Dr.
Zorab
Wekîl
Mûstafayev û Pirtûka wî li ser Kurdistana Sor
Pêþgotin
Bûyerên bi xweseriya Kurdistana Sor li Kafkasê va girêdayî
û têkçûna siyaseta Kurdan li wir yek ji rûpelên xemgîn ya dîroka me ye.
Belê, Kurd di vê devera biçûk da jî bûbûne cangoriyên nezaniya
siyasetmedaran, çavnebaweriya neyaran û rewþa navneteweyî
ya neqenc. Lê çi dibe bila bibe, ligor þoreþgerên
Espaniya, “bawerî di dawiyê da dimire”. Hên derfet hene, ku Kurdistana
Kafkasê di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê da cîhê xwe di Rojhilata Navîn
ya veguhêz da bigire. Lewma em divêt, serboriya wê bizanin û heta dikarin,
piþtigirya
giyanî
bidine nûavakirina autonomiya Kurdistana Sor.
Di dawiya sala 2001an da, destnivîsa
Wekîl Musatafayev gihîþte min. Ev pirtûka neçapkirî bi zimanê Rûsî çerxa Kurdistana Sor
di naveroka Kurdistana mezin da dinirxîne. Piþtra,
min li Belçîkayê, di
Civîna Giþtî ya Kongra Netewiya Kurdistan da nasiya xwe da birêz
Wekîl Mustafayev, yê serokê autonomiya Kurdistana Sor bû û serkêþiya bizûtneweya Kurdên Sovyeta berê
dikir.
Pirtûka Wekîl Mustafayev di van rojan da li Bulgariyayê
bi zimanên Rûsî û Tirkî dihête weþandin. Daxwaza min ev e, ku
haya xwendevanên Gilistanê ji serencema vê
pirtûkê hebe.
Wekîl
Mustafayev kê ye?
Binemaliya Wekîl Mustafayev bi reçeleka xwe digihîje
hoziya (eþîreta)
Koroxlî, ango Rewþan. Di sala 1937an da ji ber siyaseta Stalîn
û Panturkîstên Azerbeycana Soviyetê, malbata Wekîl Mustafayev, mîna hezar
malbatên Kurdan, ji Kurdistana Sor hatibû aksorkirin (sirgûnkirin). Ew Kurdên
Kafkasê di salên 1937an û 1944an da bi zorê ji xaka kal-bavan hatibûn
veqetandin û di komarên Asiya Naverast - Kazakistan, Kirgizstan, Tacîkîstan
û
Uzbekîstan
- da hatibûn cîhwarkirin.
Wisa, Wekîl Mustafayev di sala 1938an da li Uzbekîstanê
ji dayîk bûbû. Di salên Þerê Cîhanê Duyemîn da xwîþk
û
brayekî wî digel hezar zarokên Kurdan li Asiya Naverast ji birçîbûnê
mirin.
Lê piþtî serdema Stalîn hinde pêngavên
lîberal û înternasyonalîst li Yekîtiya Sovyetê hatibûn avêtin û li ber
zarokên Kurdên sirgûnkirî jî riya pêþdaçûna kesanî (þexsî)
vebû. Wek encam, Wekîl Mustafayev di navbera salên 1955an û 1963an da jiyana
xwe bi Artêþa Sor ya Sovyetê va girêda û bûbû fermandar.
Ji sala 1963an û virda Wekîl Mustafayev xebatkarê
elwekariya Sovyetê bû û karên taybetî ji wî dihatine xwastin. Ewlekariya
Sovyetê hemû xebatkaran ji bona operasyonan di dewletên biyanî da amade
dikirin. Wekîl Mustafayev gereke biþandana Çînstanê,
lê ewî daxwaza xwe ji bona xebatekê li Kurdistanê yan di nav Kurdan da diyar
kiribû. Pêþtirî vê, Wekîl Mustafayev pêþniyara
karmendên
Sovyetê red kir, ligor kîjanê ew dikaribû nasnameya xwe
biguhasta û
dewsa “Kurd” di xeta NETEWE da “Uzbek” yan “Tacîk” binivîsiya. Ne
behetî ye, ku ji ber vê serhiþkiya Wekîl Mustafayev, berpirsyarên ewlekariya Sovyetê
kariyera wî xitimandin û wî þandine xebata hundurî
Yekîtiya Sovyetê.
