Dr.
Zorab
Þêx
Adî, Êzdatî û Kurdewarî
Pêþgotin
Navê
Þêx Adî kurê
Musafir (Þêx
Adî
bin Musafir) ji
bona Êzdiyan û hemû welatparêzên Kurd girîng e. Rista wî ya dîrokî ji ber gelek
sedeman bala me dikiþîne.
1.
Berî
her tiþtî,
di serdema Þêx Adî de
siyaseta
der-dora Xaka Pîroz (dijberiya Xaçparêz û Misilmanan) pêwendiyên çandî
di navbera Ewropa, Asiya û Afrîka de xurt kirin. Kurd bi serdariya Selaheddînê
Eyûbî di wan bûyeran
de beþdar bûn û bi jiyana navneteweyî ve hiþk hatin girêdan.
2.
Bingeha îdeolojiya Þêx Adî felsefeya Rojhilatê û Sofîzma hestidar (hesas) in. Di dema xwe de Sofîzm zengîn û pêþveçûyî
bû, û bi saya Þêx Adî bandora wê li ser çanda Êzdiyan jî maye.
3.
Þêx Adî û paþiyên
wî ola Êzdatiyê ligor gaziyên Dema Navîn reform kir.
4.
Ji serdema têkoþîna
Adî de gelek Xaçparêz,
Tirk û Ereb di nav Êzdiyan de heliyane û bi vî
cûreyî nîgara
demografiyê li Kurdistanê guhartine.
Ji
ber van xalan gotina Êzdiyan
rastûdirûst xuya dike:
Adiyo, Musafiro,
Herçi
te kir, kesa nekiro
Gelek
dîroknasên Dema Navîn
basa Adî kurê
Musafîr dikin wek Îbn Teymiya, Îbn el-Esîr, Îbn Xellîkan, Îbn el-Fûtî,
Îbn Kesîr, Îbn el-Werdî û
ez-Zehebî. Wusa jî
qewl, beyt û payîzokên
Êzdiyan bi firehî
Þêx Adî wek navendeke gerdûnî destnîþan dikin.
Navê
wî bi dirêjayî
ev e: Þerefeddîn Ebû l-Fezayîl Adî bin Musafir bin Îsmayîl Mûsa bin
Merwan bin el-Huseyîn bin Merwan. Eger em li ser navên kal-bavên Þêx Adî jî
rawestin, emê hizra wan dîroknasan bipejirînin, yên dibêjin, ku Adî kurê Musafir
ji malbata Benû Umeyîa bû. Helbet, lewma jî navên Yezîd bin Muawiya û Êzdîdê Sor di nav Êzdîxanê de teklihev û
pîroz bûne.
Eger wusa be, ne behetî
ye, çima pêwendiyên
Êzdiyan tev ola
Merwaniyan hene.
Piþtî
têkçûna desthilata Emewiyan (xelîfên ji malbata Benû Umeyîa), beþek
ji wan di wê
baweriyê de bû, ku serkêþiya Xelîfetê gerek e di destên paþiyên Merwanê Duwem bimîne. Li
Dema Navîn tiþtekî
normal bû, ku armanceke ramyarî li bin kincên dînî xwe vediþart.
Wusa, desthilatxwaziya piþtgirên Merwanê Emewî bi nêrînên dînî ve hate xemilandin.
Ligor
akademîkê Rûs Bartold, heta destpêka sedsala 20an jî li Badihþanê (herêma
di navbera Afxanistan û Tacîkistanê de) cemawereke dînî ji koka Merwaniyan
bi navê Yezîdiya hebû. Ne tenê ew, dîroknasê Kurd Þerefxanê Bîtlîsî
bawer dikir, ku hem Þêx Adî, hem jî hoziyeke (eþîreke) Kurdan – Sulêmanî
- digihîþtine malbata Merwaniyan. Lê girêdana heregirîng di navbera Þêx
Adî û Merwaniyan de ew e, ku Merwanê Duwem, pêsiya bibe xelîfê hemû
Misilmanan (740-750), serokatî li herêmên
Kurdan dikir. Em wusa jî dizanin, ku dayîka Merwanê Duwem Kurmanc bû.
