Dr. Zorab

Strana Netewî

Stran derên þoreþan vedikin. Armanca wan dilgermkirina civaka nebextewar e. Lê ligor qanûneke nenivîsî, xebata serhildanan di rojekî de bi ser nakeve. Lewma jî pircaran stranên þoreþan dirêjxayan in û bi dû re jî li ser zarên hemwelatiyan dimînin. Lêbelê, peyvên wan zelal û sade ne. Ji gel tê xwestin: rabe, bes e di xewnê de bimîne, qehremaniya kal-bavan ji bîr neke û di navbera mirin û azadiyê de helbijire.

Di salên 1848-1849an de gelê Macar ji bo rizgarkirina xaka xwe ji desthilata Austuriya þoreþek pêk anî. Rast e, ew têk çû, lê gelo kê dikane pevajoyên dîrokî rawestîne? Di sala 1867an de Împeratoriya Habsburgan bi fermî wek Împeratoriya Austuriya û Macaristanê hate naskirin. Di sala 1918an de dewleta Macaran serbest bû. Û tenê di destpêka sedsaliya 21an de ewê bibe endama Yekîtiya Ewropayê. Bila kesên þoreþa netewî meþandin, encamên serbizêwiya xwe nedîtibin. Berxwedana wan þadkam bû.

Dibêjin, ku þoreþa 1848-1849an ji helbesta Þandor Petofî (Sandor Petöfi) dest pê bû. 15ê Adara 1848an ewî helbesta xwe “Nemzeti Dal” (Strana Netewî) li paytexta Macaristanê xwend û wusa xîreta gel hiþyar kir. Çendik-çend meh derbas bin û Petofî wê di agiþoreþê de biþewite, bibe þehîd. Lê rêzên helbesta wî îro jî di nav gel de pîroz in.

Þandor Petofî: “Strana Netewî”

Rabin li ser piyan, Macarno!
Gaziya Welêt yekcar e!
Hejandina xulamtiyê
Wê rê bide azadiyê!
Bi Yezdanê Macaran
Em sond dixwun,
Sond dixwun, ku bindestiya me
Bi dawî bû!
 
Heta niha em tev kole bûn,
Ne hêjayên bapîran bûn,
Îro gorên wan ciwamêran
Li çolan û bê xwedî man.
Bi Yezdanê Macaran
Em sond dixwun,
Sond dixwun, ku bindestiya me
Bi dawî bû!
 
Kesên newêrek ji me revîn,
Ji wan re ma jiyana genî,
Lê ji bo me mirin hurmet e,
Navê Welat siyanet e!
Bi Yezdanê Macaran
Em sond dixwun,
Sond dixwun, ku bindestiya me
Bi dawî bû!
 
Zincîra me pir arzan e,
Ne wek þûrê me fesal e,
Were þûrê me kevinar,
Rengê geþ bide destan!
Bi Yezdanê Macaran
Em sond dixwun,
Sond dixwun, ku bindestiya me
Bi dawî bû!
 
Qirêja sedsalan li me ye,
Þûþtina wê barê me ye,
Daku navê me wek berê
Rind û pak be li her derê.
Bi Yezdanê Macaran
Em sond dixwun,
Sond dixwun, ku bindestiya me
Bi dawî bû!
Bermayên me wê bela bin,
Lê neviyên me wê rizgar bin.
Bila ew ezmanan silav kin,
Navên me jî serfiraz kin.
Bi Yezdanê Macaran
Em sond dixwun,
Sond dixwun, ku bindestiya me
Bi dawî bû!