Di sala 1967an da Wekîl Mustafayev beþa
(fakûlteta)
dadgeriyê
li Zanîngeha Frûnze (paytexta Kirgizstanê) qedand û wek dadwer
li bajarê
Oþ
li Kirgizstanê dest bi xebata taybetî ya dijî korûpsyonê kir.
Di sala 1970an da Wekîl Mustafayev xwe kire nav meydana
metirsiyê, dema ewî koma hevalbendên
Koyçûmanov
ji ber sedema korûpsyonê binçavkir. Koyçûmanov merivekî
pir bi bandor bû, ji be ku ew pismamê Usubaliyev, Serkreterê Yekem
ya Partiya Komûnîstên Kirgizstanê, bû û kes nediwêriya xwe bikira kirê wî.
Lê têkoþîna
Wekîl Mustafayev bi ser ket û Koyçûmanov digel dostên xwe ligor
biryara dadgeha Kirgizstanê hatibû cezakirin. Nivîskarê binavûdeng Çîngîz
Aytmatov û Serokwezîrê Kirgizstanê Sultan Ibragîmov piþtgiriya
Mustafyev kirin û
xwastin, ku serokatiya Partiya Komûnîsta
Kirgizstanê
ji dizan bihête rizgarkirin. Lê Sekreterê Yekem Usubaliyev desthilata xwe hiþk
girt û
dijberê xwe Sultan Ibragîmov da kuþtinê.
Wê demê êdî Wekîl Mustafyev neçar ma, ku ji Kirgizstanê derkeve.
Di salên 1970î-1980î da Wekîl Mustafayev di polîsa
Komara Autonom Kara-Kalpak da, ya beþeke Komara Uzbekîstanê
ye, xebata dijî bertîlkirina karmend û siyasetmedaran birêvedibir.
Wekîl Mustafayev yek ji wan kesên xizmetgozar bû, yên mezintirîn korûpsyona
Sovyeta berê li Uzbekîstanê hilweþandin.
Bi vî cûreyî Wekîl Mustafayev têkiliyên giring bi korên
Moskovayê fermî ra saz kirin û êdî bi vekirî karibû mesela berwelatê xwe
li Kafkasê biîne rojeva siyaseta Sovyetê.
Cîhê gotinê ye, ku ji sala 1981an da, dema Wekîl
Mustafayev þandine
Komara Azerbeycanê, ew bi nû va xwe sipêrande pirsgirêka Kurd.
Xebata wî li polîsa navçeya autonom ya Nexçevanê bû, ya di navbera Ermenîstan,
Iran û Tirkiyê da ye, lê bi fermî beþeke Komara Azerbeycanê
ye. Nexçevan jî wek tê zanîn parçeyeke Kurdistana dîrokî bû, li Baþûr
herêmên Kurdistana Rojhilat, li Rojava jî herêma Serhedê ye. Bi sedan salan
ew ji sê cemawerên etnîkî pêk dihat: Kurd, Ermenî û Tirk. Ligor jimara
destpêka sedsala 20an, li wir % 50 Kurd bûn, 40 % Ermenî û yên mayîn jî
komên Tirkziman yên curbicur bûn. Lê mixabin, piþtî Þoreþa
Cotmehê
(Oktober) li Rûsiya,
Nexçevan kete nav sînorên Komara Azerbeycanê. Mixabin, ramyara Azeriyan ya
dirêjxayan gihîþte encameke wisa, ku niha li wir Ermenî nemane, Kurd jî
yan hatin sirgûnkirin yan jî xwe wek Azerî binav dikin. Bêguman, herêma Nexçevanê
ji Wekîl Mustafayev ra giring bû, daku ew buhujandina Kurdan li Azerbeycanê
vekolîne û pilaneke vejînkirina þanaziya
gelê
me li
Kafkasê bide ber xwe. Balkêþ
e,
ku berî avakirina Dewleta Sovyetê, herêmên Kurdan li Laçînê (Kurdistana
Sor), Zengezûrê (li Ermenîstana îro), Nexçevanê û Serhedê bi hev ra girêdayî
bûn!