Belê,
wusa diyar e, ku Þêx Adî kurê
Musafir ji Þamê, ji malbata Benû Umeyîa – yan Emewî
- bû,
lê di tamarên wî de xwîna Kurdan jî dikiþiya.
Sala
jidayîkbûna
Adî di navbera 1073-1078an de ye. Ew li gundê Beyt-Farê, nêzîkî bajarê
Baalbekê, li deþta Biqayê hatibû dunyayê. Ev herêm Lubnana îro, lê parçeyeke Þama dîrokî
ye.
Paþwextiyê,
serpêhatî
û
çîrokên
curbicur li ser
jidayîkbûna
Adî hatibûn afirandin. Mebesta wan ew e:
hên berî
jiyana Adî dihate zanîn, ku ewê bibe mirovekî mezin û navdar. Ji bo nimûne
digotin, ku bavê Adî, Musafir kurê Îsmayîl,
çûbû daristanê û 40 salan li wê derê mabû. Rojekê
ji rojan, dengek
hate ber guhên Musafir, ku gerek e ew vegere mala xwe, xwe nêzîkî jina xwe
bike û wê zarokek jêre çê bibe. Go, nav û dengê vî zarokî wê li
Rojhilat û Rojavayê bela bibe. Rastî jî Musafir kurê Îsmayîl wusa kir: wusa Adî û 313 yarên Xwedê hatine cîhanê.
Bêguman,
Yarê Xwedê (bi Erebî, Welî ul-Lah) gotineke mecazî
ji bo kesekî Sofî ye. Li vir, 313 helbet jimara þêxên dostên Adî ne. 40 sal jî
gotineke giþtî ye: wateya wê demeke dirêj e. Wek encam, legenda di jor de þirovekirî
mesajeke girîng ji xelkê re diþîne: Þêx Adî bi biryara Xwedê hatiye û Kurd pêwîst e peyvên
wî bipejirînin.
Adî
xortekî
15-20 salî bû, dema çûbû Bexdayê, daku xwendineke dînî bistîne. Li wê derê, Adî têkiliyan digel zanayên
bi navûdeng çê dike û agahdariya xwe dide dînnasiya Sunnî.
Lê
di sala 1111an de mamostayê wî el-Xezalî emrê Xwedê dike. Di wî çaxî de
Bexda êdî bûbû meydana lihevketinên hersal di navbera Sunnî û Þiiyan de. Herweha di warê aborî û ramyarî
de jî rewþa Bexdayê xerabtir dibû. Hêdî-hêdî navenda çand
û aboriya Rojhilata Navîn derbasî paytexta Misrê - Qahire – dibû.
Adî
bi xwe ji dînnasiya Sunnî dûr dikeve, bi Sofîzme ve mijûl dibe û dixwaze
cihekî ker û lal ji xwe re peyda bike. Ne dûr e, ku têkiliyên kese di navbera malbata Adî û
Kurdan de hebûn: Kurdên
ji Ebbasiyan westiyayî
bi dil û can endamên binemaliya Benû Umeyîa qebûl dikirin. Wusa, ji sala
1111an û heta dawiya jîyana xwe Þêx Adî
li Kurdistanê dijî. Ji Hekkariyê ew car-caran dûr dikeve û serî dide Musil û Bexdayê.
Em
dizanin, ku li Bexdayê Adî kurê Musafir çar pirtûkan li ser dînê Îslamiyê nivîsîbûn û wusa jî
çar-pênc qesîdên Sofî jî afirandibûn. Navên çar kar-nameyên teologî
ev in: I‘tiqad ehl es-sunna
(Baweriya Sunniyan), Kîtab fîhî zîkr
edeb en-nefs (Pirtûka perwerdeya giyanî), Wesace
eþ-Þeyx Adî
bin Musafir île l-xelîfa
(Mesaja Þêx Adî kurê
Musafir ji Xelîf re) û Wesace lî murîdîhî
eþ-Þeyx Qayîd we lî sayîr el-murîdîhî (Mesajek ji Þêx Qayîd û
mirîdên din re).
