyana sirûstî dibin. Merivên çalakdar wek cixîz dimînin û di tariyê de winda dibin. Kesayetiya wan nehatiye diyarkirin: Karûbarên wan tenê ev in, ku çalakiyan bikin. Gelo kê dikare ji wan mirovan û çalakiyên wan xwe biparêze? Ne axir destên me nagihîjine wan!