Di meha Nîsana 1985an da rewþenbîr
û gundiyên Kurd li Ermenîstan û Azerbeycanê li kêleka Wekîl Mustafayev
sekinîn û nehîþtin,
ku birêvebirên Azerbeycanê wî mîna “ekstremîstekî Kurd”
ji xebatê derxin û careke din biþînin Uzbekîstanê. Heta
endamekî
giring ji Wezîrxaneya Dadê ji Moskovayê – navê wî Bajenov – bi xwe hate
bajarê Bakû (paytexta Azerbeycanê) û komployên dijî Wekîl Mustafayev da
sekinandinê.
Wextê di sala 1989an da nijadperestiya Kirgizstan, Ermenîstan
û Kazakistanê gihîþte asteke bilind, Wekîl
Mustafayev bandora xwe bi kar anî, daku Kurdên li wan deran dijîn zirara
mezin nebînin. Herweha ew yek ji amadekarên rêxsitina “Yekbûn” bû, ya
armanca xweseriya Kurdistana Sor bi pêþ dixist.
Ne
behetî ye, ku karmendên Azerbeycanê û Kurdên xwefiroþ
zexta xwe li ser Wekîl Mustafayev dikirin, daku ew dev ji hizra autonomiya
Kurdan berde û xwe ji serokatiya Kurdistana Sor paþve
bixe. Wek mînak,
wana carnan xwast wî bertîl bikira, carnan jî metirsiyên dora malbata wî
bilêv dikir.
Di ser re jî, ji sala 1994an da Xwedê
giravî kadroyên
PKK heval Cemal û heval Mahaddîn dijî Kurdistana Sor rawestiyan û weha
digotin: “Derdê me ne çendik-çend gund li Kafkasê ne, mebesta me avakirina
Kurdistana mezin e!”. Wan herduan hertiþt kir, ku Wekîl
Mustafayev ji Kafkasê dûr bixin. Di dawiyê da wana Wekîl Mustafayev û
malbata wî þandine
ba gerîllayên Kudistana Bakur.
Iro
Wekîl Mustafayev, xwediyê þeþ
xelat û
nîþanên
rêzgirtinê ji hukumeta Sovyetê, digel jin û zarokên xwe li Italiyayê bûye
penaber. Kebaniya wî jî fermandara polîsa Rûsiyê ye, lê
ji ber ku ew tev
mesela Kurdistana Sor bûbû, ewê xebata xwe winda kir.
Awirek
li Serencama Pirtûka “Istoriya Kurdîstana” (Dîroka Kurdistanê)
Heta roja îro qed pirtûkek nehatiye weþandin,
ya bingeha teorî bide avakirina Kurdistana Sor li Kafkasê. Belê,
bi sedan pirtûk bi zimanên Rûsî, Azerî-Tirkî û Ermenî hene, yên mafên
Azeriyan yan Ermeniyan li herêma Kafkasê bi nirxandina dîrokî va dixemilînin.
Heyf û mixabin , di wan lêkolînan da gelê Kurd wek mêvan, wek xerîb yan
wek koçber tê destnîþankirin.
Ji ber vê yekê, dema welatparêzên Kurd xwastin, ku autonomiya
Kurdistana Sor cîhbicîh bikin, gelê Kurd ji Kafkasê û tevaya Sovyeta berê
xwe neda pêþ.
Helbet, ji bo serkeftina siyaseta Kurdistana Sor gelek lêkolîn,
semînar û konferans pêwîst in.
Bi rastî jî, erdnîgariya Kurdistana Sor û paytexta wê
Laçînê pir hestidar e. Ew di navbera Azerbeycan, Karabaxa Çiyayî, Ermenîstan
û
Iranê
ye. Li alîkî, Iran hez nake, ku dewlet yan xweseriyeke Kurdan li ser sînora
Bakur hebe. Li aliyê din, Azerî û Tirk dijî her tiþtekî
ne, eger navê “Kurd” lê be. Hem jî siyasetmedarên me xwe dûrî hizra
hevgirtina Kurdan digirin, herçend bi zimên ew hemû Kurdewar in jî.