Herêma
Hekkarî di wextê xwe de li bin destê Merwanê Duwem bû. Ew ji parêzgeha Hekkariya îroyîn
gewretir bû û
hinde herêmên din jî hembêz dikir. Sînorên Hekkariyê di serdema Þêx
Adî digihîþtin
Musil û
Þengal li Baþûr,
Gola Wanê li Bakûr û Kurdistana Rojhilat. Navçeya Hekkariyê di serdema karûbarên Þêx
Adî de bêdeng û
bêkartêkîn
mabû.
Jêderên
dîrokî
basa 1000 malbatên Kurdan li wir dikin: havînê ew diçûne zozanan, zivistanê jî vedigeriyane der-dora Musilê. Dokûmentên
dîrokî dînê
Kurdan jî bi nav dikin û dibêjin: Þêx Adî hatibû nav Kurdên Teyrehiya, Teyrehiya jî
oleke Zerdeþtî bû. Belê,
dîroknasên sedsala 12-13an (piraniya wan Ereb) dinivîsîn, ku li herêma
Hekkariyê Kurdên Zerdeþtî diman.
Di
destpêkê
de,
Adî kurê
Musafir jiyaneke bi tenê derbas dikir: ewî malek ji xwe re þên kir, bi rojan
xwe birçî dikir, nivêjan dikir û xwe dûrî xelkê digirt. Bi zûtirekê, Adî
êdî kiryametan dikir û bi Kurdî dipeyvî. Di çavkaniyan de, reng û rûyê
Adî jî tê nîgarkirinê: ew mirovekî ne bilind, qemer-esmer bû, axaftinên
wî jî dilên xelkê germ dikirin. Kurd û
niþtecihên
din - Asûrî û
Misilmanên cîran - bi coseke mezin dibûne mêvanên mala Adî û þêwra xwe dikirin. Lewma navên ne-Kurdî,
bi taybetî, navên Asûrî (Barisîqî), Erebî (Xeymat) û wusa jî navê Ecemekî (Ebdillah Ebd el-Mesîh) di çavkaniyan
de der dikevin.
Li
wir, Adî terîqetek bi navê Adawiya damezirandibû. Bi dû mirina wî, ev terîqet bûbû du parçe: parçeyek gihîþte
Kurdên Êzdî û endamên Adawiya bûbûne þêxên wan, parçeya din jî li Sûriyê
û Misrê dabûnerîtên
Sofiyan berdewam kirin û aram-aram di sedsala 16an de wunda bûn. Lê tê zanîn, ku hên
di sedsala 13an de têkiliyên Adawiya û Êzdiyan xurt bûn.
Helbet,
di 90 saliya xwe de, yanê nêzîkî sala 1162an, Adî kurê Musafir çû rehmetê. Ligor biryara Adî, braziyê wî – Ebû
l-Berekat – ji Beyt-Farê hat û dewsa wî girt. Piþtî, kurê Ebû
l-Berekat - Þêx Adî el-Kurdî (yan Þêx Adî yê Duwem) – bû serokê Êzdiyan. Carnan navên Þêx
Adî kurê Musafir (der-dora 1073-1162) û neviyê birayê wî
Þêx
Adî yê Duwem el-Kurdî (1194-1246) ji hevdu cudah nakin. Ev þaþiya han dibe
sedema hizrên nerast li ser kesayetiya Þêx Adî kurê Musafir.
Reforma
Êzdatiyê di serdema serokatiya Þêx Hesen, kurê Adî yê Duwem, hate kirinê. Beþek ji reforma Þêx
Hesen ew bû, ku ewî navê Þêx Adî ji naveroka Îslamê der xist û kire sembola xwezanîna Êzdîxanê.
Êzdatiya
rasteqîn jî bi armanca Kurdewariyê ve bi ser dikeve. Lewma
kurê Þêx
Hesen, Þerfeddîn,
êdî li bin ala Kurdistanê eskerê Êzdiyan reþbigîr dikir. Ev yek di „Sirûda Þerfeddîn“
de belî ye:
Ciwabê bidine Kurdistanê,
Bila qayîm kin îmanê,
Þerfeddîne
Mîr e li dîwanê,
Þerfeddîne
ji dînê min e.
