Dr. Zorab

Pál Teleki û Pirsgirêka Kurdistana Baþûr

Pêþgotin

Di dema xwe de min beþek ji vê gotara han bi alîkariya Salihê Kevirbirî di rojnameya ‘Azadiya Welat’ de (hejmara 226an, sala 2000an) dabû weþandin. Lê ji ber ku siyasetmedarên Tirk dîrokê kelevajî dikin, min xwast ku haya xwendevanên ‘Hîwa’yê jî ji bingeheke navneteweyî ya statûya Baþûr hebe. Di avakirina vê statûyê de siyasetmedar û zanayê Macar Graf Pál Teleki risteke erênî lîstibû. ‚Graf’ nîþaneke dûdmanza ye û diyar dike ku Pál Teleki ji binemaliyeke bi tewar, ango cindî bû.

Pál Teleki kê bû

Graf Pál Teleki (1879-1941) li paytexta Macaristanê, bajarê Bûdapeþtê ji dayik bûbû. Ewî dersên ramyarî, dadgerî û erdnîgarî li Zanîngeha Bûdapeþtê xwendin û di sala 1903an de bawernameya doktorî li wir wergirt. Piþtre, ewî lêkolînên serkeftî li ser Sûdan û Japonyayê amade kirin, bû endamê Akadêmiya Zaniyarî ya Macar û gelek saziyên zanistî yên navneteweyî.

Berî destpêka Þerê Cîhanê Yekemîn, Pál Teleki, herçend jî endamê Parlamentê bû, xwe dûrî pirsên ramyarî digirt. Lê di salên þêr de, Teleki di artêþa Avusturya-Macaran de bi pêþ ket û bû Sekreterê Duyemîn yê Wezîrxaneya Parastinê. Di sala 1919an de, Teleki bû þêwirmendê erdnîgarî ji bo þanda (delegasyona) Macaristanê di Goftugoyên Aþtiyê de, yên li Firansa derbas dibûn û encameke bedbext ji gelê Macar re anîn: Li gor peymana Triyanonê, sînorên wê dewletê hatin tengkirin û rêjeyeke mezin ji niþtecihên Macar li dervayî welêt ma.

Di navbera Þerên Cîhanê Yekemîn û Duyemîn de, Pál Teleki xebata zanistî û ramyarî bi hev re dikir, kovaran der dixist, bûbû wezîr, serokwezîr û nûnerê Macaristanê di civînên navneteweyî de. Graf Pál Teleki ji wan siyasetmedaran bû, yên biçûkkirina Macaristanê qebûl nedikirin û meram dikirin ku encamên Þerê Cîhanê biguhêrin.

Dema Þerê Cîhanê Duyemîn destpê bû, Teleki Serokwezîrê Macaristanê bû, lê nedixwast siyaseta rûreþ bidomîne. Bi hizra wî, Almaniyayê gelek prensîpên xaçparêzî û ewropî pêpes kirin û ji ber vê yekê Macaristan gerek e, pêwendiyên xwe digel Firansa û Brîtaniya Mezin sererast bikira.

Di meha Adara 1941an de, Graf Pál Teleki pir nerazî bû ku Almaniyayê bi zorê Macaran dijî Yugoslaviyaê rawestandin: Ev yek dijî peymana netadariyê bû, ya di navbera Macaristan û Yugoslaviyayê de hebû. Dema razûxwazên wî vala man û artêþa Macaristanê Bakura Yugoslaviyayê dagîr kir, Teleki ji þerm û bêzariyê xwe kuþt. Graf Telekî bi mêrxasî û lehengî xatirê xwe ji jiyanê xwast û di nameya dawî de weha nivîsî: „Ji tirsa me peymana xwe seqet kir. Wisa jî, me peyama xwe ya Mohaçê (destebratiya Macar û Serban dijî Osmaniyan) ji bîr kir“.

Ji bo vê pêngava ciwamêriyê, Pál Teleki li ba gelê xwe û di nav raya nevneteweyî de bûye xwediyê rêzeke bilind.    

Dîtinên Teleki di Derheqa Netewetiyê de

Balkêþ e ku Graf Pál Teleki desthilatdariya Osmaniyan li Macaristanê wek rûpeleke reþ didît û digot: „Dagîrkirina Tirkan bûyereke pir mezin ji bo çarenûsa Macaristanê bû: Ewê em bêtap kirin û bandora wê heta Þerê Cîhanê Yekemîn didomand”.

Cihê gotinê ye ku Telekî nivîsên girîng li ser hizra neteweyî ji me ra hîþtin. Helbet, ne tiþtekî nihêni ye ku hem li Kurdistanê, hem jî li Macaristanê, welatparêziya Dema Navîn bi dewleta derebegî ve girêdayî bû: Arîstokrasî çîna bingehîn ji bo dewletên caran bû. Ji ber vê yekê Þerefxanê Bedlîsî Kurdistanê çawa dewleta binemaliyên axa û began dinirxand. Li aliyê din, xwediyê eposa macarî Miklós Zrínyi (Mîkloþ Zrînî) jî dinivîsî ku ewî pirtûka xwe pêþkêþî malbatên Macarên arîstokrat dike û amade ye, dilopeka xwîna xwe ya paþin jî qurbana wan bike, ji ber ku ew in koka hizra Macarî û Memleketa Macaristanê.