Zimanê
pirtûka Mustafayev sade û zelal e, çûnke armanca wê karker, gundî, genc û
pîrekên malan in. Mustafayev bi xwe jî dibêje: “Pirtûka min berî her tiþtî
îdeolojiya neteweyî ye, piþtra jî zanist e”. Helbet, her îdeolojiyeke
neteweyî ji zanîna dîrokê bi rê dikeve û berê xwe dide aliyê pêþbîniya
welatparêzên rûdar.
Di
pirtûka xwe da Wekîl Mûstafayev gelek jêderên giranbuha xebitandine:
-
çavkaniyên dîrokî: Strabon, Herodot, el-Yeqûtî, el-Mesûdî, el-Istexrî, Þeref-xan
Bedlîsî
û heta dawiyê;
-
çavkaniyên desthilata Rûs û Soviyetê: Qanûnên Imperatoriya Rûs, karnameyên
Instîtûtên Azerbeycanê, dokûmentên fermî, qanûn, destûr, biryar, nameyên
Lenîn, Stalîn û Gorbaçov;
-
lêkolînên zanayên birûmet: Muhemmed Emîn Zekî, Ebdurrehman Qasemlû,
Iosif Orbelî, Vladimir Minorsky, Hasbak Þakir, Basile Nikitine û
yên din;
-
wêne, xerîte û belgeyên cihêreng;
-
bîranînên Wekîl Mustafayev yên þexsî li ser gotûbêjkirin û
amadekirina bingehên xweseriya Kurdan.
Mebesta
Wekîl Mustafayev ew e, ku biselimîne: Tawandariya gelê Kurd bi giþtî
û cemawera Kurd li Kafkasê bi taybetî têrê dike, ku bibe xwedî dewlet, îdaret,
ramyar û aboriya pêþkeftî. Mafên Kurdan - dîrokî bin, aborî bin, jeopolîtîk
bin yan çandî bin - hene, ku kêm-kêm autonomiyeke rêk û pêk li herêma
Kafkasê ava bikin.
Bi
dîtina Mustafayev, rewþenbîr û zanayên Kurd û piþtre
gelê
Kurd jî gerek e, xwe ji cudahiya dînî rizgar bikin û gav bi gav dewlemendî
û bedewbûna Zerdeþtiyê bipejriînin. Cudahiya aynî di navbera Kurdan da
koka xwe nîn e: Sedema wê siyaseta rûxêner ya dagîrkeran e.
Ji
bo nimûne, Mustafayev dibêje: “Wextê Kurd li ser bingeha dînê xwe bûn,
desthilatên wan guldidan” (rûpela destnivîsê 58), lê “ji bo
bidestxistina hêza siyasî di cîhana Ereban da dijminatiya Þiyan
û
Sunniyan bi sedan salan berdewam e, Kurd jî dibine qurbana vê dijminatiya xerîb”
(rûpelên destnivîsê 82-83).
Mustafayev
yeko-yeko eþîrên Kurdan li welat û Kafkasê nîþan
dike, dîroka
bajarên Kurdan þirove dike û baweriya Kurdan ji bo rastiyê, wekheviyê û
azadiyê di belgeyên dîrokî da xuya dike. Bi hizra Mustafayev, rewþa
Kurdan ya civakî rê dabû îdeolojiyên Zerdeþtî,
Xurremî û sosiyalîst. Lewma karûbarên PKK berî girtina Abdullah Ocalan, ya
nasyonalîzma Kurdan û bîr û bûçûnên civakî bi hev ra dimeþandin,
Mustafayev wek qazanceke mezin temaþe dike. Herweha ew qenciya hêz
û rêxistinên din, yên ji sêgoþa binavkirî – Zerdeþtî,
Xurremî û Sosyalîzm – dûr nediketin, bi eþkere
dike.
Ne
dûr
e, ku hinde beþên pirtûka Mustafayev wê ne bi dilê Kurdan bin.