Cihê
gotinê ye, ku wextê emîrê Musilê, Bedr ed-Dîn Lulu, di sala 1216an de dijî
Kurdan þer kir û goristana Þêx Adî kurê Musafir þewitand, Kurdan dilêþana xwe bi legendekî ve derman kir. Niha Kurdên
Êzdî bawer dikin, ku Þêx Adî çûbû ezmanan û miliyaketekî þandibû
Laliþê.
Ev miliyaket
peyabû
û daxwaza Adî
anî, go: ev cih bila mîna goristana Þêx Adî bê parastinê.
Zincîra
malbata Þêx
Adî û serkêþên
Êzdîxanê
di sedsalên 12-13an de bi vî awayî tê nîgarkirinê (digel salên mirin yan
kuþtina wan):
Musafir
kurê
Îsmayîl
¯
¯
Þêx Adî kurê Musafir (nêzîkî 1162)
Sexr kurê Musafir
¯
Ebû
l-Berekat kurê Sexr
¯
Þêx Adî yê Duwem el-Kurdî (1246)
¯
Þêx Hesen kurê Adî el-Kurdî
(1254/55)
¯
Þerfeddîn kurê Hesen (1257/58)
Wusa
xuya ye, ku li Bexdayê Þêx Adî xwe gîhandibû Sofîzmê. Piþtre, li Kurdistanê jî danûstandinên
Adî
bi Sofiyan re nehatibûn
birîn.
Hinek Sofî li ba Êzdiyan bûne
xwediyên navên
nemir.
El-Hesen
el-Besrî
(642-728) xelkê
bajarê Basra li Baþûra
Îraqa îroyîn bû. Ew wek
bavikê Sofîzmê tê nasîn. Balkêþ e, ku Kurdên Êzdî navê Hesenê Besrî dane Þêx Hesenê
kurê
Adî yê
Duwem, yê di sedsala 13an de dijît.
Rebiya
el-Edewiya (nêzîkî 710-801) þagirteke el-Hesen el-Besrî û yekemîn Sofiyeke jin bû.
Zargotina Kurdan jêre dibêje “Rebiya Ereb“ û çawa xudana kiriyametên giranbuha nîþan dike.
El-Hellac
(858-922) karîgariya pir-pir mezin li ser dîroka Rojhilata Navîn bi giþtî
û civaka Kurd bi taybetî hîþtiye. Gelek belge hene, ku bandora wî li ser Þêx
Adî jî bêsînor bû.
El-Xezalî
(1058-1111), bi gotina dîroknasan, „lihevhatinek“ di
navbera Sofîzma nivîsî (aqlî) û Sofîzma hestidar de pêk anî. Xebata Adî
„I’tiqad ehl es-sunna“ vejînek dide hizr û ramanên el-Xezalî.
Di
baweriya xelkê de, Ebdilqadir el-Gîlanî (1077-1166) terîqeta Qadiriyê
damezrandbû. Lê bi rastî, ev terîqet bi dû mirina wî çê bûye û heta niha jî karûbarên xwe li Kurdistanê
û hemû
Rojhilata Navîn didomîne. Mîna gelek Sofiyan, el-Gîlanî bi koka xwe Zerdeþtî
bû. Têkiliyên Ebdilqadir digel Þêx Adî pir bi hêz bûn. Êzdî wusa
dizanin, ku goristanên Ebdilqadir û Hesenê Besrî li Laliþa Nûranî ne.
Ji heleqeta Ebdilqadir û Adî dîsan çendik-çend Sofiyên Kurd hebûn, yên ligor Êzdiyan kiryametkar in: Uqeîl el-Membîcî (Eqîl Muneccî), Ebdilqadir eþ-Þehrezûrî, Ahmed bin er-Rîfayî, Ebû l-Wefa el-Hulwanî û Qadîb el-Ben.
Dînnasiya
Adî, ya di pirtûk û
karûbarên wî de eþkere
dibe, gelek rengîn û zengîn e. Em dikanin ronahiyê
biavêjine wan hêmanan,
yên pey mirina Adî bi cûrekî teze hatin têgeyîþtinê.