Li vir gotina Pál Teleki rastûdirûst xuya dike: „Neteweya siyasî îro cihê arîstokrasiya kevin girtiye”.

Teleki û Pirsgirêka Kurd

Em dikarin bi kurtî li ser rista bêhempa ya Teleki di zelalkirina rewþa Kurdistana Baþûr de bisekinin.

Çawa rind tê zanîn, ligor Peymana Sevres ya sala 1920an, merceke autonomî ji bo Kurdistanê hebû. Lê ji ber ku Kurd bêparêz mabûn, neyarên wan di Lausanne de, di sala 1923an de, mafên Kurdan yên neteweyî perçqandin. Wek encama wan bûyeran, hem Komara Tirkiyê, hem jî Brîtaniya Mezin diviyan, bibûna xwediya mandata li ser wîlayeta Mûsilê (binavkirina wan çaxan ji bo Kurdistana Baþûr). Ev herêm êdî dikete nav sînorên Iraqa destçêkirî. Gotûbêj û neheziyên di navbera herdu dewletan de bêsemer bûn, û paþeroja Wîlayeta Mûsilê bûbû babeta agahdariya Civata Neteweyan (League of Nations).

Di 30ê  Ilona 1924an de, Civata Neteweyan biryareke girîng stand: Komîsyoneke fermî gerek e, daxuyanî û hizrên xwe li ser wê herêmê pêþkêþî raya navneteweyî bike. Bi zûtirekê komîsyoneke wisa çê bû. Endamên wê sê kes bûn:

Wirsen, Wezîrê Swêdê, yê serperêþtiya komîsyonê dikir;
Paulis, Serokleþkerê Belçîkayê û
Graf Teleki, Serokwezîrê berê yê Macaristanê.

Wek erdnîgarzanekî bi navûdeng, Teleki zanayê sînoran bû û karên wî jî di komîsyonê de hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo xwedîderketina petrola Kurdistana Baþûr gelek girîng bûn. Ji bilî vê yekê, pey Þerê Cîhanê Yekemîn, Macaristan têkçûyî û birîndar mabû. Lewma xebata Graf Pál Teleki di Komîsyona Navneteweyî de ji Macaran re hem nîþaneke hurmetiyê bû, hem jî bûbû çavkaniyeke hatina diravî.

Belê, Komîsyona Civata Neteweyan serî da devera Mûsilê, li wir lêkolînan kir û pêþniyazeke dîrokî da destê Civata Neteweyan. Endamên Komîsyonê û bi taybetî Graf Pál Teleki gihîþtine encameke wisa: Ji bona çareserkirina dirêjxayan divêt, dewleta Kurd li Wîlayeta Mûsilê were avakirin û naskirin. Mixabin, redkirina vê pêþniyazê heta niha dibe sedema komkujên Iraqê û zimandirêjiya þovenîstên Tirk.

Di rapora komîsyonê de, Teleki nêrînên zanistî û etnografî cihbicih dike û weha þirove dike:

„Kurd ne Ereb in, ne Tirk in, ne jî Faris in, lêbelê pêwendiyên wan nêzîk bi Farisan re hene. Kurd bi zelalî ji Tirkan cudah ne, ji Ereban hên cudahtir û dûrtir in”.

Dokûmenta fermî ya Civata Neteweyan nas dike ku Kurd netewayekî serbixwe ye û hêjayî hemû mafên ji bo dewleteke seraza ye:

“Eger argûmenta etnîkiyê bi xwe girîng were dîtin, pêwîst e, Dewleta Kurd ya serbest ava bibe, ji ber ku rêjeya Kurdan li wir [wîlayeta Mûsilê] 5 ji 8 e. Wek din, eger çareseriyeke wisa hate nirxandin, hem Êzdî, yên bi koka xwe mîna Kurdan in, hem jî Tirk [Tirkman] jî, yên bi hêsanî di nav Kurdan de têne buhujandin (helandin), gerek e, wek Kurd werin jimartin. Bi hev re, rêjeya wan dibe 7 ji 10 (70%) ji nifûsa herêmê”.

Bêguman, ev belgeya zanistî wê tucar berjewendiya xwe winda nake. Balkêþ e ku Pál Teleki Tirkmanan wek pirsgirêk nedidît: Bi dîtina wî, Tirk bi giþtî di nav Kurdan de zû dibuhujin (dihelin), lê asîmîlekirina Kurdan ne rewa ye.