Ji bo nimûne, Mustafayev rexnan li Newrozê dike û dibêje: “Di cejna Newrozê
da em berxwedana Imperatoriya Med biçûk dikin û rola hesinkar Kawa mezin
dikin”. Li himber vê rewþê, Mustafayev nêrîna xwe diîne zimên: “Bila
gel ne sembolîzma Newrozê berxwederxistî û mecazî, lê bûyerên dîrokî
bezm bike. Wê çaxê Kurd wê baweriya xwe bi avakirina dewleta serbest biînin”.
Herweha
Mustafayev dinivîse, ku Þêx Adî bin Musafir dînê Kurdan
xerab kir û hêmanên biyanî kire nav. Herçend ez - wek zana - ne digel Wekîl
Mustafayev im, rexneyên wisa ji Kurdan ra pêwîst in, daku raya giþtî
ya Kurdan gengeþe û dîskûsiyonan li ser hemû mijaran bike. Belê,
tiþtekî
normal e, ku di her kûltûrekê da pirsên tabû (qedexekirî) û pîroz hene.
Lê Kurdistan di nav van qedexeyan da difetise û belkî Mustafayev yek ji wan
kesan e, yên reþaya fikirî dirizîne.
Bi
gotineke kurt, bila hem Kurd, hem jî neyarên autonomiya Kurdistana Sor xebata
Mustafayev, ya encama jiyana wî ya siyasî ye, bixwînin. Çawa Mustafayev bi
xwe gotiye: “Dijminan dîroka me nerast nîþan kir û
bi vî rengî taqeta me þikênand”.
Em
hêvîdar in, ku bi saya pirtûka Wekîl Mustafayev rayedarên Ermenî û
Azeriyan, yên bi Rûsî perwerde bûne û heta îro jiyana me wek biçûk û bêkartêkîn
mêze dikin, cewherên þaristaniya Kurdan bi awayekî rastûdirûst binasin. Bi
hezkirina Xwedê, di paþerojê da ewê mafên Kurdistana Sor jî asantir
bipejirînin.
Belê,
mirov omedevar e, ku “Dîroka Kurdistanê”, ya bi destê siyasetmedarekî
Kurd li Sovyeta kevin hatiye amadekirin, wê çembera zanistî der-dora daxwaza
Kurdên Kafkasê biþikêne. Li jêrê ez ji bo xwendevanên hêja beþeke
pirtûka
Wekîl Mûstafayev, ya min ji zimanê Rûsî wergerand, û Deklarasyona
Kurdistana Sor pêþniyaz
dikim.
Wergerandina
Beþeke
Pirtûka Wekîl Mûstafayev
Ji
meha Nîsana sala 1985an da Gorbaçov siyaseta perestroyka (nûavakirinê) li
Yekîtiya Soviyetê bi pêþ xist. Lê piþtî
sê-çar salan rewþa Soviyetê wisa xerab bûbû, ku komarên serbixwe hêdî-hêdî
ava dibûn. Zana û berpirsyarên Kurdan jî pêþeroja
gelê
xwe dianîn ber çavan û xelkê bi dengekî bilind dawa autonomiya xwe li
Kafkasê dikir. Bêguman, ev welatê kevinar, yê bi sedan salan wek mîriniþîniya
Þeddadiyan,
Kurdistana Çiyayî yan Kurdistana Sor dihate naskirin, gerek e
birîna Kurdên Soviyetê derman kira. Daxwaza me hemûyan ew bû, ku Kurdên di
neh komaran da sirgûnkirî jiyaneke nû û seraza li wir bimeþînin.
Ji sala 1989an da êdî Kurd bi xwe li Moskovayê civîn û protestoyan pêk
dianîn, daku autonomiya Kurdistana Sor bi fermî bê naskirin.
Di
meha Sibata 1988an da þerê Ermeniyan û Azeriyan ji bona
xwedîkirina Karabaxa Çiyayî destpê bû. Kurdistana
Sor jî di navbera Karabax û Ermenîstanê da bû. Lewma paytextê Kurdistanê,
bajarê Laçîn ji Ermeniên Karabaxê ra bûbû “sivdera hûmanîter”:
Trombêlên bi derman û xwerinê va tenê ji Laçînê digihîþtine Ermeniyên çemberkirî.