Þêx
Adî dinivîsî, ku her tiþtekî em dibînin belgeya siyaneta Xwedê ye. Di helbesteke xwe de Adî dide xuyakirin,
ku mêzekirin ji Beheþt û horiyan xweþtir e:
Meramên me ne cinnet, ne jî horî ne,
Merama me mêzekirin ji bo xatirê mêzekirin e.
Zargotina
Êzdiyan vê
hizra Adî
dubare dike. Di
qewlekê
de Þêx Adî
dibêje mêvanên xwe, ku bi rêya mêzekirinê bendeyê Xwedê dikane xwe pakij bike:
Þêx Adî xoþ Siltan e,
Deng dike bi nihêne,
Hewceya me bi avê nîne,
Destnivêje ji meyzîn e.
Þêx
Adî jêmayiyeke
(mîraseke) din jî ji Êzdîxanê re hîþtiye: cemawera Feqîran. Hên li Bexdayê, Adî dinvîsî, ku
eger em dixwazin zelaltir Xwedê bibînin, em jî ligor þîreta Îsa
Nûranî gerek e
xwe birçî, tî û azar bikin. Ev hêmanên “feqr”a Sofiyên
hestidar in: Kesên
bi “feqr”ê ve mijûl in, dibine Feqîr. Dema Þêx Adî tê Hekkariyê,
Kurd ji „feqr“a wî çavþaþ dimînin. Ebû l-Berekatê braziyê Adî çîrokeke
nihênî ji me re hîþtiye:
Carekê 10 Feqîr hatine mala apê min. Wana lava kir, ku ew li ser Heqê biaxife. Apê min axifî, ew heliyan û dewsa wan av ma. Paþê 10 Feqîrên din hatin û viyana wan ev bû, ku apê min li ser Mehebbê (Hezkirinê) biaxife. Apê min axifî û ew mirin. Paþê 10 Feqîrên dawî nêzîkî Þêx Adî bûn, ku li ser Feqrê biaxife. Adî axifî, Feqîran cilên xwe qelaþtin û bi rût û tazî derketine derê malê.
Were
em vê meteloka ciwan þirove bikin. “Heq” navekî Yezdan e, yek ji 99
“navên bedew” ji Quranê ye. Tê zanîn, ku Hellac ji bo gotina “Ez
Rastiya Xwedê
me” (Ene el-Heqq) jiyana xwe teslîmî dijminan kir. Yanê pirsgirêka
“Heq” meriyan dighîne tunebûnê. „Mehebba“ (yan Hezkirina) Yezdan jî
tiþtekî dijwar e. Lêbelê, herçend zanebûna kûr meriyan dikuje jî, mirin
ne di destê me de ye. Lêwma Feqîrên bi sax dimînin û “feqr”ê qebûl
dikin, ji hemuyan hêjatir in.
Pey
mirina Adî
û êrîþên
Misilmanan, dînguhastina Êzdiyan gihîþte qonaxeke wusa, ku Þêx Adî cihe Nûr
- mînakeke Xwedê - girt. Wek encam, baweriya Kurdên Êzidî bi xwedavendiya
Þêx Adî bû beþeke kosmologiya wan:
Temametî Þêx
Adî,
Em kêm in, Þêx
Adî temam e,
Em evd in, beþer in, behra gunan e,
Sibê
heta êvarê hezar cûre xeber devê me der dikeve.
Paþgotin
Nimûnên
bandora felsefeya Þêx Adî li ser bîr û bûçûnên Kurdan gelek in. Belê, hêmanên
Sofîzmê carnan rind xuya dikin, carnan jî pêdviya lêkolînan in. Lê serî ev e, ku Þêx Adî û cihniþîniyên
wî - yên Þêx Adî kiribûne navenda pîroz - rêya reformkirin û zengînkirina Êzdatiyê fireh kir.
Îro
her welatparêzek
hêvîdar
e, ku Êzdatî
koka xwe wunda neke, lê ligor
jiyana modern bimeþe. Serboriyên nîvdewelta Kurdan li Baþûr û þoreþa
Bakur destnîþan
dikin, ku herçend
Kurd bi ser dikevin, Êzdîxane qazanc dike. Lewma geþbûna hizra neteweyî
li Kurdistanê garantora xweþbextiya civaka Êzdiyan e.