Bandora Kurdistanê li ser Lêkolînên Teleki

Ne dûr e ku serboriya Teleki ya li Kurdistana Baþûr wergirtî, karîgariyeke mezin li ser nêrînên wî yên zanistî hîþtbû. Ji bo nimûne, lêkolîna Teleki The Migrations of the Peoples û Rapora wî ji bo „Konferansa Parîsê li ser Guhartina Sînoran ya Aþtiyane” ya di sala 1937an de civiyabû, Kurdên wîlayeta Mûsilê dike mînakeke berbiçav ji dîtinên wî yên giþtî re. Armanca Teleki ev e ku sê hizrên sereke biselimîne:

1) Ji bo têgehiþtina sînorên neteweyî û navneteweyî, ne tenê rêjeya civakên etnîkî girîng e. Eger em dixwazin rewþa sînoran zelal bikin, pêwîst e, em cudahî û tevlihevbûna civakên etnîkî binirxînin. Ji bo nimûne, di xerîteya Mûsilê de, Pál Teleki navên civakên bi zimên û dîn destnîþan dike û dibêje: Sînorên ramyarî û îdarî divêt, bi giranî li ser tevlihevbûna grûpan û nêzîkbûn-dûraya wan raweste.

2) Êdî demeke dirêj e ku çareseriya kêþeyên neteweyî ji xalên teorî destpê dibe. Lewma beþên Peymanên Aþtî tenê bi prensîpên dadgerî ve çarenûsa kêmneteweyan dinirxînin. Heyf û mixabin ku xizmetkarên dewletan û zanayên vê pirsgirêkê guh nadine mercên herêman yên taybetî.

3) Wek mirovekî dîndar û xaçparêzekî dilsoz, Teleki didît ku eger em basa gelan dikin, berjewendiya ziman bêhempa ye, lê ew nikare hemû xalan bi eþkere bike. Wek mînak, Teleki dinivîsî ku Êzdî gelek nêzîkî Kurdan in, lê bi cextî ne Kurd in. Helbet, bûyerên berê nîgareke wisa di nav biyaniyan de saz dikirin, lê îro nakokiyên olî di nav Kurdan de hatine rûxandin û em mîna netewayekî gihîþtî didin û distînin – serhildan bin, hilbijartin bin yan berxwedana çandî be.

Paþgotin

Iro siysetmedarên Kurd bi yekdengî sond dixwin ku em serxwebûnê naxwazin û ku hinde mafên giþtî ji kerema dagîrkeran têra 50-mîlyon Kurdan dikin. Lê Rapora fermî ya Civata Neteweyan ku li ser bingeha zanistiyê hatibû amadekirin û nêrevaniyên Graf Pál Teleki basa tiþtekî din dikin:

- Kurd ji ber dîrok, pergala civakî, ziman, çand û demografiyê gerek e, bibin xwediyên dewleteke seraza;
- Bê çareserkirineke wisa kêþeyên herêma di navbera Tirkiyê û Iraqê de wê enzelî û bêderman bin;
- Gelê Kurd û çanda wî wisa bi hêz in ku dikarin kêmneteweyên Tirkziman di nav xwe de birêvebibin;
- Kurd wek yekgirtina çîna derebegî li Dema Navîn û xwediyê xak û zimanê pevgîhandî – neteweyekî serbixwe ye.

- Biryarên hem dewletan, hem jî yên navneteweyî di derbarê zelalkirina sînoran de pêwîst e, taybetmendiyên her herêmekê (rêje û têkiliyên gel û dînan) di ber çavan re derbas bikin. Li gor vê þirovekirinê be, taybetmendiyên welatê Kurdan ji hemû xalên teorî yên nûjen û sînorên nexwezayî kûrtir in.

Bêguman, em bi dilronî navên mirovên navdar, yên layendarên rizgarbûna Kurdistanê bûn, di bîranîna xwe ya gelerî de xwey dikin. Çawa Kurdekî yê li Macaristanê dijî - Doktor Mistefa Mûsa - di rojnameyekî de nivîsîbû: „Iro, çaxê Kurd xwediyên hemû alavên çapemeniyê ne û çendik-çend televîzyonên ezmanî jî bi kar diînin, xelk wê bêhtir bizanibe, Graf Pál Teleki kê bû. Emê di aliyê xwe de hêvîdar bin ku rojekê paþiyekî Teleki bi rûmet wê xuya bike”.


Jêder

Ghassemlou, Abdul Rahman. Kurdistan and the Kurds. Prague, 1965.
Mousa, Moustafa. "Történelmi kurdkérdés" [Pirsgirêka Kurd ya dîrokî]. 168 óra (rojname). Budapest, 19.08.1999.
Teleki, Pál. The Evolution of Hungary and its Place in European History. New York, 1922.
Teleki, Pál. Magyar nemzetiségi politika [Ramyariya Macaran li himber kêmneteweyan]. Budapest, 1940.
Teleki, Pál. "The Migrations of the Peoples". Földrajzi Közlemények, hejmarên 9-10. Budapest, 1936.
Teleki, Pál û Andrew Rónai. Memorandum on the different types of ethnic mixture of population. Paris, 1937.
Tilkovszky, Loránt. Pál Teleki (1879-1941). Budapest, 1974.