Gerek e bê gotin, ku ji ber þerê Karabaxa Çiyayî hukumeta Ermenîstanê
hem bi fermî, hem jî bi nihênî alîkariya Kurdan dikir. Balkêþ e, ku di sala 1990an da gelek nûnerên
Ermeniyan di Parlamana Yekîtiya Soviyetê da mîna rojnamevan Zoriy Balayan û
akademîkê navdar steyrknas Ambartsûmiyan ji Gorabçov xwestin, ku dewleta
Kurdistana Sor bi nû va bê damezirandin. Wek reaksiyon, endamên Parlamanê, yên
ji Azerbeycanê bûn, dijî vê pêþniyarê derketin.
Wê çaxê rêvebirên Azerbeycanê, ji tirsa dostaniya
Kurdan û Ermeniyan, nûçeyên nerast amadekirin. Ji bo nimûne, propaganda
nijadperestên Tirk li Azerbeycanê deng der xist, ku jin û zarokên Kurdan li
Laçînê ji “sivdera hûmanîter” ra nerazî ne û rê nadin trombêlên
Ermeniyan. Belê, dema rewþa Azeriyan xerab bû, wana Kurdan jî bi bîr anî!
Mixabin, hinde Ermenî bi piþtgiryia
Ezîzê Emer, yê xwe wek serokê Êzdiyên
Ermenîstanê didît, ji bo heyfhilanînê Kurdên Misilman ji Komara Ermenîstanê
der xistin. Piþtra, ji ber sedemên
rabûna nijadperestiya Kirgiz û Uzbekan, Kurdên di wan komaran da dijîtin jî
neçar man mal-halên xwe bihêlin û birevin Rûsyayê. Di salên aloziyên
Soviyetê da ne tenê Kurd, lê bi mîliyonan xelk sitara xwe li Rûsya didît.
Helbet, di dîroka me tal û tûj da
siyasetmedarên bêbext, yên daxwaza gel heram kirine, wê bêne þermezarkirin. Wisa, di meha Gulana 1992an
da, piþtî ku
Kurdistana Kafkasê serbest bû, Þêxê Kurdên Misilman Abdûl-Manaf Gasanov û serokê
Kurdên Azerbeycanê Mamed Babayev xwesteka Azeriyên Tirkdost pêk anîn. Wana
xebateke rûreþ di nav Kurdên Misilman
da kir, daku xort û keçên welatparêz neçin xaka xwe rizgarkirî û
autonomiya xwe ava nekin. Gasanov û Mamedov bi vî cûreyî serên Kurdan gêj
dikirin: “Herkes, kê biçe Kurdistana Sor, nokerê Rûsan, Ermeniyan û Êzdiyan
e û dijminê birayên me Azerî ye. Ji kerema xwe ra, nebin kafir, çûnke
Quran basa biratiya Misilmanan dike. Eger Azeriyên Misilman mafên autonomiyê
dane me, emê giþk herine welêt”.
Ji wê zêdetir, Babayêv û
hogirên wî nedihîþtin, ku welatparêzên genc ji Soviyeta berê bi hêzên Kurdistana Bakûr
ra têkiliyan çê bikin: “Partiya Karkerên Kurdistan rêxistineke bêxwedê
û komûnîst e. Endamên wê dûrî Islamê ne, ew hemû Êzdî û Ermenî
ne”. Gelo ne xuya ye, ev îdeolojiya arzan ji ku tê?
Heyf û mixabin, lê Kurdên Misilman ji Soviyeta hilweþiyayî, ji ber nezanebûn û belengaziya
xwe, ji Kurdistana Sor ra xwedî der neketin. Lewma serkêþên damezirandina xweseriya Kurdan hêvîdar man, ku Êzdî
dikanin bibin potensiyala Kurdperweriyê. Bi rastî jî, bi dehan salan rewþenbîr û civaka Êzdiyên Ermenîstanê
Kurdîtiya xwe parast û ew bi dil û can
amade bûn berê xwe bidin dewleta xwe li herêma Kafkasê. Lê ji talebext ra,
di wan rojên biryardar da serokekî Êzdiyan bi navê Muaviya tev kurê xwe ji
Almanya serdana Kafkasê kir. Ewî gund bi gund, mal bi mal geriya, teseliya Êzidyên
Ermenîstan û Gurcistanê kir û di radyo da çavpêketinan çê kir. Hemû gotinên wî der-dora
hizrekî dizvirîn: “Bila Kurd dîsan carekî Êzdiyan nexapînin û wana
nekin cangoriyên siyaseta xwe. Koka Êzdiyan binemaliya Muaviya û kurê wî
Siltan Êzîd e”. Kesên mîna Ezîzê Emer (Xwedê giravî serokê Êzdiyan)
alîkariya mezin da neyarên Kurdistana Sor. Hevkariya wan û Muaviya wisa kir,
ku gelê me Êzdî jî dûrî ramana Kurdistana Sor ma. Wisa hem Kurdên
Misilman, hem jî Kurdên Êzdî derfeta dîrokî bi kar neanîn. Lewma welatê
kal-bavên me li Kafkasê îro vala maye: bi fermî ew wek herêmeke Komara
Azerbeycanê tê nasîn, lê bi praktîk li bin kontrola eskerê Ermeniyan e.
Merî dilê xwe ber Xwedê veke jî, þerm
dike binivîse: hinde caran
gelê Kurd wisa bêçar û bêtaqet e, ku dibe dijminê
berjewendiya xwe! Ji bo nimûne, akademîk Þekroyê Mihoyî ji Ermenîstanê tev Yûrî Nabiyev û Tariyel
Biroyev ji Gurcistanê dijî dasekinandina Kurdistana Sor rawestiyan. Ligor nêrîna
wan, ya ji Moskovayê ra wek nêrîna Kurdan hatibû pêþkêþkirin, mafên
çandî di her komarekî da têra Kurdan dikin û autonomiyek li berwelatê wan
li Kafkasê tiþtekî zêde ye.
Encama vê tevliheviyê ew bû, ku di sala 1990an da Serokê
Civîna Neteweyan di Parlamana Soviyetê da Rafik Nîþanov
bi hêrs û
tore gote Kurdan: “Hûn pêþê daxwaza xwe zelal bikin û piþtra
çareseriyê ji me bixwazin!”. Di demekî kurt da,
erzeyeke þêwirmendan gihîþte
destê Gorbaçov, li ku dihate
gotin: “Ji
nîvî pêtir Kurd dawa autonomiya xwe li Kafkasê
nakin”.
Lê Kurdên welatparêz – hem Êzdî, hem jî Misilman -
karûbarên xwe di naveroka rêxistina “Yekbûn” da dewam kirin. Wisa, di
sala 1990an de parlamana Soviyetê komîsyonek bi serokatiya Sobolev saz kir, ya
li ser bingeha arþîv û qanûnan
mafên tezekirina Kurdistana Sor wek autonomî pejirand. Bi dû ra, di 27ê Adarê
sala 1991an da, Wezîrxaneya Dadgerî ya Yekîtiya Soviyetê bi fermî bernameya
“Yekbûnê” nas kir. Bi vî cûreyî, Yekîtiya Soviyetê pêþiya
parçebûna xwe bi fermî Kurdistana
Kafkasê çawa dewleteke Kurdan ya xweser nas kir.
Piþtî þikestina Dewleta Soviyetê û derketina artêþa Azeriyan li paytexta Kurdistana Kafkasê - Laçînê - bûyereke dîrokî cihê xwe girt. Li
wir, di 9-10ê Hezîrana sala 1992an da bizûtneweya rizgariya Kurdistana Sor û
nûnerên Kurdan ji hemû herêmên Yekîtiya Dewletên Serbixwe (Soviyeta berê)
bi fermî Deklarasyona Dasekinandina Dewleta Kurdan li Kafkasê îlan kir. Bi vî
awayî rêxistina “Yekbûnê” rista xwe ya dîrokî lîst û
xebata xwe kuta kir. Ligor biryara civînê, di þerê Ermeniyan-Azeriyan da Kurd pêwîst
e bêalî bimînin. Civîna bi rûmet gaveke navneteweyî jî avît û got, ku
daxwaza Kurdistana Sor avakirina cînartiya baþ digel Ermenîstan, Azerbeycan, Karabaxa Çiyayî û Komara Islamî ya
Iranê.
Belê, îro Kurdistana Sor vala bûye, Kurd jî li
Soviyeta berê bela bûne. Belê, Komara Azerbeycanê mafên Kurdan ji bo
xweseriya Kurdistana Sor nas nake. Belê, ji ber siparaniya dijminên doza Kurd
milletê me venegeriyaye welatê xwe. Lê hem dîrok, hem berjewendiyên
cemawera Kurd, hem qanûn, hem jî îlankirina Kurdistana Sor ya fermî pirsa
dewleta me li Kafkasê vekirî dihêlin. Hinde hêzên navneteweyî jî bi me ra
ne.
Deklarasyon Di Derheqa Dasekinandina Dewleta Kurdan da[1]
Pêvajoya hedimandin û parçebûna Yekîtiya Komarên
Soviyetê yên Sosyalîst digel sîstema wê ya siyasî, civakî û aborî bi
sirûþtî encamên xwe di hemû komarên gotî
da heye.
Pey þikestina sîstema hevbeþ, avayên dewletan û gelên Soviyeta berê di warê siyasî
û aborî da ketine qonaxa pêþdeçûneke teze. Ew neteweyên, yên di
dema xwe da bi zorê yan bi rêgayên din xistibûne bin pergala komarên biyanî,
mafên xwe ji bona dewletavakirinê nas dikin û derfetan ji xwe ra werdigirin.
Komara Azerbeycanê, ya piþtî Þoreþa Cotmehê di naveroka civak, siyaset û aboriya Yekîtiya Soviyetê
da hatibû damezirandin, li ser xaka milletên kevinar û curbicur pêþde hat: Teterên Kafkasê, Kurdan, Ermeniyan,
Lezgînan, Taliþan, Tetan, Avaran û gelên din. Lewma pêvajoya serazakirin û derketina
Komara Azerbeycanê ji Yekîtiya Soviyetê qanûneke sirûþtî, ku her neteweyek li Azerbeycanê biryara pêþeroja xwe bistîne, kire rojevê. Derfetên
wan gelan di warê ziman û çand da rê dane dewletavakirina serbixwe.
Dema damezirandina bingehên Komara Azerbeycanê yên
neteweyî û admînîstratîv, ji ber sedemên sûbjektîv ne hemû gelên wê
herêmê bûbûne xwedî avayên autonomî. Lê gelê Kurd komareke autonom bi
navê Kurdistana Sor di naveroka Komara Azerbeycanê da sitandibû. Bi fermana
Stalîn ya taybetî di sala 1931an da statuya Kurdan ji wan hate sitandin: ji
wir pêda ew hatin sirgûnkirin û rêvebirên Azerbeycanê bi zorê wana
dikirine Tirk.
Siyaseta buhujandina Kurdan bi
taybetî di nehiyên Laçîn, Kelbecer, Kubatlî, Zengelan û Cebrayîl da
dihate meþandin, çûnke li wir ew niþtecihên liserhev (kompakt) bûn. Bere-bere
dibistanên, li ku dersên Kurdî dihatin dayîn, þano
û weþandina pirtûk û rojnameyan hatin dadan. Wisa neteweyekî
Hindo-Ewropî, yek ji kevintirîn neteweyên herêmê xweþvêtiya ziman, giyan û çanda xwe wunda dikir û îro li
ser hafa helandina giþtî
rawestiyaye.
Ji bona xweykirin û gulvedana gelê me, daku ew bibe
endamê civata navneteweyî, û rakirina desthilata Azerbeycanê, ya dibe sedema
tunekirina gelê me û li ser bingeha:
Civata
Sazûmankarî ya Bizûtneweya Rizgariya Kurd û Hemû Rêxistinên Kurdan ji
Soviyeta berê
ÎLAN DIKE, KU
Serokê Civatê: Wekîl Mustafayev
Laçîn, 9.06.1992an
[1]Ev
Deklarasyona han, wek dokûmenteke fermî, bi herdu zimanan - Kurdî (tîpên
Kîrîlî) û Rûsî - hatibû amadekirin.